27 Aralık 2011 Salı

‘DI XEW DE’ YA CEMÎL SAîB-EVDİLA QASAN


                                     

                                                    Evdila Qasan


                                  ‘DI XEW DE’ YA CEMÎL SAîB

               Pirtûk, di sala 1925’an de wek çîrokek dirêj hatiye nivîsandin û zaravaya soranî hatiya weşandin. Wergerandina wî ya bo Kurmancî ji hêla Ziya Avci hatiye kirin, di weşanxaneya Avesta de  sala 2009’an binavê roman hatiye çapkirin.
            Berhem, wek destpirtûk hatiye amadekirin .  88 rûpelên pirtûkê gor naverokê  di neh beşan de parve bûye.

                    1-Xulaseya berhemê

                Leheng, şevekê di xewa xwe de rastî bûyereke ecêb tê. Ji bo ku aborîya malbat xwe sererast bike tevlî karwanekê dibe. Karwan rê da rastî çete û eşqiyan tê. Şev û roj reya xwe didomînin, her wiha heman demê de baran jî dibare. Dikewin navbera sarbûna hewa û tirsa eşqîyayan. Piştre xwe digihînin bajêr, îcar leşgerên bajêr gelek zordestî wan dikin. Bac li xwedîyê karwanê distînin, ji ber ku pereyê leheng nînin, xwedîyê karwanê ji wan lawa dike, dibêje  werin xana bajêr, emê li wir çareyeke bibînin. Herês gava tên xanê pere destnaxînin vêcarê leheng bicasûstîyê sucdar dikin, wi xwe ra dibin digirin bin çavan.
             Di odeyeke mezin girtî dimîne, ji ber pencereyên piçûk de şahîdîya şelandina gel dike, guhdarkirina fetwan û bicîh anîna peywîran, meclîsa kesê mezin giftûgekirin meseleya siyasî; li wir behsa siyaseta kesê mezin dike. Sê vebijêrkên kesê mezin hene, an tirkan ra, an îngîlizan ra, an jî gelê xwe peymana tifaqê çêke. Lê ew ji hemû  peşniyaran guhdar dike. Di dawîyê de kesê mezin tu peşniyaran napejîrîne, pey  berjewendiyên xwe yên şehsî diçe gor perjewendiyên xwe biryareke şehsî digre. Li bivê biryarê hanê leheng nikane xwe zeft bike, bi keneke bilind dikene. Kesê mezin û hevalên wî ferq dikin. Dibêjin ku hemû axaftinên me guhdar kirine, wî bicasûsîye sucdar dikin, zorê lê dikin, leheng sucdarkirina wan qebûl nake. Çirok li vir diqede.

                       2-Rê û Rêbaza berhemê

                  Bûyer bi devê kesê yekemîn tê vegotin. Mirov têdigihêje ku nivîskar behsa serborîyan dike. Di xewna wî de her tişt diqewime, lê dawîye de şîyarbûna  xwe nadihêse. Ew tişt ristina çirokê qels dike. Xewna xwe pêbihese jî vegotina ewqas hûrgiliyên xewnan mirovan nade bawer kirin. Li gotineke din nivîskar gere hişê xwendewan de helîna pêbawerî an  tevzandinên matmayînê çêbike. Ji aliyê din dibe ku nivîskar bi zanayî ew şêwe kar anibe, lê dîsa jî bûyerên nava çîrokê gava mirov dixwîne bêhna xewn dîtinê tê da nabîne, mirov ji wan wek rastîye difikire. 
                         3-Lehengên berhemê

                   Kesê vebêj, karwançî, çete û eşqiya, kesê mezin, herêsên leheng, jinên derûdora kesê mezin, meclîsa kesê mezin
                      Nivîskar di berhema xwe da nav lehengan nekiriye, dibe ku hêla hasasîyeta ev tişt nekiriye, lê mirov bi navê xwe temsiliya kesayetiyan dikin. Disa di wêjeya kesayetî gelek giringin. Hinek raman û fikr di bin sîwana kesan jîndar dibin. Lê mirov gava şêveya çirokê dinêre, mebesta nivîskar tenê rexnekirina kesê mezine, nexwestiye nav nîşan bide xwestiye dîtinên derbarê desthilatdarîyê bi reya xewn dîtinê vebêje.

                          4-Cîh û war

                          Li gund an bajarok de rê destpêdike li bajêr de encam dide.

                          5-Dem û wext

Çîrok, dawîya payîzê destpêkiriye. Bûyer deme kî kin de rûdane. Dema mirov demsala payîzê difikire, dilmayîna nivîskar li ber desthilatdarî yê dibîne.

                            6-Mijar

               Belengazî û bêçare mayîna kesan li hember desthilatdaran, berjewendîyên kesayetîyên bijarte, gor derfetê xwe kar anîna  dîn.

                             7-Fikr û Raman

               1-Wê demê de mirov li çolê de hêla diz û eşqiyayan dihat şelandin, bajêran de zî hêla desthilatdaran an dihat şelandin an zî dihat sucdar kirin.
                    2-Kesê ku gel ji wan wek mezin hesibandin ji wan ra rêzdigirt, ew kes herdem xwe pey berjewendiyên xwe çûne, pêşeroja gel nefikirîne.
                     3-Desthilatdarîya ku bawerîya xwe gelê xwe neyine wan ditirse, wan sucdar dike.

         Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Di Xew De
Cemîl Saîb
Weşanxane: Avesta
Rûpel: 88                                                                                  

25 Aralık 2011 Pazar

Bihuşta Lal ya Selahattin Bulut- Tahir Taninha




Tahir Taninha




                                               Bihuşta Lal

      Selahaddîn Bulut, lehengên xwe pêşî dike otobûsekê de, du re yek bi yek serpêhatiyên wan  dinivîse û behsa jiyana wan dike.
      Rê, bi xwe re êş û azar diêne. Lewma Pîra Fatê ji trêna reş re gazin dike û her hefte diçe li ser tivra keçika xwe. Tekerên otobûsê her hefte li ser can û cesedê Pîra Fatê re diçe û tê. Pîra Fatê keçika xwe bi tenê nahêle. “Bayekî hênîk rabû û pelên daran dan çepikan. Ji zikê erdê dengê erbaneyan pêl veda. Çirçirikan lîrandin, zerqendîlan fîkandin, dartikokan qalikên daran tiktikandin û bû wîlewîla teyr û tilûrên li wê çolê. Di ber serê mezel de taqikek vebû û teyrikek jê firiya.” *
   Tivra keçika Pîra Fatê pêşwaziyeke wusa dike. Êdî Şikranê dibe Teyrika bihuştê. Lê bîra gava Şikranê nû xwêdê dida û zaroktiya wê, xweşik bûna wê tê bîra wê.
     Ajokarê otobûsê gava pêl gazê dike; jinika xweşik Gewrê hundirê otobûsê de ye. Gava trên ûrinî dike; Gewrê wisa gazin dike:
    “Marê reş, marê reş, te çer xortê mîna beranekî ji xwe re daqurtand û tu çûy!” *
     Gelo marê reş çi kiriye ku ew qas bûye tirs û ketiye dilê gel de. Dibêjin marê reş li nav mal de be lazime neyêt kuştin. Ji xwe marê reş xwemalî bûye û êdî  ji malê  tê hesibandin. Ji bo wê çendê dibêjin kuştina marê reş gunehe. Sedem çi ye gelo? Gora min sebeba wê; koçberiye.
    Trên, hêviyên mirov, hêzkiriyên mirov, xewnên mirov, xeyalên mirov ji xwe re dibe û winda dike. Trên dirêje, çend malikên wê hene. Her malikek windabûna çend mirovan temsil dike. Dûr ketin, winda bû ne. Windabûn mirina li paş xwe de mayina ne.
     Beranê Gewrê jî, li malikên trênê peya bû ye û dûr çû ye û winda bû ye. Şevên bi serma û dirêj de Gewrê tenê bi xeyalên xwe ve dimêne. Tu kes nîne ku daxwaza Gewrê bi helalî cih bê ne. Gewrê, wan şevên tarî û tenê de aqilê xwe diavêt. Gava Gewrê kolanên gund de dimeşe; zilamên gund bi paş wê ve niyetên xwe diveşêrin, lê di devên wan de peyvên ne baş derdikeve. Êdî taqeta Gewrê namine û li navenda gund de xwe tazî dike. Hemû gundiyan heta kuçik û çûk jî ji ber Gewrê direvin.
     Apê Seydî bi aliyekê gund de tifeka xwe hildigire û bayê re şer dike. Fişêkên xwe yek bi yek li ser ba de rêdike.
      Kevirê kerr, guhdariya xortên wê bajarî dike. Sirên wan li nav zikê xwe de dihewî ne. Tenê sirên qeymeqam nahewîne. Ew jî pêşî navên gundan, taxan û zarokan diguherine. Du re delamûtek didênin zikê kevirê kerr de û ew heqqar sir diteqine û hemû sir belav dibe. Dibêjin ew sir li nav hemû bajaran de belav bûye û pêla wan gihiştiye welatê tejî  bi çiya tê de. Wan çiyan hemû gul bişkivandiye û wan gulan jî behna xwe li ser evindarên şevên spî de barandiye.
    Dibêjin şûna kevirê kerr hê jî xuya ye.

