14 Nisan 2014 Pazartesi

Santiago de Compestela ya Ferhad Pîrbal - Tahir Taninha

                               

                                               


                                    Santiago de Compestela- Ferhad Pîrbal

         Hunermend ji êşên xwe hunerê diafirêne. Ji ku tê êş?Huner ji ku peyda dibe  gelo? Pirsên wisa her dem di serê hunermendan de keliyaya û xwe pê êşandine. Jixwe afirenerî her dem êş difûrêne..
         Dara ji Kurdistanê koçî Parîsê dibe. Ew neqaş e. Rojekê di xewnên şevan de gava hêşîşê dikêşe, bi ‘Venusê’ re dikeve seyrangeheke kêfxweşî tê de. Li gora dilê wî, hejdeh saetan demên xweş, dilxaziya ciwaniyê pê re derbas dike. Di nav wê mijxweşiyê de li ser kaqezêkê de navnîşeneya keçika can a ‘Venûs’ xêz dike. Piştî wê hişyar dibe. Piştî li ser wê şevê muddetekî derbas dibe, dikeve rê ku here welatê Venûsê, Santiago de Compestelayê.
         Dara dikeve rê. Riya xweşikbûne, riya afirandinê, riya efsûnî ya Evrupayê…
         Diçe Santîago Compestelayê. Diçe mala ku Venus jê re behskirî û navnîşana daye wî. Xaniyeke du qet hejmara 9ê de pirîjinike dibîne. Pîrejin navê wê dizane, an jî Dara di mejiyê xwe de olan dide.
         Mala ku li kêleka dêra Saint Jocke, temsîliyeta fikra ku di mejiyê penaberande ye. Ewropa weke Afrodîte di hişê penaberan de. Lê gava diçin wêderê rastî rasteqîniyê tên. Xeyalên wan parçe parçe dibe.
         Xwedana otelê ku Dara lê cihbûyî, behsa wê pîrejinê dike. “Heftê salê berî niha (ne îro) keçeke pir ciwan bi navê Venus hebû û keça diktor Esteban bû!”(156) Wekî ew mal, qibleya hunermendan be. Li wê malê Venus heye, xweşikbûnê, sedema afirandinê…       
         Di paşmalka romanê de buyerên li Kurdistanê çêdibe-kêmbe jî- heye. “Dê û bav û du xwişkên min û birayê min ê piçûk li Helebçe, bombebarana kîmyevî ew tar û mar kiribûn…”(56)
         Di romanêde, ji bilî çend paragrafan behsa qetlîama Helebçê nayê kirin. Lê di ruhiyeta karakter de her dem ev bûyer mirov dibîne. Nivîskar, vê rewşê polîtîze nake. Meqseda wî tiştekî dî ye. Ji armanca karakter dûr nakeve. Lê paşmalka romanê de rojhilatî, welat, êş her dem cihê xwe digre.
         Di romanê de ji vê rewşa me behskirî xwe xilaskirin, bi estetîk vegotin, dibin hêsîriya nivîskar de rizgarkirin, rastî  zehmete. Êşeke wek qetlîama Helebçeyê xwe ji bandora wê parastin, bi awayekî dî vegotin zor e.
         Nivîskar, karakterê xwe ji siyasetê dûr diêxwe. Pêşî de helwesta wê eşkere dike. Tenê koçberbûnê dipejirêne. Ev jî rêwingiya hunermendiye. Dara xwe ji hemû aliyan dûr diêxwe.
“-Ê de kurê min, îro hemû xelk an caşin an leşkerin, an peşmerge…
-Wilo ye, lê ez nabim yek ji wan jî.” (15)
         Afirandina karakteran rastî pirsgirêkeke. Nexasim di romanên welatên sêyemîn de, an jî welatên bindest de welatên zordarî lê hene.
         Karakterê romanê hunermende. Nivîskar di hin cihande wek epîfan nîşan dide.
“-Tu ji min dipirsî: Romana te behsa çi dike? Roman timî behsa cîhaneke seranserî dike, behsa hemû dinya û jiyan û her tiştî di heman demê de dike, vedîtineke seranserî ji bo hemû jiyan û dinyaya îro bi hev re li ber çavan radixîne. Roman, êdî, behsa mijareke taybet nake, lê bêhtir weke nêrînekê ye.”(50)
         Ev epîfan ramana nivîskar ya derheqê romanêde dide xuyakirin. Nivîskar fikrê xwe bi riya diyalogê dide, raste rast nakeve navbera karakteran.
         Em yexlev agahiyên derheqê Dara de ji kesên dî dizanin. Xwedanê otelê Madam Carlos û Mademe Tardio dizanin. Lê ji hişê Dara ku guhdariya wan dikir pê dizanin. Vebêjer, bihistînên Dara ji deve Mademe Carlos û Madame Tardio ji me re parve dike. Me pêşî de behsa afireneriya hunerê, xweşikbûnê kir. Dîsa ji devê Madame Carlos halê Dara vedibêje:
“…min dît, yekser sîtileke tijî boyaxa sor, bi herdu destên xwe hilgirt û bi ser û bejna xwe de kir…pişt re sîtileke din a zer û sîtileke din ya şîn…her dikir hawar jî “Ez nikarim, ez nikarim, ez nikarim.” Di dawî de çû ber neynika odeya xwe û li ser çokê herifî, serî û pora xwe didirand û bi serê xwe de dikişand. Digiriya. Tinaz bi xwe dikirin. Bi kulman li dev û rûyê xwe dida, xalên boyaxa rijiyayî li ser laşê wî, bi tevahiya bedena xwe ve dianî. Xwe diresimand.”(153)
         Dara, dikeve cezebiya afirenerî yê, êş kîşandinê. Heta dilê wî de reyên(demer) leşê wî de xwîna afirenerî neçe ew ava nake. Bêçareyî, çêkirina xweşikbûnê hunermend tengezar dike. Çi resim çêbike, çi peyv li ser rûpelên spî yek bi yek rêz bike, kul û keser duv wî ye. Nikare xwe ji vê bobelatê xelas bike.
         Venus jixwe ne keseke ku bi wî re têkilî deyne ye. Em dizanin di mitolojiyêde Venus (Afrodît) xudawena xweşikbûnêye. Du deran de Dara bi Venusê(xudawena xweşikbûnê) re wek temsiliyet a xweşikbûnê rû bi rû tê. Wekî hunera ku wî ber bi riya çêkirinê, xeribiyê, lêgerinê ve bibe ye..

“Di dawiya vê guftûgoyê de “Venus” ku diyar bû dixwest min tev bide û li ber dilê min bide, got:
-Her çawa be, ev hunera ku tu navê wê dikî “kasibî” qet weke parsekî nehatiye dîtin!”(12)
         Daxwaziya dilê hunerê daf(dehf) dide û Dara hêdî hêdî amedakariya çuyîna parestgeha hunerê bike, diçe ba Venusê, ba xweşikbûnê, Santiago Compestela yê. Cihê ku di xewnên şevên wî de ku bi destê recifî li ser kaqezê nivisiyî de.
         Qedera hunermendî naguhere. Dawiya dawî negehiştina dilxaziya xwe ye. Di dawiya romanê de dîsa wek epîfan ji devê Madame Melaga a falcî dibêje:
“-Kurê min…tê li gelek welatên din ên vê Ewropayê bigerî, tê li gelek bajar û rê û pirên din jî binêrî. Di wan rê û rêçikên penaberiyê yên evdaliya xwe de, qet ne dûr e tu rojekê (berî dirandina pêlavên te) bi hesreta “Venus” serê xwe deynî… ev qedera her hunermendekî ye.”         (166)
         Rêwitiya hunermendên kurd ber bi dolên kur, çiyayên bilind, dojeha Dante, bindestiya xwelîserî, sîxên ku her dem ji aliyê civatê ve leşê wan dikeve, bêkesî, hesreta avabûna xiyaleke diçin. Qeder nayê guhertin, di bîra kur de difetise… Lê dev ji lêgerîna xweşikbûna “Venusê” bernadin.
         Kolana Paradîsê li bendê ye.. Oxira wan ya xêrê be…


Santiago de Compestela
Ferhad Pîrbal
Weşanxane: Avesta,
Ji Soranî bo Kurmancî:Besam Mistefa
Stembol,2013, çapa yekem.

            Tahir Taninha

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir