31 Mayıs 2014 Cumartesi

Mekan, Bajar û Alegorî- Tahir Taninha


         Di berhemên wêjeyî de vebêjêr atmosfera metnê; bi alikariya, bi şayesendina mekanê ava dike. Cih, wek tevdigerîna karekter diguhere û her dem bareke li ser karekter bar dike, an jî li ser nivîskar. Ruhiyeta leheng cihê ku nivîskar ji me (xwiner) re sînorkirin ve girêdayî ye. Ev jî bi çi awayî be girêdayî mekanê ye. Çi meskenê  rasteqîn be, çi meskenê  objeyan be û çi jî meskenê binhişî be ev girêdan nayê guhertin.  Dîsa mekan, carna bi rasteqiniya xwe ve, carnan jî bi xeyalkirina xwe ve di berheman de cih digre. Di derheqê cihê ku xeyal tê kirinê de nemaze mekanê wekî ‘xanî’  û Gaston Bachelard di pirtûka bi navê Poetikaya Mekanê (Uzamın Poetikası) de wisa dinivîse.
“Kesekê/î  ku xeyal dike  eger xaniyê wê/î li bajêr be, mexzenên li der û dorê bi kurahî, ji binî axê ve daxwaza serdestiyê bike timî tim bi xeyalbûnê ve rast tê.”(r.58)
         Mekan, di berhemên wêjeyî yên bi kurdî(kurmancî) hatine nivîsandin de, bi êşa bindestiyê ve herdem hatiye girêdan. Herdem daxwaza welatek heye. Temsîliyeta welat jî, yexlev ji çiya digre. Gava nivîskar behsa çiya kir, pêşî xweşikbûna çiyê derdiêxwe pêş. Piştî xweşikbûnê; êş, kul û keser rêz dike. Bi neteweya xwe ve girêdide. Ev jî semboleke diafrêne. Lewra çiya dibe mekaneke alegorik. Bi riya alegoriyê mercên xwe parve dikin. Mirov dizane gava edebiyatzanekê/î kurd behsa çiya kir, behsa welat tê kirin. Janeke li ser dilane. Her kurd di wê janêde dijîn. Ji civata xwe re, ji dinyayê re peyam dayîne her dem, derdeke.
         Belkî alegoriya ku em behs dikin, wekî Fredric Jameson nav lê kirî alegoriya netewî be. Ev mijara ku Fredric Jameson behs dike rastî durûdirêj e. Ez bi berfirehî qala wê nakim. Obje, mekan, metaforên ku di romanên kurdî(kurmancî) de hatine bikaranîn wekî semboleke derdikeve pêş. Ev jî wekî li jor me gotî, temsîliyeta ku xwîner bi aliyekî li gora fehmbariya xwe jê me’na derdiêxwe. Carnan li gora xwîner-an jî şîrovegir, rexnevan- dibe metafor, carnan dibe nîgaş, carnan dibe alegorîk. Wekî Yıldız Ecevit jî gotî “Nîgaş(imge), di zimanên Rojava de, sertêgehek wisa ye ku di bin sîwana xwe de hemû bikaranînên metaforîk, alegorî  jî, sembol jî tê de, dihewîne.”(r.49) van hemû têgehan yekûdû ve girêdayîne.
         Gava di berhemên wêjeyî yên bi kurdî(kurmancî) hatîn nivîsandin, mekan, hêma-an jî alegorîk, metafor- bû çiya; welat, şoreş, gund; zarokatî û daburî, zindan; êxsirî, îşkence, xeribî, nasname, derveyî welat;surgunî, xeribî derdikeve pêş. Vebêjêr van hemû mijaran, hêmayan bi riya karateran-Kevok, Temo, Şêrko, Kevanot, Jehat- bi riya mekanê ve diêne ziman.
         Fredric Jameson derbarê alegoriya netewî de wisa dibêje.
“Hemû tekstên Cîhana Sêyemîn, wek mecbûrî alegorîk in, bi ser de jî bi awayek herî taybet alegorîk in; divê ev alegorî wek alegoriyên ku ez dê bi alegoriya netewî bi nav bikim bêne famkirin, hem jî ji romana ku ji tevnên nûneriya Rojava derketiye an wê demê bi taybet, belbî divê bibêjim.”(r.372)
Temsîliyeta karakter jî carnan dibe alegorik. Fredric Jameson derbarê vê mijarê de ji nivîskarê Çînî mînakek dide. Karakterê Lu Hsun  yê bi navê Ah Q re dibêje:
 “Ah Q, wek alegorîk Çîn bi xwe ye.”(r.379)
Ji vê hevokê em dikarîn bêjîn karakterê Mehmed Uzun Kevok, wekî olegorik Kurdistan bi xwe ye, an jî karakterê Firat Cewerî Temo, an jî karakterê Selahattîn Bulut Jehat, an jî karakterê Hesenê Metê Kevanot, an jî karakterê Fawaz Hûsen Şêrko. Û em dikarîn gelleke minakên bi vî rengî bidîn. Em dikarîn îspat bikîn ku hemû karakteran bi alegoriya netewî ve girêbidin. Bi mecbûrî.
Heger pirsgirêka neteweyî ya kurd nebûya, van karakteran bi vî şeklî nedihatin afirandin. Her tiştên wan bi neteweyî ve girêdayiye û çiqas van karakteran takekesiya xwe parêstîne jî, dîsa buyerên li ser wan hatî, êşa wan, daxwaza wan, rêwitiya wan hemû dike tûrikê neteweyî. Ev tûrik jî Kurdistan bi xwe ye. Tûrik jî alegorik e.
Tzvetan Todorov berhema wî ya bi navê Fantastik de li ser alegorî, ji berhema Angus Fletcher yê bi navê Allegory de jêgirtineke wisa parve dike.
Bi awakî hêsan pênasa alegoriyê ev e; dema tiştek alegorîk tê gotin, tiştek din diyar dike.”(r.2) (r.67)
Dîsa ji Quintilian jêgirtineke wisa dinivîse. Domandina metaforê vediguhere alegoriyê.” Todorov li ser vê parvekirinê fikrê xwe wisa dibêje: “Bi gotinek din, metaforek bi serê xwe, ji axaftinek teşbîhdar pê ve ne tişkî ye, eger metafor didome ew nîşan dide ku ji derveyê maneya ewil a axaftinê armanca vegotina tiştek din heye.”(r.67) Bi nêrîna ji vê jêgirtinê, ka em ê lê binêrîn di wêjeya kurdî(kurmancî) de çiya çawa ji metaforê derdikeve dibe alegorî.
Îrfan Amîda nivîsa bi navê ‘Têkiliya Kurdan û Mekan’  de çiya wek metaforek dibîne. Belê di hin romanan de çiya belkî wek metafor hatibe diyarkirin. Lê belkû çiya temsiliyeta welat(Kurdistan) dike, bi alikariya hêmayan xwe diyar dike, çiya dibe alegorik. Neteweyek di hişê netewên dî de çawa tê fehmkirin. Ev tişt ji bo hişmendiya afirandinê muhîme. Lewre berhemên xwe yên ku ji derveyî gelên xwe, li ser vê hişmendiyê ava dikin. Kurd jî di hişê neteweyên dî de çawa tê fehmkirin lazime em bizanin. Yek ji vê fehmkirinê, kurd wekî Gelê Çiyayî tê ditîn, tê zanîn.
         Îrfan Amîda, dîsa di nivîsa(Têkiliya Kurdan û Mekan) xwe de dibêje “du mekanên xweser derketine holê”
Mekanek jê “çiya” ye ku di her serhildanê de kurdan berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û xwe di nava wan çiyayan de parastine. Têkiliyeke xurt bi çiya re danîne. Ji loma jî çiya bûye mekanekî xweser û metaforîk. “

            Rastî van mekanên xweser bi rewşa kesayetiya kurd ve girêdayiye. Ji ber ku rewşenbîr herdem di nav lêgerîneke berpirsyariya gelê xwe yê bindest bike û wan ji bindestiyê xelas bikede ye. Bêguman ev daxwaz bi gel xwe bedelên giran aniye û diêne. Em li vir nivîskar wek rewşenbîr dihesibênîn û ji xwe bedel jî an girtigehe, an mirine, surgûne, an jî çuyîna çiyê ye. Her du mekan -çiya, girtigeh- jî mekanê serekeye di romanên kurdî de. Derheqê nivîskarî ku me wek rewşenbirî bi nav kir, Fredric Jameson wisa dibêje: “Divê li ber çavan bête girtin ku her dem rewşenbîrên Cîhana Sêyemîn bi awayekî rewşenbîrekî sîyasî ye.”(r.380)
         Nivîskarên kurd yên ku êş û elem, surguniyê de dijîn; pênûsa wan bi mecbûrî behsa çiya û girtigehê kirîne. Lewre qala jiyana xwe kirîne. Mirov lê dinêre nivîskarên kurd -hin  ji wan- ketîne girtigehê, çûyîne çîyê, surgûn bûne û yên mala xwe de mayîn jî di hişê xwe de fetisînê ve rû bi rû mayîne. Bêguman nivîskar dê berhemên xwe de behsa êşa xwe bike, dê  behsa bajarê xwe bike, dê behsa serboriyên xwe bike, dê behsa zaroktiya xwe bike. Ev tişt gellekî normal e. Li gora min nivîskarê (nivîskarên kurd yên emrê wan li ser sih û pêncî re) ku behsa zaroktiya xwe bike dê bi alegoriya-mekanê- çiya ve rû bi rû were, dê bi mekanê gund re rû bi û rû were, dê bi mekanê kuçêyan ve rû bi rû  were.
         Dîsa Îrfan Amîda wisa dinivîse.
“Ji ber valakirin û şewitandin/rûxandinan, gund jî mekaneke metaforîk e û ketiye ezbera kurdan.”
            Li vêderê gund wek metafor-elbet di hin berheman de heye-lê gund di jiyana nivîskaran de temsiliyeta rojên zaroktiya xwe derbaskirine. Ji ber ku romanên mekanê wan gundin, karakterê wan yexlev zarokin. Ev jî bi dabirûya vebijêr ve girêdayî ye.
         “Yek ji mekanên din jî, yên di vê pêvajoyê de derketine holê, girtîgeh e. Berdewam dike Helbet girtîgeh li her welatî hene lê ji ber ku di nava kurdan de ne girtîgeh yek ji mekanên vê pêvajoyê ne û ne tenê bedena mirovan li wir girtî ne, hema bigir, têkiliya hemû kurdan bi vî mekanî re heye û yek ji mekanên di ezbera kurdan de ye.”
            Exleb di berhemên edebîde yên bi kurdî(kurmancî); çiya, girtigeh û gund wek mekan cihê xwe girtiye. Binhişiya mirov jî wek mekan tê hesibandin. Romana bê mekan nîne. Miheqeq li ser cihke ramana xwe ava dike. Di romana Bextiyar Elî ya bi navê Êvara Pervaneyê de, navê mekan nîne. Lê bajar, kolan, kuçe, tirê çem, tirê bajar heye. Tenê navên wan bi eşkere nîne. Nivîskar hewce nake navê mekanê binivîse. Ji xwe xwiner fehm dike ku mijar bi kîja atmosferê, mekanê de derbas dibe.
         Bajarê Dublîn (peytexta Komara Îrlandayê ye) çiqas wek mekan di romanên James Joyce de derbas dibe û ew qas psîkolojiya karakter  romanên xwe de diyar dike. Bandora mekanê  li ser karakterên wî jî bi hemû awayî tê diyarkirin. Wek Steplen Dedalus.
Dîsa romana Kuçeya Midaqê ya Necîb Mahfuz binêrîn, bajarê Qahîre’yê bi hemû nakokiyên xwe ve, bi xweşikbûna xwe ve, siyaseta xwe ve, keseyeta mirovê ji rêzê û ya herî muhîm şexsiyeta xwe ve derdikeve pêş.
Mirov pirseke ji xwîner û nivîskarên Kurd re bike: Gelo bajarê Diyarbekirê bi hemû aliyên xwe ve wek bajarê Dublîn li ser kîjan nivîskar an jî li ser kîjan romanî, helbestê, çîrokê tesîr kiriye?
Berhemên edebî (kurmancî) ku van salên dawî de derketîn de ka ez ê li hinek ji wan  binêrîm Diyarbekir çawa bûye mekan.
Romana Edîp Polat ya bi navê Dûvpişk Bi Xwe Venade buyerên meytê Wedat Aydin de hatîn qewmîn bi awayeke realist, pencereyeke fotografîk dide xuyakirin. Di nava kuçeyan de kesên birîndar, dibin bedenan de ku kesên li ber xwe didin, kesên tên girtin û polîs dide nîşandin. Dîsa navê taxên bajêr bi raste rast dinivîse. Mekan bi hemû rasteqîna xwe ve cihê xwe digre. Psîkolojiya ku atmosfera mekanê bi awayeke li ser karakter bandor bike em nabînîn. Tenê aliyê rasteqînê, wekî bi çavê kamerayê nîşanî me dide. 
Dîsa romana Dilawer Zeraq ya bi navê Mirina Bêsî de  behsa buyerên(beşek jê) ku salên notî li Diyarbekirê dike.
Ji devê nivîskar (Civîna Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir) ji sînemeya nû ya rasteqîn a Îtalya’yê girtiye, tesîra wê rêbarê nivîskar dibêje li ser min heye û bi wî çawî min romana xwe nivîsiye. Dîsa di vê romanê de kuçe û kolanên Diyarbekirê dibe mekan.
“Piştî ku pêşiyê girseyê li gel erebeya cendek tê de di bin Deriyê Rihayê derbas bû û qefleyê berê xwe da bi hêla Deriyê Mêrdinê ve, vê carê jî ji alûleya ku berê wê bi Dêra Dayika Meryem a Suryanan e, zarokên ku salên wan jî heft heta heftdehan bû û ji aliyê mezinan ve rê li ber wan hatibû girtin da ku xisarek negihe wan, dest pê kirin hin jê bi destan, çend jê jî bi kevirkaniyê xilîlk û kevir bi aliyê birc û bedenan firandin.” (r.57)
            Nêrineke realîst, nêrîneke sînematografîk, nêrîneke ji pencereya jor de li mekanê dinêre û wekî rojnamegerî vebêjêr ditînên xwe parve dike.
Dîsa di pirtûka helbestê ya Yildiz Çakar de, mekanê ‘derî’ û ‘Diyarbekir’ heye. Ji xwe navê pirtûkê ‘Derî’ ye. Di vê berhemê de wek  Gaston Bachelard gotî derî du îhtîmal diêne bîra meriv. Derî an girtiye, kulf kiriye, an jî vekiriye, heta dawiyê.
         Bajarê Diyarbekir di vê berhemê de mazûvaniyê dike. Vebêjêr li navbera derî û Diyarbekir de dimîn e.
         Derî buye takesesî, buye karekter di helbesta Yildiz Çakarê de.
-Li ser sînga te me, li aliyê çepê dikeve mala min!
Deriyo!
……….
-Li berderî me, deriyo! (r.16)

        


Çavkanî:
1-Poetikaya Mekanê(Uzamın poetikası)-Gaston Bachelard
Weşanxane: îthakî, çapa yekem Adar 2008, Stembol
Werger: Alp Tümertekin
2- Têkiliya Kurdan û Mekan, Îrfan Amîda profila nivîskar a facebookê.
3-Edîp Polat- Dûvpişk Bi Xwe Venade
Weşanxane: Evrensel, çapa yekem, çile, 2011, stembol
4-Mirina Bêsî-Dilawer Zeraq
Weşanxane: Lîs, çapa yekem 2012, Amed
5-Derî-Yildiz Çakar
Weşanxane: Avesta, çapa yekem, 2012 Stembol
6-Modernizmin İdeolojisi-Fredric Jameson,çapa 1.  Nîsan,2008, Stembol.
Metîs.
7-Türk Romanında Postmodernist Açılımlar-Yıldız Ecevit.çapa.6. 2009
Stembol. İletişim.
8-Fantastik-Tzvetan Todorov çapa 2. kanun 2012. Stembol
Metis



           Tahir Taninha
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir