29 Kasım 2011 Salı

Saturn-Evdila Qasan


                          Saturn-Evdila Qasan


               NÎŞEYÊN DERHEQA DI “SATURN” A REMEZAN ALAN DE

           Gava  mirov li navê pirtûkê dinêre, cara ewil gerestêra Saturn  tê bîra mirov. Mirov xwe bi xwe dipirse; ‘Pirtûkek ku bi zimanê  kurdî hatibe nivisandin û pirtûkek wêjeyî be, têkilîyek çawa navbera gerdûn û wêjeyê ra hatiye dayîn.’
      Mirov destpêkê berga pirtûkê dinêre; çar heb neynik henin, nava her çar neynikan de jî çaveke xuya dibe, ev çav, çavên vekirî ne, bînerên xwe temaşe dikin.
     Wê demê meraqa mirov hineke din zêde dibe, mirov dixwaze demildest dest bi xwendina pirtûkê bike û pirsên ku di nava hişê mirov de ketine pêdarê, ji wan re çareyeke bibîne.
     Hîna destpêka pirtûkê de, hîna vebêjer neketî dewreyê, mirov vê carê rastî girîzdahek tê ku ‘ Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî re, gava vebêjer çîroka çîrokê dihune berî, çîroka eslîn vê carê mirov rastî Agaz-i qiseya Şêx Xalîp a Husne aşq tê, gava Bengîn dest bi çûyînê dike, çîroka eslîn diqede vê carê jî mirov rastî  Xatîme ya Ferîdeddîn Attar a Mantiqûl –Teyr tê.  Şêweya nivîsandina wan berheman nivîskar ji xwe re dike mînak, dixwaze xwînerên xwe agahdar bike.
     Nivîskar, xwestiye bi vî rêbaza han re berhemek têr û tijî biafirîne. Li birastî, berhemek bi vê şêweyî mînakek ewil e. Her çiqas xwendina wî, ji bo xwendewanan zor û zehmet be jî, ji bo şêweya bi vî awayî mirov pê kêfxweş û  serbilind dibe.
     Beşa ewil de vebêjer Gerrok Ibn Pitat, sedema  vegotina romanê re, vacek(mentiqek) nîşan daye, ji  xwîneran re hatiye ragihandin ku ev çîroka çîrokê ye. Vebêjer, dîmeneke destana Memê Alan girtiye dest û roman bi wî awayî berdewam dike hetanî ku Bengîn neçîrê de; bi xwarin û dermanekî, hemû hevalê xwe re rêya xewneke şîrîn vedike û hemû radikevin. Çûna xwe hêsan dike, azad dibe û dikeve pey evîna xwe.
     Roman  biryara çûyîna Bengîn, bitevneke têkîliyên nişteciyên qesrê re hatiye ristin. Her qereqter xwe parastiye, sedema bûyîna xwe, peywîra xwe heta dawiyê cîh aniye.. Car caran kesên ku  li qesrê de jiyana xwe didomînin ev kes jî alîkariya vebêjer dikin, çîroka xwe dibêjin. Sedema çûyîna Bengîn piştrast dikin. Ê ku Bengîn perwerde dike, hêla wî ya fikr û raman xurt dike Dersdar e. Meyter hizmeta derketina Bengîn a neçîr dike. Şêwîrdar û Azwera li pey dest hilanîna desthilatdarîyê ne. Ji bo cîh anîna mebesta xwe tevdigerin.
     Gava biryara çûyîna Bengîn de, daneyek nakeve destê Mîr Kalanê, mecbûr dimîne diçe cem remildar;  li gor remil avêtinê qedera Bengîn dîyar dibe, li wir de em pêdihesin ku wateya saturn; keywan e. Keywan li gor remildar; çiqas sadiq, jîr û mirovhêz bin jî meyla wan li ser jiyan guherandine. Em li vir hîn dibin ku navê senaryoyê Keywan e.
     Piştî çûyîna Bengîn, gava çîroka romanê ya navendî diqede, vebêjer li nav dîmenên kamerayê de tê stop kirin, rastiya çîrokê  me digîhîne rojê îroyîn, ku ev senaryo ye. Li vir de vebêjereke din derdikeve holê ev, nivîskar bi xwe ye. Hinek rexneyên xwe, rewşa hunermendên kurd dike ku bi  çi avayî berhemên nivîskî re dileyizin. Ne li gor rastiya tekste, li gor berjewendiyên xwe, berhemê diguherînin. Em li vir hayî dibin ku Keywan li ber destûr bê girtin, dibe Saturn.
     Di hunandina romanê de hinek tişt weke alav hatine kar anîn. Di çîroka çîrokê de  “cin” di çîroka navend de “eyna xeybê” di rastiya çîrokê jî qamera. Ji ber xwîner bêne qanih kirin,ev tişt bi zanayî hatiye kirin.
     Dîsa zanînên ku remildar dide ber Mîr Qalan, têkiliyên mirov û remil avêtinê, têkiliyên mirov û cinan her çiqas der aqilane xuya bikin jî, li ser baweriyên jiyana rasteqînê tesîr dikin. Gelek kes bersiva xwe li wan de dibîne, pê qanih dibe.
      Di encam de mirov dikane bêje, berhem bi hêla şêweya nivîsandina romana nûjen pirtûkeke serketî  ye. Tenê xwendewan gere gelek bisebr bin, çimkî xwendina wî ne ewqas hêsane. Berhem hem hêla naverok û mijar de, hem jî ji hêla hunandinê de, bi şifreyan  hatiye nivîsandin. Xwendewanên bisebr û jîr vê şifreyê dawiya dawî de destnexin jî, keda ku  nivîskar ji bo berhemê daye pê dihesin.
  
      
     Nivîskar: Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Saturn
Remezan Alan
Weşenxaneya Avesta


27 Kasım 2011 Pazar

Miriyê Heram- Evdila Qasan


                                                  Evdila Qasan                               
  

MIRIYÊ HERAM

         Niviskar bi dimenên dawiya romanê dest bi vegotinê kiriye. Pirtûk li ser bingeha hişmendiya kurdewariyê ava bûye, hatiye hunandin. Di hemû naveroka pirtûkê de niviskar tu caran ev yekê ji bîr nake, hem buyerên ku diqewimin hem ji tevgerên kesayetê wî nikarin ji  rêça xwe derkevin. Gava mirov dixwîne jî kesayetek an lehengek mirov matmayî bihêle an jî tiştek ku xwendewan ne bendê bin, tiştek beyî peyvîra ku ji hêla niviskar sendine  bikin, têde tune ne. Roman ji hêla kesayet û lehengan pir pasîf e.
         Heke mebest di hunandina berhemê de encam an sûd vergirtin be, nivîskar hem şêweya vegotinê hem jî ristina mijarê naveroka pirtûkê serketiye. Encam dest xistin bi mebesta nivîskar re girêdayî ye. Lê belê gava mebest afirandina romaneke nemir, tegihandina xwînêran, leyîstokên vacê, lehengek balkêş, fikr û ramanên balkêş, mijarên balkêş, tiştek nû kişf kirin, ronakbîriya hişmendî be ev dem; mirov dikane bêje ku ev berhem di waran de qels e.
       Lehengên romanê Celadet(Tûjo) û Mecît(feylesof) tekoşîna ku li hemberî pergala heyî didin têk diçin, civatê nefret dikin. Dijberiya xwe bi rêya vexwarina alkol û xwendina pirtûkan didomînin. Dawiya dawî gava ku Tûjo dimire motacê ji mele û seydayên pergalê dibin. Ji ber ku buyer neqewimin pergal peyvîra xwe cîh tîne, Tûjo vedişêre. Ev rastî Mele Evdirahman jî, rê derdixîne.
     Nivîskar xwestîye hinek rexne li rêxistin û partîyan bike, ji ber ku di warê çand û nîrxên kurdewarî de qels in, civatê xurt bike. Dawiyê de leheng hemberî civatê  têk diçin, xwe  teslimî  rehma pergalê dikin.
      Gava, mirov ev tişt di encama romanê dibîne, dibe ku mebesta nivîskar şayese kirina civate heyî be, nakokîyên civata bindest be, lê belê nivîskar rastîparêziya xwe li nav kesayetiya Tûjo de cîh kiriye, xwestiye tekoşîna li hember pergalê bi rêya  tekoşerên kesane bidomîne, dawiyê li ber rehma pergalê têk çûye. Hişmendiyek tekûz di nava pirtûkê tune.
        Rastiyek wisa di naveroka romanê de derdikeve holê, xwestek tiştek dine, avakirin û afirandin tiştek dine. Her xwestek, her daxwaz ava nabin. Civata kurd nû ve avakirin karekî zehmet e, ji ber ku ji warê sosyolojî de têk çûye. Gava niviskarek encamek wisa nîşanê xwendewanên xwe bike, helbet wê xwendevan jî têk biçin.
          Heta ku lehengên wêjeya xwendewanên xwe re hêvî çênekin, wan nedin li pey şopa xwe, wê civatê dirûvek nû negre û ava nebe.

Nivîsakar: Evdila Qasan

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Miriyê Heram
Bavê Nazê
weşanxaneya Lîs

24 Kasım 2011 Perşembe

Meseleya Wijdanê-Sadedîn Çira



Sadedîn ÇIRA





                                                             
                                                          
                                                            MESELEYA WİJDANÊ

                Lehengê çîrokê Hêtîm ku wê paşê bibe/dibe Zorob Efendî, sêwiyeke ku di şerê mezin de bavê wî şehîd ketiye û bi dayika xwe re li nav zehmetiyên jiyanê maye ye. Li pey wefate dayika xwe,”ji naz û nîmetên dê û bavê xwe mehrûm” li cem çend pismamên xwe dimîne. Beramberiya pariya nanê ku dixwe, çi karê wan hebe dike. Piştî ku piçekî mezin dibe, ji wî re dibêjin ku hewceye tu li çareya serê xwe bigerî. 
              Dema fahm dike ku “bi nan û zikê be jî” mayina wî li cem pismaman ne pêkane, pê gelekî xemgîn bibe jî, ji neçarî, ji bêkesî xwe davêje himbêza jiyana bê rehm. Her roj li cem dikandarekî dixebite li bajêr. Li cem kîjan dikandarî, tucarî, axayî bixebite, bi xapandinên wan, bi hîle, bi durûtî û bê wijdaniya wan dihese.Dipirse:
             “Bi qanûnî hilekirin di tîcaretê de helal e?” Bersiv:
             “Çi tiştê ji bo îdareyê bê kirin ji bo xelkê caîz e…”
              Ev bersiv makyewelîzmê tîne bîra mirov,ku makyewelîzm ji bo bi serketinê, her rê û rêbazê caîz dibîne. Axa, tucar û dikandarên ku hêtîm li wan rast tê û wan nas dike jî, ji bo qezenca xwe,xapandin, mêtingerî û zilmê rewa dibînin.Dipirse:
             “Ê baş e, meseleya wijdanê çi ye?” Bersiv:
             “Ji vê zêdetir neaxive.” Ye. Cardin dipirse ji axa yê xwe:
             “Qûrban, tu derbarê wijdanê de çi dibêjî?” Bersiva:
             “Gotinên pûç neke! Eger ez di salê de destê xelkê çar gundan jênekim, ezê çawan îdare bikim?” Digire.
             Bi çavê serê xwe dibîne û dijî ku gotina însafê, gotina rastiyê,gotina bawerî û wijdanê vala ye. Di civakek e ku ne xwendiniyê di ser xwendewariyê re digirin deji zarokatiya xwe ve Hêtîm tim tê eciqandin. Digel ku tê helisandin jî, fikrên wî yên baş jî hene. Ew mirovekî ne xerabe jî. Piçekî xwendin û nîvîsandina wî jî heye,lê tu kes qîmetekê nade wî û nerînên wî. Kes hesabê kesê dest vala (bê pere) nake.
            Piştî Hêtîm vêya baş fahm dike, wanî dibêje:
           “Min jî dev ji wijdanê berda û got: Cehnema  serê wan ku ji birçînan bimirin. Ma ez eloxemxwarê dinê me? Bila ez têkevim xweşiyê,însan dibê li gor der û dora xwe herek bike.(r.47)
            Van gotinan piştî ku ji aliyê reîsê şaredariyê wek erzuhalciyê fermî tê tayînkirin û dibe Zorab Efendî dike. Hêtîm diçe Zorab Efendî tê. Zorab efendî wek ku bixwaze heyfa birçî mayin, helîsîn, bê qîmetbûna Hêtîmî bistîne, dest  bi “bê wijdaniyê” dike. Zorab Efendî qîma xwe bi vê jî nayine,”çavê wî her li miqamekî mezin” e. Dibîne ku hemû kesên ku meqamên mezin dakirkirine, ji wî cahiltirin. Bi şîreta nasekî wî, şertê gihîştina wî meqamî “derew û îxanet” e. Ji ber ku ew jî bûye dilovanê meqamên mezin, dest bi derew, dizî û xiyanetê dike. Her ku vêya dike, bêtir “rêz li wî tê girtin.” Her ku “rêz li wî tê girtin” dest bi  şelafiya kesên ku kar û meqam di destê wan de ye,ji pêdivî zêde bac sitendina ji gundiyên belengaz,xwe welatparêz nîşandan û tiştine ku di wijdan de hilnayên dike:Dibe zalim.
          Çîrok,di şexsê ZORAB Efendî de,balê dikşîne ser kesên nezan ku meqamekî têkeve destê wan,çawa dikarin ji zaliman zalimtir bibin. Ji bo meqamê wan ji dest neçe, dixwazin gel tim nezan û di xewde bimîne.
          Nivîskar girîngiya xwendin û rizgarbûna ji kevneperestiyê jî bi rêya Zorab efendî dide nîşandan. Digel vê jî, kirpandina israra di feodalizmê de, nîşandana bi israr çûyîna li pey baviksalariyê jî heye.
          Li gor me, çîrok neqediya ye. Lê bi vî awayî jî xwendevan armanca nivîskar têdigihêje.

 Nivîskar: Sadedîn Çira

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Ehmed Muxtar Caf
Weşanxaneya Avesta
Ji soranî bo Kurmancî: Ziya Avci
88 rûpel
  

23 Kasım 2011 Çarşamba

HEVIND ya Celadet Alî Bedîrxan-Sadedîn Çira


                                                
                                                                   Sadedîn Çira





  

                                                                    HEVIND
                        

          Dîgel ku navê çîrokê Hevînd e jî, Menîje û Qeşem wek karakterên serek yê şanoyê xûyanî dikin. Ji Hevind bêtir li pêş in.
          Mijar serhildaneke kurd e. Em bêjin têkçûn an şikestina serhildaneke kurd e jî dibe.
          Di şanoyê de, dîsa kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe rabûne raperînê. Dîsa kurd "bê dost, zeîf" û "bê çek" in. Dîsa dijmin xurt û bê rehm e. Dîgel hemû bêderfetiyan jî, kurd jin û mêr, beg û axa, mezin û biçûk bi giştî li ber xwe didin. Lê neyta dijmin qirkirin e, loma bi hemû hêza xwe diajo ser wan.
          Serwer Beg ê ku di şanoyê de serokê serhilanê ye, di şer de birîndar dibe û dimire.
          Hevind,lehengê ku navê xwe daye şanoyê, sêwiyekî duwazde salî ye û li cem Serwer Beg ê dimîne. Li pey wefata Beg ê xwe dibêje: "Ax min nizanî bû ku mirov dikare du caran jî sêwî bimîne"
          Serokê serhildanê miribe jî, bi wesiyet û rênîşandayina wî berxwedan didome. Gel dibe du beş. Ên çek hilgir û ên ne çek hilgir. Ên ne çek hilgir, ku ji jin û zarok, kal û birîndaran pêk tê, diçin deşta Ecemîstanê.Yên bi çek jî, ji girê ku çar sal in têde dijîn, diçin girekî din. Ji bo vî girî bi selametî vala bikin, hewceye dijminê ku nêzîk bûye-ketiye heta çeperên wan-bi êrîşekê ji xwe dûr bikin, ji wir bavêjin. Di vê dema teng de, hemû hêza xwe didin hev û êrîşî neyar dikin. Bijişkê ku ji bo dermankirina birîndaran li wir e, hew xwe radigire û dibêje: "Ez ku dizanim birînan derman bikim,divêt bizanibim birînan jî vekim."
           78 sal li ser weşandina vê şanoyê  bihûrî ye. Hûn dibêjin qey kurd her wiha-di wê rewşê de-li ser çiyan mane. Bêyî ku xwe di warê leşkerî de xurt bikin, ji aliyê pêşketinên teknolojîk, bikaranîna amûr û rêbazên modern ên şer bi dest bixin, tên kuştin. Lê divê wek Serwer Beg ê ku gotibû biba ya: "Xwe bi giranî bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin û zû zû xwe medin kuştin. Ji her gavî bêtir mêrê mêrkuj bin û ne xwekuj..."
           Serwer Begê ku li ber candayînê(sekratê) yê, ji ber bê derfetiyên şer, piştî ku gazinên xwe dibêje dîgel mêraniya kurd an, wanî didome: "Belê mêranî qence...Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Lê ji bona ku giyan bilive-tevbigere, jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û rim divêtin."
           Yanî ku amûrên we yî leşkerî-şerî tune bin (wek tanq, top, fuze, balafir û hwd.) hûn şêrê Elî jî bin, têkçûn teqez e. Bê sedem pêşiyên kurda negotine: "Destê vala deng jê nayê" û "Tivinga vala nateqe."
            kengî ku "dest" û "tivinga" kurdan "vala" nema, ew çax wê hemû cîhan, ji mecbûrî, lehengtiya kurdan ku li serê çiyan zikek têr-yek birçî, di rewşa ne-wekhev ya amûrên şer ên teknolojîk de şer dikin, qebûl bike.
            Şano bi sirûda segmenan bi dawî dibe
            Em bira e tev de kurd in
            Enî bilind serevraz
            Cihên me ne şehar,zinar
            Em êlo ne,teyrê baz
    
            Welatê me diya me ye
             Em tev jêre gorî ne
             Hişyar bûne herçî kurd in
             Demên tarî borî ne.                                     
                                                                                         
 Nivîskar: Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Hevind
Celadet Elî Bedirxan
weşanxaneya Avesta
64 rûpel

19 Kasım 2011 Cumartesi

Mirin

                                                    Tahir Taninha


                Behr, dilê mirov de xweşî, tenêtî û bêdengî peyda dike. Lê belê behra ku kal û pîrên ji xerîbîyên de hatin e; dibe goristan. Gora xweyî gundên kavilbuyî; gundên şewitîyî û gundên kilamên qedexekirî diveşêrin. Gava mirov pêncî salên xwe li derekî derbas bike û ji wêderê diveqete û ji çiya bikeve kêleka behrê; wê gavê dil, hiş û rastî dikeve xiyalên xwekuştî de.Gav bi gav herikîna mirovan ji bo bajaran bi xwe re tivrên gundan çêdike. Çiroka ‘Behr’ de Mirad û Sisê gundê xwe li nav behrê de dibînin. Li ser avê bi heta hetayê tu tişt nekare bisekine. Tiştên li ser avê disekine jî, li binî xwe de dihejîne. Bîraninên Mirad jî li ser kêleka behrê de dihejine. Pêşî bîra Sîsê tê bîra Mirad, duv re zewac, duv re xwezahîya gund, duv re xweşikbûna gund, duv re kolanên gund, duv re xanîyên gund…


Keştî di nav çavê Mirad de cihana jiyana wî ya berê diêne. Bi dengekî bilind, bi pêlên behrê ve…Mirad, êdî nasekîne û bang dike Sîsê:

“Hermet…Hermet!... Rabe serxwe, rabe. Xwedê daxwaza me qebûlkir…Eve gundê me. Rabe ser xwe em herîn..De zû.” *

Sîsê, şaş dimêne û dibêje:

“Gundê çi halê çi heyran? Ka gundê me? Tu dîsa çi dibêjî…An dîsa min dixapînî…” *

Di nav hişê Mirad de xapandin mêj ve ye Sîsê! Destê mêrê xwe bigre û here…

Lê Sisê kuve biçe? Li ber gundê xwe ve û li ber daweta xwe ve û li ber lawînhîya Mirad ve biçe gelo?

Mirad bersiva Sisê dide û dibêje:

“Na…na! Hermet ez xewnan nabînîm. De ka destê xwe bide min em herin.. Em ecele bikin..De zû em dereng nemînîn..” *

Sîsê destê Mirad digire û li ber xanîyê xwe ve diçe. Li ber şevê bûkaniya xwe ve diherike û li ber pêlên zaroktîya xwe ve dimeşe û difetise.

Ez ê niha li ser çiroka ‘Ode’ bisekinim. Ode ji çar diwaran pêktê. Derî ji mirovên bindest û mihaciran re carnan azadî diêne, carnan bêkesî diêne, carnan jî agir diêne. Demsala zivistan li gel êş û elem ji mirovên penaber û bindestan re zilmekî bêhempa diêne. Romantîzm maye berhemên Hugo de, vir odeyekî qulfkirîye. Sarbuna mihaciran, xetîmandinek ji hêvîyê re diêne. Hêvî têra cemed nake. Dibêjin agir dijminê cemed e. Vî odeyê de dijmin bi serî xwe leşe. Ji wî leş xilasbûn, azadî diêne ji wan re. Der û doran re zehmetî û bêaramî diêne. Leş qirin dike, lê tu kes hawara wan nayê û naên jî. Tarîya şevêde hawarkirina li der û doran; li bajarê kapitalizmê de qirînekî bêhevîye. Jiyana vî bajarî ku emperyalizm xemilandîye, kuştinekî bi veşartî dike para pênaberan û bindestan.
Em hemû jî dizanîn mirovên bindest û mihacir bêçarene. Serdestî di hêdî hêdî wan dike nav çar dîwaran de. Pêşî pereyên wan distêne, duv re keys li wan dike û desthilatdar; daxwazên xwe di wan dide qebûl kirin.

“Hêrsa xwe di nav zingezinga diranên xwe de helandibûn û ji bêçaretîyê her tişt qebûl kiribûn.” *
Ode sar bû û zivistan herdem li ba wan bû. Pêşî agir berdan hin rojnamayên berê, pêta agir li wan xweş dihat. Wan rojname bixwandivan, tê temenê wan dirêj bûban. Lê belê rojname şewitandin û emrê wan kurt bû. Pêta êgir hêdî hêdî li ber vemirî ve diçû. Gava agir bibihre; hêvî jî li ba wan tê bibihre. Lewma yek ji wan civanan kurtikê xwe diavêje di nav agirê bêxêr de û pêta êgir li çar dîwaran belav be. “Bi dengê pencerê re, çend cîran ji xewê rabûbûn û digotin qey ba û bagerê xaniyek daye ber xwe û biriye…Ji bilî du sê çavên dudil, kesî li vê odeyê nedinêrî” * Tu caran nanêrin jî û ew tê dûkela tarîde bifetisin.

Hemû çirokên di pirtûka ‘Mirin’ de bi mirin dawî dibe. Çîroka ‘Mirin’ de kesek li ser ranzeyê diratbe û piştî vekirina şanzdeh derîyan derdikeve ji derve. Peşî şaş dibe û duv re diçe sukê. ‘Li rastê sê hevalên xwe yên kevin’ * tê. Ji wan re digot: “Li qusurê nanêrin, eceleya min heye, divê ez bigihêjim derekê…!” * Derek; goristan e. Zilam, li goristanê rastî lehengên ku yên çirokên dîn de hatîn kuştin yan ji mirîne tê.
Di pirtûka ‘Mirin’ de navê çîrokên dîn ev in: Resim, Cendek, Hesp, Bîr, Berf, Berjîn û Guhar.


Nivîskar:
Tahir Taninha
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
(Navenda Hunerê Ya Diyarbekir)


Jêgirtin:* Mirin


Navdanka Pirtûkê:

Evdile Koçer

Weşanxaneya Aram, 2006, Rûpel 79.

www.İnsanokur.org