  Tahir Taninha
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir


   Jêgirtin: Bihuşta Lal
Navdanka Pirtûkê:
Bihuşta Lal
Selahaddîn Bulut
Weşanxane: Avesta
Rûpel: 71                                                            

22 Aralık 2011 Perşembe

NİRXANDİNEK Lİ SER HİKAYETÊN MELA MAHMÛDÊ BAZİDÎ-SADEDÎN ÇIRA




Sadedîn Çira



                   NİRXANDİNEK Lİ SER HİKAYETÊN MELA MAHMÛDÊ BAZİDÎ

            Di hîkayetên Mela Mahmûdê Bazîdî de vegotin xurt e, hûnandin û tevn hema bi qasî ku tune be, kêm e, qels e. Di neqilkirina bûyeran de, di vegotina hikayetan de realîzmek serdest e. Ne çîrokên fîktîf (xeyalî) ne, rasterast ji bûyerên ku di jiyana kurdan de qewimîne hatine neqilkirin. Ev neqilkirin (vegotina hikayetan) bêyî ku were estetîzekirin hatiye nivîsîn. Di jiyana gundan de çawa tên qalkirin, wisa.
         Vegotin sade û herikbar be jî, ji ber ku nehatiye eztetîzekirin û bi awayekî realîst bûyer tên qalkirin, (bi nezanî an bi zanebûn) kirînên kurdan ên xerab jî radixîne ber çavan. Kurd cahil, hov, çavnebar, kujer, talanker, diz, xayin derdikevin holê. Mînak hikayeta bîst û pêncan. Şivan Sîso yê ku pez dibe Stenbolê “Ser û çav bi pirç” tiştekî ecêb e. Ji wî re qehwe tînin, cahil e” dibêje: “Qardaşo şîrê we çi reş û tale û eve kodikên we ji boyi çi wisan biçûk in?” Yanî nizane fincan û kodik, qehwe û şîr ji hev derxe! Ev bi me rast nayê. Kurdên ku pez dibin Şam û Erebîstanê (di çanda wan de tune be jî) ne mimkune ku nizanibin cîranên wan î ereb qehwe çêdikin û pê nehesiyabin. Di hikayeta bîst û çaren de jî wisa ye. Wek ku ji devê “bajariyên” ku henekê xwe bi gundiyên kurd dikirin, tê qalkirin.
           Kesên ku kurdan nasnakin van hikayetan bixwîn in, wê bêjin qey kurd ji barbaran barbartir in.
           Li cem eşîrên kurdan hinek nirx hene, ku ew in eşîrtiyê bi me didin hezkirin.Wek ku dijminê wan jî were ser cilika wan, kurd di mala xwe de neheqî, bexîlî, qelaştî li wî nakin.
           Dema meriv hikayeta nehemîn, hikayeta çardemîn, ya bazdemîn, ya şazdemîn, ya bîst û yekemîn dixwîne, dihêlin ku meriv ji kurdbûna xwe şerm bike; ji ber ku îxanet, dijmînahiya dostên bi qelaşî, dizî, şîrheramî, talankerî û telaqreşiyên ku di hikayetan de derbas dibe. Di van hikayetan de, meriv xwe di nav fen û futên Osmaniyan de dibîne.
           Ji çavberdana birayê biçûk ya ku wê keçika ji birayê xwe yî mezin re bixwesta bigirin, heta di mala mazûvanê xwe de kuştina mazûvanê xwe. Ji talankirina karwanan û malên kesên ku bi wan dikarin, heta bi dizî ya dêran. Ji jinên ku wek mêr yan jî birayê xwe qelaştî dikin bigirin, heta nefreta ku di navbera kurdên misilman û kurdên êzdiyan de ye, rasteqiniyek têr acizker xwe diajo ser mirov.
            Di hikayetan de jina kurd:
            Dayika Xan Abdal î Guher Xanim û hevsera paşayê ku di hikayeta yazdehan de (navê wê nayê gotin) derbas dibe ne têde, profila jinan ne rewnaq e. Karektera jina herî rewnaq, jina ku wek mêran şer dike ye. Guzel xatûnê jina Cergo “nêreşîrîne.” Milê Kirêt (xulamê ku xwestiye destbavêje wê) ku wî kuştiya jêdike û davêje ser siwarê ku hatiye xan ê. Ji bo wî bitirsîne. Siwar natirse, milê din jî jêdike davêje ser wî.(hikayeta 19)
            Bûka Elî Nasiran Werdê,jahrê dixe nav xwarinê û dide hamû malbatê. (hikayeta 17)
            Adîle Xanim a ku Şêxî Begê bi we’da zewacê dixapîne, tîne cem xwe û dide kuştin.(hikayeta 9)
            Xuşka Selîm Paşa Sultan Xanimê jî wisa.(hikayeta 16)
            Leylê,jina Çinar Axa ku bi yekî ciwan re dikeve munasebetê. (hikayeta 26)
            Jina Mîre Beg ku navê wê nehatiye gotin,ji ber pêwendiya bi mêrekî ciwan re datîne,ji aliyê kurê mêrê xwe(dijwar) ve tê kuştin.(hikayeta 35)
            Mela Mehmûdê Bazîdî digel aliyê xwe yî misilmaniyê jî, di hikayetan de, kî çawa be-wanî vegotiye. Melayekî misilman xerab be, xerab; fileyekî baş be, baş nîşan daye. Mînak, hikayeta sîh û heşt. Ji bo Jubirê Frensî weha dibêje: “Kesek belko ji ehlê îslaman heta niha ev terze insaf û merwet nekirine.” Hikayeta bîst û duyem jî, bi hevoka: “Berê niha mela û feqehên Kurdîstanê gelek dizî ji dêrên filan dikirin.”
            Hikayeta yazdemîn,ji hemû hikayetan cûda ye. Beravajî hikayetên ku bi neyartî, îxtîlaf û dexesî diqedin e. Dijberî Paşa û Begên ku ji bo rehetiya xwe kedxwarî û mêtingeriya gel dikin, prototîbeke Paşa yê qelender xêz dike. Ev Paşa, mezinahî ji xwe û malbata xwe re, rehetî û xemla jiyanê ji gel re dixwaze. Ji xanima xwe re, ku di serdana cejnê de jinên axa û e’yanan hatine destramûsana wê û wê jî ji kincên xwe yê kevin fedî kirîye re weha dibêje: “Meznayî ji boyî te bes e, xeml ji boyî wan, meznayî ji boyî te. Hiqas jinên axa û etba’i û xulamên te hene, ev qedr ji boyî te fexr e, bes e û ev xulam û etba’ me ji dijmin diparêzin. Meznayî bi re’yet û xulam û etba’an dibe, meznayî bi dirav û çek û zêran nabe.”
          Ev gotinên bi ruh in ên Paşayekî kurd û îdeal.
          Her çiqasî Bazîdî di serê hikayetê de gotibe jî. “Di zemanê mazî da paşayêd Bazîdêd…” Li gor texmîn û nerîna me ev ne bûyerek e hatiye jiyîn e. Belkî ev xeyalekî Bazîdî bûye. Ji xwestina wî ya Paşayek weha qelender û zana, bi wijdan û hay ji gel hebe ye. Bi vê daxwazê profîleke wanî xêz kirî ye. Ku di rastiyê de Paşayên wanî ji me kurdan derketibana, mînakên dexes, xayin, nezan ên ku di hikayetên din de hatine jiyîn ne diqewimîn.
          Di dawiya hikayetê de, siwar diçin Qeredaxê talanekê tînin ji bo xanima Paşa yê xwe ku ji xwe re bi cil û zêran bide. Lê Xanim qebûl nake. Dibêje: “Bila ji boyî leşkerê bitin, ez bê cil û zêr dibim, lakin meznayî bê leşker nabitin.”
           Bazîdî dîgel ku pirr gotina ekrad/kurd û Kurdîstanê dike jî, koka hinek mîrênkurdan bi Ebasiyan ve girê dide û dike ereb.
            Di serdema ku hemû cîranên kurdan bi netewebûnê hesiyane, kurd yan hevûdû kuştine û êrîş birine ser bajar, navçe, gund û kelehên hevûdû. Ketine pey tazikirina karwanan û talankirina hevûdû û wek mêrxasiya herî mezin xwe pê pesinandine. Li hêla din jî, ji mafê netewebûnê mehrûm mane û li ser sînor ji bo îran î û Osmaniyan şerkirine.
             Ku em ji aliyê derûnî, sosyolojî û dîrokî ve van hikayetan binîrxîn in, wê sedema bindestmayîna kurdan eşkeretir bibe.

   
      Sadedîn Çira

Kulûba Xwendinê Ya Diyarberkir

Navdanka Pirtûkê:
Mela Mehmûdî Bazidî
Weşanxaneya Lîs

19 Aralık 2011 Pazartesi

Jinên Qatên Bilind ya Helîm Yûsiv- Evdile Qasan



Evdile Qasan
                   JINÊN QATÊN BILIND - HELÎM YÛSIV
       Di nava pirtûkê de heşt çîrok cîh digrin. Her çiqas warê mijar û hûnandina çîrokan de tu cudahîyek tunebe jî, mirov dikane wan du beşan binirxîne. Di beşa yekemîn  de buyer, di derûdora kesekî  de diqewîmin. Şerê leheng  bi wî re ye. An dimire an jî di ser reya mirinê de ye.  Beşa duyemîn de jî, leheng kozika xwe derdikeve, hurgilîyên jiyana derveyî bandora rewşe  wî dikin. Mebesta wî xwe gihandina jinê ye, dîsa nagîhije û têk diçe.
      Çirok, li ser tegehên rasteqîn û derveyî rasteqînî hatine ristin. Di navbera wan de pirrek hatiye danîn. Tiştên rastî, malbata, gotinên kesen navdar, nakokîyên navbera gelan, mirin, hezkirin, evîndarî û hwd. Tiştên derveyî rastî, kêzikbûyîn, kurmbuyîn, kullîbuyîn, bibaskbuyîn û hwd.
      Buyer, di navbera xewn û hişyarîyê tê vegotin. Reşikên şevê an jî listikên mêjî tu caran lehengan rehet nahêlin. Wan navbera jîyana rojane û jiyana xeyalî dibin û tînin. Rastî û xeyalî tevlîhev dibe. Carna leheng xwe mikur tê,rêyeke çîrokê ra vedike, çîrokê digîhîne dawîyê. Encam tu caran li dawîya çîrokan nehatîye diyar kirin, jixwe kesayet bi xwe encam in. Di cîhanê de pirgirêka wan a herrî mezin, bi çêbuna wan re, bi têkiliyên wan re û bi hişê wan re hatiye girêdayîn.
     Lehengên çîrokan hemû zana ne. Li mala xwe tenê dijîn, dîtbarîya cîranan û derûdorê dikin. Ewqas kesayetîya wan perçe buye ku li jîyan û civakê qut bune. Rastîya xwe ya kesane pêvetir, tu nîrx nadin derveyê mala xwe. Gelek pirtûk xwendine, lêkolîn kirine labelê; tu tişt wek gotinên pîra wan bandor li wan nekiriye. Perwerdehîya pergalê  nikarîye, wan li binhêşîya wan  a zarokane re qut bike. Ji bo çareser kirina derdê xwe nikarin çareyek di pergala ku têde dijîn de peyda bikin. Di dawîyê de disa vedigerin gotin û qewlê dê û pîra xwe ku di binhêşîya wan de cihekî giring  digrin û  bîra wan dagir kirine. Di wir de nivîskar xwestîye  çanda mezin buyîna mirovek de, bandora malbat û civakê destnişan bike. Ristin û hunandina çîrokan li ser teorîya surrealizm re hatiye ava kirin. Nivîskar xwestîye têgeha surrealîzm di şêweya vegotina wêjeya kurdî de cih bike. Gava mirov jîyana kurdan dinêre, di jîyana kurdan de, rastî gelek buyerên bi vî awayî tê. Ev jiyan bixwe jiyaneke surrealîst e. Kurd sedemên hiş alozî  û nexweşîyên xwe derveyî jiyana rojane de dibînin. Minak reşikên şevê, cin, melkemot, ber bi ezmana bilind bun û hwd.motifên wisa di nav jiyane me de cîhekî giring digrin. Nivîskar vî warî  mebesta xwe di çîroka “Bidarvekirina pozekî” de baş anîye li ser zimên.

             Evdile Qasan

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Helîm Yûsiv
Jinên Qatên Bilind
Weşanxaneya Avesta
94 rûpel

14 Aralık 2011 Çarşamba

Di Xew de ya Cemîl Saîb-Tahir Taninha


Tahir Taninha

                                                            
                                                              Di Xew de- Cemîl Saîb

             Cemîl Saîb çîroka dirêj ya bi navê Di Xew de (Le Xewma) 1925’an de dinivîse. Karakterê çîrokê nivîskar bi xwe ye û bi vegotina kesê yekemîn dinivîse. Xewna xwe de buyerek dibîne û wê buyerê ji xwendevanan re parve dike.
                   Hêma ya xewn, di wêjeya kurdî de pir cihê xwe girtiye.
                   Di çîroka “Di Xew de” destpêka wê bi xewn destpê dike. Mebesta nivîskar hin mijarên bi rasteqîn bi zimanê wêjeyî bête veşartin û meqseda dilê xwe jî, ji xwendevanan re birêje. Ciheke desthilatdariya zordest hebe; li wir wêje, huner ji xwe binpêkirin e. Êdî wêje, huner berwejendiyên serdestan dide xuyakirin û dide parvekirin. Yên dijî xwe tu carî qebûl nakin û napejirênin. Her dem wan qedexe dikin.
                 Rewşeke wusa de gelo nivîskar û hunermend tê çibike? Wekî minakên dinyayê de hatîn dîtin, nivîskarên rûmeta wan heyîn; tu caran ji rastiyê dûrneketin e. Ramanên di dilê xwe de bi zanistî bi zimanê wêjeyî bi perên spî de rêjandin e.
               Cemîl Saîb jî, ji zordestiya desthilatdariya wê demê re serê xwe xar nekiriye û dev ji wêjeyê bernedaye. Gelên di bindestiyêde, dert û kulên xwe her dem bi zimanekî girtî, ne zelal û bi veşartî bikaraniyîn e. Rastî, derdê wêjeya baş jî lazime ev be. Ya rast tu caran serê xwe li ber serdestan re ne dêne û her dem bi serfirazî tev bigere. Heger nivîskar hecranên xwe rast bi rast binivîse; ew nivîs di wêjeyekî bi qels bi xwe re dê bêne. Lê nivîskar hecranên xwe bi zimanekî estetîk, hevokên bi ahengî û me’aneyekî dibin peyvande neximkirî; dê wêjeyekî serkeftî dê derbikeve holê.
                  Çîroka ‘Di Xewn de’  bi teknikeke em bêjîn modern destpêdike. Bi serê xwe hêmaya xewn derfeteke pir baş dide destê nivîskar. Heta cihekî jî nivîskar vê derfetê bi zimanê wêjeyî şixûlandiye. Lê fikra nivîskar di vegotînêde pir eşkere dibe.
                Karakterê sereke gava dikeve destê leşkeran de her gav buyerên neyînî dibine. Heresên wî yek bi tenê jî nivîskar baş nade xuyakirin. Hemû li der û dora wî xerabin, çavbirçîne û zalimin. Serokê wan jî ‘zirtepoze’ û bêwijdane.
                 Vebêjer guhê xwe dide odeya jinan da ku ji xwe re rêyek bibîne û bireve. Guhê xwe dide gotinên jinan: “Dengek dihat û digot: Qurban jina filankesî cotek guharên wê yên gelek antîka hene, wê salê mêrê wê ji Stembolê jê re aniye. Sê rêz elmas tê de hatine bicihkirin, dibêjin li wir bi sedûpêncî lîreyan kiriye, lê qîmeta wê nayê gotin, bi Xwedê ew tenê li  te tê, tu wê ji xwe re jê bistîne.” (37)
               Gotinên jinan wusa dewam dike. Heger em malbatên desthilatdariyan binêrîn; hemû kesên malbatên wan dewlemendin. Di vê çîrokê de jî wusa xuya dike.
                   Cemîl Saîb, di çîrokêde carnan bi xwîneran re diaxive û wan dike şahîdê xwe. “Li vî milî û wî milî dixistin û êrîşî ser baran kirin û li ser û çavên sê-çar kesan xistin. Di wê navê re-di navbera me de be-çend tep jî li serê min ketin.”* (13) Hevokên bi vî şeklî berdawam dike û di navbera xwe û xwînerande pirek ava dike. Di wêjeya dinyayê de bi karakterên xwe re axaftin, bi xwînêran xwe re diyalog û lehengên xwe re gazîkirin pirin. Heger ez ne xeletbim di çîroka kurdî de şêwazekî wisa yekemîn e.  
                   Cemîl Saîb, wisa dewam dike: “Wê got, ka mehfûrê û hevrêşimê bînin ez bibînim. Ew anîn û danîn ber (ez wisan dizanim ew bi dilê wê bû), wê got, rakin.”(39) Di eynî rûpelê de jî cih dide hevokên wisa. “Pişt re guhê xwe dayê, yekî din hat (ev dengê mêrekî bû), jê re got, qurban, em serkar filan hemî dizanin…” (39)

Tahir Taninha
          
                           Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
          
                  Jêgirtin:
                 Di Xew De

                 Navdanka Pirtûkê:
                 Di Xew de  
                 Cemîl Saîb
                 Weşanxane: Avesta
                 Rûpel: 88                                                                                 

10 Aralık 2011 Cumartesi

Nûredîn Zaza û Çîroknûsiya Modern - Sadedîn Çira





                                       NÛREDÎN ZAZA Û ÇÎROKNÛSİYA MODERN

        Çîroknûsiya kurdî, bi çîroknûsiya cîran û rojhilata navîn re hev çax e. Çîroka kurdî jî bi wan re, heta (ne giring be jî) demeke kurt berî wan welidî ye. Lê mixabin ne perisiye, mezin nebûye, tim zarok maye. Çîroka cîranan û cîhanê, merhale bi merhale pêşketî ye. Ji pitiktiyê bûye zarok, ji zaroktiyê bûye ciwan, ji ciwantiyê mezin bûye. Li pey mezinbûnê jî kemilî ye. Çîroka kurdî jî wek zarokek zeîf maye li nava nexweşiyan. Sedema vêya gelek in, lê du sedemên sereke hene, yek: Nebûna dewleta kurdan, du: Negihîştina nivîskarên li du nifşê hewarê û nebûna xwendevanên kurdî ye.
        Di bindestiya kurdan de herî pirr kurd sucdar in. Di talanbûna çanda me de, di ne pêşketina wêjeya me de, herî pirr em gunehkar in. Ma çi ferqa yên ku di dema şer de bêdeng mane, ji xayinên ku li cem dijmin cîh girtine heye? Çi ferqa kesên ku ji bo zimanê xwe fêr bibin tu zehmetî nedane xwe, ji neyarê qedexekar heye? Di encamê de, beşeke serhildêr û berxwedêr bi tenê hatiye hiştin; bi tenê şer kiriye û bi tenê şikestî ye. Lê hemû kurd û kurdîsdan pê re têkçûye. Sûçdarên vê têkçûnê ne yên berxwedan e û şikestine ne, yên ku wan bi tenê hiştine ne suçdar. Ji bo hemû kurd xwe ji vê sucdariyê xelas bikin  û genehê xwe bişon, divê wek Qoço yê Pola yê di çîroka Gulê de bêjin:
         “Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakir! Niha dora min e…” û zend û bendên xwe badin û xwe bidin pêş.
           Gulê, lehenga çîroka “Gulê” karaktereke balkêş e. Mêrê xwe yê bi zorê pêre hatiye zewicandin dikuje û direve cem qralê çiyan Qoço yê Pola, ku panzdeh sal e her cûre xerabî, zilm û kuştinê kirî ye. Yanî ji neheqiya ku li wê hatiye kirin, bi çûyîna cem neheqekî/zalimekî mezintir, xwe ji gundiyên ku navê qehpikê li wê kirine diparêze. (Ango ji ber bê dîn/olan xwe davêje bextê bê îmanekî)
           Digel “tajanagên” ku li wê tên kirin jî, Gulê ji Qoço hezkiriye û bextewar e. Qehpikek e di çavê gundiyan de. Qoço ji vêya ne aciz e. Wê wek qehpikekê bi xwe re digerîne! Dema fahm dike ku wê dijmin bikeve welêt û wê ji wî re cî û ewlehî nemîne dibe welatparêz!
           Gulê di vegera jêkirina serê zapitê dijmin de, ji hêla  Qoço ve, bi gumana qehpetî û xayintî yê tê kuştin. Gulê karakterek e ku dikare dijminê xwe (ku mêrê ne bi dilê xwe pêre zewicî be jî-zabitêserleşkerê dijmin be jî) bikuje û ji bo hezkirî û nirxên xwe jî dikare xwe bide kuştin.
           Nûredîn zaza forma çîroka modern bi nivîskariyeke xurt nîşan dide. Mînak:
          “Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiya.”(çîroka gulê)
           Ev şayesendina şêwaza çîroka modern e. Zaza îspat kirî ye ku nivîskarên kurd dikarin çîroka gund û gundiyan bi qalibên modern binivîsîn in û bi motîf û hêmanên kurdî bixemilî nin. Di çîroka stêrk de, jimartina nevê stêrkan û koma stêrkan nîşana vê yekê ye.
           Di çîroka “Hevîna Perîxanê” de, şikbariya perîxanê ya ku tiştek ne baş qewimî ye û daxwaza wê ya zu bigihê malê,wanî şayesendiye:
          “Bayekî payizê yî pîs pelên daran ên çilmisî û zer dibarandin ser serê Perîxanê û apê wê. Ev pel wekî laşên miriyan diketin erdê û ew dinûxûmandin. Perîxanê bêhn teng dikir…Mal jê re dûr…Pirr dûr xûya dikir; dimeşiyan…Dimeşiyan lê nedihigiştin.”
          Rewşa wê yê hestiyarî û tengezariya giyanê ya wê kêliyê bi rewşa xweza yê re û neqadandina rê re, baş li hevhatiye.
          Dema qala şivanekî  gundî jî dike, evîna wî ya paqij bi estetîkeke wêjeyî pêşkeş dike. Mînakek ji çîroka stêrk:
         “Di her tiştî de ez bi livînekê dihesiyam; giya mezin dibûn, kulîlk vedibûn, mêwe digihan...Dilê wan jî wekî dilê min hildavêt û xûna wan jî wekî ya min dibeziya…Stêrk bi xwe radibûn û rûdiniştin.”
           Heftê sal berê Nûredîn Zaza çîroka kurdî ji şêwaza klasîk rizgar kirî ye. Ji aliyê naverok/tematîk heman tişt be jî, ji aliyê teknîkî, hûnandin, vegotin û karakterîstîkî ve, ewilîn çîroka kurd ya modern e çîroknûsiya Nûredîn Zaza.
          Di çîroka keskesor de, Zaza qala serkeftin û têkçûna serhildana Şêx seîd dike. Çîrok di şêwaza bîranîn-vegotin de ye. Di 1941 de N. Zaza weha gotiye:
         “…Em kurd li benda bihara xwe ne; li benda baraneke bi keskesor in.”
          Heftê sal di ser re derbasbûye, dema em bala xwe  didin rewşa kurdan a sîyasî û wêjeya kurd, kurd jî û wêjeya kurd jî, niha ji her demê bêtir nêzîkî ‘bihara xwe ne’
          Çîroka Zaza li pey kêfxweşiya jiyanê, surprîzên nebaş ên jiyanê rû bidin jî, bi hêvî diqedin.Mînak çîroka “Derketî”(adaptasyone) û çîroka “xûrşîd” Çîroka “Derketî” bi dubarekirina gitina “Derketî li her derê bi tenê ye” ji gelek hêlan ve nivîskar analojiya xeribîyê û welatê xwe dike, digel dilê xwe bi xwe şewitînê. Lê di dawiya çîrokê de weha diqîre:
         “Derketîyê reben! Ev girîn û zarîn bes i!...Hêviya xwe vejîne û xwe ragire; tu jî rejekê bigihêjî miraz û armanca xwe,heke îro nebe jî…Sibehê!”
          Çîroka Xûrşîd ku lawê xwe yê li ber zewacê û tekane, li ber çavê wî di avê de difetise jî mînaka duyemîn e. Xûrşîdê bê derd û dewlemendê gund, piştî mirina lawê xwe, di salekê de, ji qehran kal dibe. Lê ew û mele yê gund dest didin hev, ji bo zarokên gun perqerde bikin û “Piştî şandeh salan di gund de daweta çil xortên hêja, xwenda û miletperwer çêdibû û Xûrşîd têde bi serê govendê girti bû.”(çîroka Xûrşîd)
           Nûredîn Zaza di koma nivîskarên hawarê de, digel temenê xwe yî ciwan (22 salî ye) bi qasî ku xwedî mîsyon e, ewqasî jî xwedî wîzyon e di wêjeyê de. Lê mixabin ev di wêjeyê de nadome.
          Gelo siyaset behremendiya wêjeyî ko dike?
          Ne wisa be,çima Nûredîn Zaza ku hîmê çîroknûsiya kurdî ya modern (di temenekî ciwan de)avêtiye, piştî ku dikeve siyasetê ji berhemdariyê dikeve? Di navbera dû salan de 9) çîrok, di navbera (46) salan de jî (heta wefata wî) tenê çîrokek “şerê mêşan” nivîsî ye.
          Çîroknûsiya kurdî li pey Nûredîn Zaza û nifşên Hawarê, di cîhê xwe de ma (bû). Lê ev pazdeh-bîst salên dawî, bi gelek pênûsêb ciwan ku ne di bin asta çîroka cîhanê de ne, çîroka kurdî (bi giştî wêjeya kurdî) ber bi ‘bihara xwe’ ve bi gevên xurt dimeşîn in.


Nivîskar: Sadedîn Çira

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Gulê
Nureddîn Zaza
Weşanxane: Lîs



       

6 Aralık 2011 Salı

Çîroknûsiya Anton Çehov- Evdila Qasan



Evdila Qasan


        NÎŞEYÊN LI  SER ÇÎROKNÛSIYA ANTON ÇEHOV RE(1860-1904)
            

              Nivîskar, bîst saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Li nivîskariya ku bîst û pênc sal domyaye ji bi sêsed çîrok, piyesên sê perde, du perde û yek perde  re navê xwe wêjeya cîhanê ve  bi tîpên zêrînî nivîsandiye.
              Heman demê de li nivîsandina “çiroka kurt” de minakê ewil, tê pejirandin.Dîsa ji bo hunera şanoyê gelek karên hêja kiriye.
             Pirtûka ku di destê min de ye, ji pêncî û yek çîrok û piyeseke du perde tê de cîh girtiye.
            Gava mirov li dîroka welatê nivîskar dinihêre, li vê demê gelên  rûsî de hinek guherînên ber bi çav re derbas dibû, welatîyan têra xwe rêwîtîya ber bi ewrupa ra dikirin, xwe hînî veguherînê dikirin. Li vê demê  ewrupa yê guherînên bêhempa çêbû bû. Bi saya ronesans û reformê nîrxên nû bilind bûbûn. Fikr û ramanên nû derketibûn. Malbatan, zarokan xwe re (malbatê asîlzade) mamosteyên frensizî, îngîlîzî peyda dikirin û wan perwerde dikirin. Nivşeke nû dihat amedekirin ji bo guherînê. Ev kes gava ku gihîştin zimanê wan dirêj bûbû her tişt rexne dikirin. Sincike nû xwe re afirandibûn, hemû nexweşîyên welatê xwe hesîyabûm. Mirov gava hişmendî ya  nivîskar dinihêre ev tişt diyar dibin.

             Nivîskar, civata rûsî ser û bin kiriye. Ketiye li nava gel êş, jan û pirsgirekên wan kiriye mijara xwe. Li herdem bi çavekî rexneyî tevgerîya ye. Tu caran gava bûyer vegotiye, hestên wî bandor lê nekirine, herdem xwestiye nexweşiyên ku li nav civakê de diborin bi saya zimanê xwe yê tinazî bîne li ser ziman xwîner ji tê de sûd verbigrin.
               Di çirokên Çehov de ji hêla, carna bi kesê yekemin, carna  jî  bi kesê seyemîn ve tê vegotin. Li vir mirov têdigihîje ku çavderîya nivîskar gelek bihêze û heta dawîya çîrokê hemû hûrgilîyên vacê j ili destê wî de ye, xwestîye ku gava ku xwîner çîrokê dixwînin herdem bi rêyeke durist re bigîhîjin mebesta çîrokê. Nivîskar krokîya çîrokên wisa nîşan daye: Destpêkê de kesayetîya lehengên xwe nîşan daye, piştre jî bûyer qewimiye, dawîye de xwestiye ku mebesta xwe bîne li ser zimên. Hinek çîrokan de jî ev tişt berevajî kiriye, hinek çîrokan de mirov encama bûyerê ji  nîviya çîrokê de hildigire dest, vê demê tenê vegotineke estetîk ber mirov de dimîne, mirov naxwaze ku sûd vergirtinê  ji  bi vegotina estetîk re bêpar bimîne. (Mînak” çîroka rojnivîsa alîkarê bersvanekî-sayman)
                Navên çirokan bi mijar û lehengan re girêdayîye. Ev yek karê xwînêran hesan dike. Çend çirokan nivîskar bi hostatî nav çirokê kiriye; bala wan kişandiye li ser navê çirokê, bûyer li vê şert û mercan de ristiye, xwestiye wan dawîya çîrokê de bi encam bûyer re matmayî bihêle. Mînak; Şeveke tirsehêz (korkunç bîr gece) li malan darbest tê dîtin, ev tişt bandor li ser lehengan dike, dawîyê dide xuyakirin ; Xezûrê hevalê lehengê (darbest çêker e) ji bo ku hecizê xelas bibe darbestên xwe yek bi yek li malên nasên xwe re belav dike, nîşeyeke dinivîsîne datîne nava darbestan, bi vî awayî gava mirov ev tişt hîn dibe, matmayî dimîne. Li vir darbest wek alav hatine kar anîn, mebesta çîrokê rewşeke zor de mayîn çawa fikrekî afirinerî xwe re tîne, an çêdike.
Çehov, di çirokên xwe de zimaneke xwerû û galteyî (mîzahî) kar anîye. Gelek leheng û kesayetîyên xwe  bi nasnavan  re nîşan daye. Ev nasnav sedî sed li nûnertîya şexsê wan dike û çirokê de weyn (rol) xwe bi vî awayî kar tînin û dixemilînin.Mînak (Ji çîroka Buxtan; Mamosteyê Erdnigarî îvan Petrovîç Loşanînih-Hespîn’atçil’ mamosteyê werzeyî (matematîk) Tarantulov-Tevnepîrîn’orumcekgil,mamosteyê fransizî Pas de Quoi-Ne tu tiştek’ bir şey değil, alîkarê venêrînî  yegor  venedîktiç mzda-xelat ‘odul………….rûpel 252)
               Di çîrokan de şayesandin ciyekî pir giring digrin, xanî dişibîne jinekê qulûz, wargehekî ji mîna mirov jîndar dike li bi hêstan lê bar dike, mirov gava dixwîne dixwaze dengê wî/wê bibîhîse. (Mînak; çîroka CÊZ (ÇEYÎZ) û çîroka Zimanê kesk –rûpel-45, 69)
                Herrî dawî de mirov gava çîrokan dixwîne gelek cej ji wan distîne û xwe li nava çîrokan de ji lehengan yek dihesibîne. Çiqasî civat biguhere jî çîrok berî sed û pencî salan hatibin nivîsandin jî mirov heman mirov in. Derûnîya mirovan de tiştên ku diqewimin heman tiştin, lê dibe ku şikl û dîmen biguherin.Ji xwe nivîskarekî li gelemperî binhêşê mirovan de ev tişt zeft kiribe, ew nîşaneya wî a nemirî ye, li wê dike nivîskarekî gerdûnî.

Çavkanî:Anton Çehov
               Bütün öyküler/Cem yayınevî/3.Basım/2001/Mehmet özgül

29 Kasım 2011 Salı

Saturn-Evdila Qasan


                          Saturn-Evdila Qasan


               NÎŞEYÊN DERHEQA DI “SATURN” A REMEZAN ALAN DE

           Gava  mirov li navê pirtûkê dinêre, cara ewil gerestêra Saturn  tê bîra mirov. Mirov xwe bi xwe dipirse; ‘Pirtûkek ku bi zimanê  kurdî hatibe nivisandin û pirtûkek wêjeyî be, têkilîyek çawa navbera gerdûn û wêjeyê ra hatiye dayîn.’
      Mirov destpêkê berga pirtûkê dinêre; çar heb neynik henin, nava her çar neynikan de jî çaveke xuya dibe, ev çav, çavên vekirî ne, bînerên xwe temaşe dikin.
     Wê demê meraqa mirov hineke din zêde dibe, mirov dixwaze demildest dest bi xwendina pirtûkê bike û pirsên ku di nava hişê mirov de ketine pêdarê, ji wan re çareyeke bibîne.
     Hîna destpêka pirtûkê de, hîna vebêjer neketî dewreyê, mirov vê carê rastî girîzdahek tê ku ‘ Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî re, gava vebêjer çîroka çîrokê dihune berî, çîroka eslîn vê carê mirov rastî Agaz-i qiseya Şêx Xalîp a Husne aşq tê, gava Bengîn dest bi çûyînê dike, çîroka eslîn diqede vê carê jî mirov rastî  Xatîme ya Ferîdeddîn Attar a Mantiqûl –Teyr tê.  Şêweya nivîsandina wan berheman nivîskar ji xwe re dike mînak, dixwaze xwînerên xwe agahdar bike.
     Nivîskar, xwestiye bi vî rêbaza han re berhemek têr û tijî biafirîne. Li birastî, berhemek bi vê şêweyî mînakek ewil e. Her çiqas xwendina wî, ji bo xwendewanan zor û zehmet be jî, ji bo şêweya bi vî awayî mirov pê kêfxweş û  serbilind dibe.
     Beşa ewil de vebêjer Gerrok Ibn Pitat, sedema  vegotina romanê re, vacek(mentiqek) nîşan daye, ji  xwîneran re hatiye ragihandin ku ev çîroka çîrokê ye. Vebêjer, dîmeneke destana Memê Alan girtiye dest û roman bi wî awayî berdewam dike hetanî ku Bengîn neçîrê de; bi xwarin û dermanekî, hemû hevalê xwe re rêya xewneke şîrîn vedike û hemû radikevin. Çûna xwe hêsan dike, azad dibe û dikeve pey evîna xwe.
     Roman  biryara çûyîna Bengîn, bitevneke têkîliyên nişteciyên qesrê re hatiye ristin. Her qereqter xwe parastiye, sedema bûyîna xwe, peywîra xwe heta dawiyê cîh aniye.. Car caran kesên ku  li qesrê de jiyana xwe didomînin ev kes jî alîkariya vebêjer dikin, çîroka xwe dibêjin. Sedema çûyîna Bengîn piştrast dikin. Ê ku Bengîn perwerde dike, hêla wî ya fikr û raman xurt dike Dersdar e. Meyter hizmeta derketina Bengîn a neçîr dike. Şêwîrdar û Azwera li pey dest hilanîna desthilatdarîyê ne. Ji bo cîh anîna mebesta xwe tevdigerin.
     Gava biryara çûyîna Bengîn de, daneyek nakeve destê Mîr Kalanê, mecbûr dimîne diçe cem remildar;  li gor remil avêtinê qedera Bengîn dîyar dibe, li wir de em pêdihesin ku wateya saturn; keywan e. Keywan li gor remildar; çiqas sadiq, jîr û mirovhêz bin jî meyla wan li ser jiyan guherandine. Em li vir hîn dibin ku navê senaryoyê Keywan e.
     Piştî çûyîna Bengîn, gava çîroka romanê ya navendî diqede, vebêjer li nav dîmenên kamerayê de tê stop kirin, rastiya çîrokê  me digîhîne rojê îroyîn, ku ev senaryo ye. Li vir de vebêjereke din derdikeve holê ev, nivîskar bi xwe ye. Hinek rexneyên xwe, rewşa hunermendên kurd dike ku bi  çi avayî berhemên nivîskî re dileyizin. Ne li gor rastiya tekste, li gor berjewendiyên xwe, berhemê diguherînin. Em li vir hayî dibin ku Keywan li ber destûr bê girtin, dibe Saturn.
     Di hunandina romanê de hinek tişt weke alav hatine kar anîn. Di çîroka çîrokê de  “cin” di çîroka navend de “eyna xeybê” di rastiya çîrokê jî qamera. Ji ber xwîner bêne qanih kirin,ev tişt bi zanayî hatiye kirin.
     Dîsa zanînên ku remildar dide ber Mîr Qalan, têkiliyên mirov û remil avêtinê, têkiliyên mirov û cinan her çiqas der aqilane xuya bikin jî, li ser baweriyên jiyana rasteqînê tesîr dikin. Gelek kes bersiva xwe li wan de dibîne, pê qanih dibe.
      Di encam de mirov dikane bêje, berhem bi hêla şêweya nivîsandina romana nûjen pirtûkeke serketî  ye. Tenê xwendewan gere gelek bisebr bin, çimkî xwendina wî ne ewqas hêsane. Berhem hem hêla naverok û mijar de, hem jî ji hêla hunandinê de, bi şifreyan  hatiye nivîsandin. Xwendewanên bisebr û jîr vê şifreyê dawiya dawî de destnexin jî, keda ku  nivîskar ji bo berhemê daye pê dihesin.
  
      
     Nivîskar: Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Saturn
Remezan Alan
Weşenxaneya Avesta


27 Kasım 2011 Pazar

Miriyê Heram- Evdila Qasan


                                                  Evdila Qasan                               
  

MIRIYÊ HERAM

         Niviskar bi dimenên dawiya romanê dest bi vegotinê kiriye. Pirtûk li ser bingeha hişmendiya kurdewariyê ava bûye, hatiye hunandin. Di hemû naveroka pirtûkê de niviskar tu caran ev yekê ji bîr nake, hem buyerên ku diqewimin hem ji tevgerên kesayetê wî nikarin ji  rêça xwe derkevin. Gava mirov dixwîne jî kesayetek an lehengek mirov matmayî bihêle an jî tiştek ku xwendewan ne bendê bin, tiştek beyî peyvîra ku ji hêla niviskar sendine  bikin, têde tune ne. Roman ji hêla kesayet û lehengan pir pasîf e.
         Heke mebest di hunandina berhemê de encam an sûd vergirtin be, nivîskar hem şêweya vegotinê hem jî ristina mijarê naveroka pirtûkê serketiye. Encam dest xistin bi mebesta nivîskar re girêdayî ye. Lê belê gava mebest afirandina romaneke nemir, tegihandina xwînêran, leyîstokên vacê, lehengek balkêş, fikr û ramanên balkêş, mijarên balkêş, tiştek nû kişf kirin, ronakbîriya hişmendî be ev dem; mirov dikane bêje ku ev berhem di waran de qels e.
       Lehengên romanê Celadet(Tûjo) û Mecît(feylesof) tekoşîna ku li hemberî pergala heyî didin têk diçin, civatê nefret dikin. Dijberiya xwe bi rêya vexwarina alkol û xwendina pirtûkan didomînin. Dawiya dawî gava ku Tûjo dimire motacê ji mele û seydayên pergalê dibin. Ji ber ku buyer neqewimin pergal peyvîra xwe cîh tîne, Tûjo vedişêre. Ev rastî Mele Evdirahman jî, rê derdixîne.
     Nivîskar xwestîye hinek rexne li rêxistin û partîyan bike, ji ber ku di warê çand û nîrxên kurdewarî de qels in, civatê xurt bike. Dawiyê de leheng hemberî civatê  têk diçin, xwe  teslimî  rehma pergalê dikin.
      Gava, mirov ev tişt di encama romanê dibîne, dibe ku mebesta nivîskar şayese kirina civate heyî be, nakokîyên civata bindest be, lê belê nivîskar rastîparêziya xwe li nav kesayetiya Tûjo de cîh kiriye, xwestiye tekoşîna li hember pergalê bi rêya  tekoşerên kesane bidomîne, dawiyê li ber rehma pergalê têk çûye. Hişmendiyek tekûz di nava pirtûkê tune.
        Rastiyek wisa di naveroka romanê de derdikeve holê, xwestek tiştek dine, avakirin û afirandin tiştek dine. Her xwestek, her daxwaz ava nabin. Civata kurd nû ve avakirin karekî zehmet e, ji ber ku ji warê sosyolojî de têk çûye. Gava niviskarek encamek wisa nîşanê xwendewanên xwe bike, helbet wê xwendevan jî têk biçin.
          Heta ku lehengên wêjeya xwendewanên xwe re hêvî çênekin, wan nedin li pey şopa xwe, wê civatê dirûvek nû negre û ava nebe.

Nivîsakar: Evdila Qasan

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Miriyê Heram
Bavê Nazê
weşanxaneya Lîs

24 Kasım 2011 Perşembe

Meseleya Wijdanê-Sadedîn Çira



Sadedîn ÇIRA





                                                             
                                                          
                                                            MESELEYA WİJDANÊ

                Lehengê çîrokê Hêtîm ku wê paşê bibe/dibe Zorob Efendî, sêwiyeke ku di şerê mezin de bavê wî şehîd ketiye û bi dayika xwe re li nav zehmetiyên jiyanê maye ye. Li pey wefate dayika xwe,”ji naz û nîmetên dê û bavê xwe mehrûm” li cem çend pismamên xwe dimîne. Beramberiya pariya nanê ku dixwe, çi karê wan hebe dike. Piştî ku piçekî mezin dibe, ji wî re dibêjin ku hewceye tu li çareya serê xwe bigerî. 
              Dema fahm dike ku “bi nan û zikê be jî” mayina wî li cem pismaman ne pêkane, pê gelekî xemgîn bibe jî, ji neçarî, ji bêkesî xwe davêje himbêza jiyana bê rehm. Her roj li cem dikandarekî dixebite li bajêr. Li cem kîjan dikandarî, tucarî, axayî bixebite, bi xapandinên wan, bi hîle, bi durûtî û bê wijdaniya wan dihese.Dipirse:
             “Bi qanûnî hilekirin di tîcaretê de helal e?” Bersiv:
             “Çi tiştê ji bo îdareyê bê kirin ji bo xelkê caîz e…”
              Ev bersiv makyewelîzmê tîne bîra mirov,ku makyewelîzm ji bo bi serketinê, her rê û rêbazê caîz dibîne. Axa, tucar û dikandarên ku hêtîm li wan rast tê û wan nas dike jî, ji bo qezenca xwe,xapandin, mêtingerî û zilmê rewa dibînin.Dipirse:
             “Ê baş e, meseleya wijdanê çi ye?” Bersiv:
             “Ji vê zêdetir neaxive.” Ye. Cardin dipirse ji axa yê xwe:
             “Qûrban, tu derbarê wijdanê de çi dibêjî?” Bersiva:
             “Gotinên pûç neke! Eger ez di salê de destê xelkê çar gundan jênekim, ezê çawan îdare bikim?” Digire.
             Bi çavê serê xwe dibîne û dijî ku gotina însafê, gotina rastiyê,gotina bawerî û wijdanê vala ye. Di civakek e ku ne xwendiniyê di ser xwendewariyê re digirin deji zarokatiya xwe ve Hêtîm tim tê eciqandin. Digel ku tê helisandin jî, fikrên wî yên baş jî hene. Ew mirovekî ne xerabe jî. Piçekî xwendin û nîvîsandina wî jî heye,lê tu kes qîmetekê nade wî û nerînên wî. Kes hesabê kesê dest vala (bê pere) nake.
            Piştî Hêtîm vêya baş fahm dike, wanî dibêje:
           “Min jî dev ji wijdanê berda û got: Cehnema  serê wan ku ji birçînan bimirin. Ma ez eloxemxwarê dinê me? Bila ez têkevim xweşiyê,însan dibê li gor der û dora xwe herek bike.(r.47)
            Van gotinan piştî ku ji aliyê reîsê şaredariyê wek erzuhalciyê fermî tê tayînkirin û dibe Zorab Efendî dike. Hêtîm diçe Zorab Efendî tê. Zorab efendî wek ku bixwaze heyfa birçî mayin, helîsîn, bê qîmetbûna Hêtîmî bistîne, dest  bi “bê wijdaniyê” dike. Zorab Efendî qîma xwe bi vê jî nayine,”çavê wî her li miqamekî mezin” e. Dibîne ku hemû kesên ku meqamên mezin dakirkirine, ji wî cahiltirin. Bi şîreta nasekî wî, şertê gihîştina wî meqamî “derew û îxanet” e. Ji ber ku ew jî bûye dilovanê meqamên mezin, dest bi derew, dizî û xiyanetê dike. Her ku vêya dike, bêtir “rêz li wî tê girtin.” Her ku “rêz li wî tê girtin” dest bi  şelafiya kesên ku kar û meqam di destê wan de ye,ji pêdivî zêde bac sitendina ji gundiyên belengaz,xwe welatparêz nîşandan û tiştine ku di wijdan de hilnayên dike:Dibe zalim.
          Çîrok,di şexsê ZORAB Efendî de,balê dikşîne ser kesên nezan ku meqamekî têkeve destê wan,çawa dikarin ji zaliman zalimtir bibin. Ji bo meqamê wan ji dest neçe, dixwazin gel tim nezan û di xewde bimîne.
          Nivîskar girîngiya xwendin û rizgarbûna ji kevneperestiyê jî bi rêya Zorab efendî dide nîşandan. Digel vê jî, kirpandina israra di feodalizmê de, nîşandana bi israr çûyîna li pey baviksalariyê jî heye.
          Li gor me, çîrok neqediya ye. Lê bi vî awayî jî xwendevan armanca nivîskar têdigihêje.

 Nivîskar: Sadedîn Çira

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Ehmed Muxtar Caf
Weşanxaneya Avesta
Ji soranî bo Kurmancî: Ziya Avci
88 rûpel
  

23 Kasım 2011 Çarşamba

HEVIND ya Celadet Alî Bedîrxan-Sadedîn Çira


                                                
                                                                   Sadedîn Çira





  

                                                                    HEVIND
                        

          Dîgel ku navê çîrokê Hevînd e jî, Menîje û Qeşem wek karakterên serek yê şanoyê xûyanî dikin. Ji Hevind bêtir li pêş in.
          Mijar serhildaneke kurd e. Em bêjin têkçûn an şikestina serhildaneke kurd e jî dibe.
          Di şanoyê de, dîsa kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe rabûne raperînê. Dîsa kurd "bê dost, zeîf" û "bê çek" in. Dîsa dijmin xurt û bê rehm e. Dîgel hemû bêderfetiyan jî, kurd jin û mêr, beg û axa, mezin û biçûk bi giştî li ber xwe didin. Lê neyta dijmin qirkirin e, loma bi hemû hêza xwe diajo ser wan.
          Serwer Beg ê ku di şanoyê de serokê serhilanê ye, di şer de birîndar dibe û dimire.
          Hevind,lehengê ku navê xwe daye şanoyê, sêwiyekî duwazde salî ye û li cem Serwer Beg ê dimîne. Li pey wefata Beg ê xwe dibêje: "Ax min nizanî bû ku mirov dikare du caran jî sêwî bimîne"
          Serokê serhildanê miribe jî, bi wesiyet û rênîşandayina wî berxwedan didome. Gel dibe du beş. Ên çek hilgir û ên ne çek hilgir. Ên ne çek hilgir, ku ji jin û zarok, kal û birîndaran pêk tê, diçin deşta Ecemîstanê.Yên bi çek jî, ji girê ku çar sal in têde dijîn, diçin girekî din. Ji bo vî girî bi selametî vala bikin, hewceye dijminê ku nêzîk bûye-ketiye heta çeperên wan-bi êrîşekê ji xwe dûr bikin, ji wir bavêjin. Di vê dema teng de, hemû hêza xwe didin hev û êrîşî neyar dikin. Bijişkê ku ji bo dermankirina birîndaran li wir e, hew xwe radigire û dibêje: "Ez ku dizanim birînan derman bikim,divêt bizanibim birînan jî vekim."
           78 sal li ser weşandina vê şanoyê  bihûrî ye. Hûn dibêjin qey kurd her wiha-di wê rewşê de-li ser çiyan mane. Bêyî ku xwe di warê leşkerî de xurt bikin, ji aliyê pêşketinên teknolojîk, bikaranîna amûr û rêbazên modern ên şer bi dest bixin, tên kuştin. Lê divê wek Serwer Beg ê ku gotibû biba ya: "Xwe bi giranî bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin û zû zû xwe medin kuştin. Ji her gavî bêtir mêrê mêrkuj bin û ne xwekuj..."
           Serwer Begê ku li ber candayînê(sekratê) yê, ji ber bê derfetiyên şer, piştî ku gazinên xwe dibêje dîgel mêraniya kurd an, wanî didome: "Belê mêranî qence...Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Lê ji bona ku giyan bilive-tevbigere, jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û rim divêtin."
           Yanî ku amûrên we yî leşkerî-şerî tune bin (wek tanq, top, fuze, balafir û hwd.) hûn şêrê Elî jî bin, têkçûn teqez e. Bê sedem pêşiyên kurda negotine: "Destê vala deng jê nayê" û "Tivinga vala nateqe."
            kengî ku "dest" û "tivinga" kurdan "vala" nema, ew çax wê hemû cîhan, ji mecbûrî, lehengtiya kurdan ku li serê çiyan zikek têr-yek birçî, di rewşa ne-wekhev ya amûrên şer ên teknolojîk de şer dikin, qebûl bike.
            Şano bi sirûda segmenan bi dawî dibe
            Em bira e tev de kurd in
            Enî bilind serevraz
            Cihên me ne şehar,zinar
            Em êlo ne,teyrê baz
    
            Welatê me diya me ye
             Em tev jêre gorî ne
             Hişyar bûne herçî kurd in
             Demên tarî borî ne.                                     
                                                                                         
 Nivîskar: Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Hevind
Celadet Elî Bedirxan
weşanxaneya Avesta
64 rûpel