Bilûra Min A Şîrîn
Celadet Ali
Bedirxan, stûna welatê kurd e. Jîyaneke li durê welat û bi êş û elem kêşaye. Ji
bo ku mirov helbestên wê fêm bike lazime jiyana Celadet bizane. Celadet Ali
Bedirxan, kurê Emin Alî Bedirxanê ji malbata Ezîzan e. Di sala 1897’an de li Stenbolê
hatiye dinê. Malbata wî bi deste
Abdulhamit hatiye koçberkirin û li Yemenê ciwar bûne. Piştî têkçûna Abdulhamit
tê Stenbolê û di şerê Cîhanê yê Yekemîn de cih digre. Piştî ku di sala 1922’an
de dardakirina Emîn Ali Bedirxan û sê kurên wî hatiye fermankirin li ser vê
tawanê bavê Celadet û birayê wî diçin Misirê. Piştî hin welatan –Elmanya,
Lubnan- dawiyê de diçe Şamê, li wê bi
cih dibe.
Mirov
dibîne ku di jiyana Celadet de ‘’welat’’ ’’xerîbî’’ ‘’qedexe’’ û
‘’astengî’’cihek girîng girtiye û van bêjeyan mora xwe li hemû berhemên wî xistiye. Yek ji wan berheman ‘’Bilûra min a şîrîn’’ê. Helbesta Bilûra min
de hemû rengên jiyana Celadet xwe nişan dide.
Celadet di ‘’Bilûra min’’ de hesreta
xwe, evîniya xwe, xemgîniya xwe bi zimaneke şîrîn û bi dileke germ nivîsandiye.
Ji ber dûr ketina welat dilê Celadet dilbikule. Di helbesta wî de ya binavê
‘Bilûra Min A Şîrîn' de du hêmayên sereke hene. Hesret û azadiya welat.
Helbest bi peyvên lîrîk dest pê dike.
Celadet bilûrê wek hewalek nîşan dide.
Bilûr çawa xemê xemgîran direvîne û hevaliyê ji wan re dike, hewaltiyê ji dilê Celadet re jî dike. Bilûr
bi wî denge xwe yê nerm ji dilê Celadet re dibe derman û xemên dile wî bi dengê
xwe re dihelîne.
Bilûra min
a şîrîn
Tu di
sariya sibehê
Û hingûra
êvarê de
Hevalê bê
hevalan,
Destbirayê
şivan û dilketiyan î.
Di berdewama helbestê de dibe
helbesteke pastoral. Di helbestê de çiya, zozan, zinar, berx, hesp… hene. Bilûr
dibe hesreta dilê Celadet û li çiya û zozanên welat digere, jê re agahiyan
tîne. Lewra armanca Celalet ji welatê xwe dûr ketin an jî welatek xeyalî nîne.
Armanca wî vegerîna welat e. Lê belê Celadet nikare here welatê xwe. Wê
astengiyê bi riya bilûrê diêne zimên. Denge bilûrê ji celadet re dibe bask û bi hev re
diçin welat.
Denge bilûra
min
Çiya û
zozanên bilind
Kaniyên bi
gul û rihan dorgirtî
Guhê şkeft û
sere zinaran
Guhdarên te
ne!
…
Nalîna
me bigehîne
Deşta
Sirûç û Diyarbekrê;
Û
beriya mêrxasên Berazan;
Û
kalîna berxan
Tev şehîna hespan
Li me vegerînin.
Beşa duyem bi hişyarî dest pê dike. Mirov dibîne
ku rengê helbestê diguhere. Raman li kêleka hestê cihê xwe digre. Peyvên pozîtîf
cihe xwe dide peyvên negatif: roj diçe ava, stêra êvarê geş dibe, kolosên çiya
dibe gewr…Guhertina xwezayê guhertina dema kurda nişan dide. Rojên xwaş xelas
dibe, rojên xirab benda kurda ye.
Bilûra min, binêre û
bibihîze!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû geş,
Kolosên çiya ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne çûn;
Û pêlên ava şevê ên reş
Ketine deşt û newalan
Heta rûyê gir û kepezan.
Li gor hinek kesan şev aramiye, li gor hineka diya tiştên
xirabe, li gor hineka ji hemû tiştên xirab sitar dike. Celadet, şevê hem baş
hem ji nebaş dibine. Şev dibe wexta xapandinê. Reşiya şevê rengê xwe bide çi wek
xwe dike. Reşiya şevê renge xwe daye avê. Ava reş ketiye nava deşt û newalan,
her cih girtiye. Ava reş wek dafek xuya dike. Li aliyê din her çiqas şev wexta
fen û fola be jî wexta tevgera mêrxasiyêye jî.
Di qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapînin
Û bê dengiya şeve de
Pêjna lingên mêrxasan tê.
Helbest di serî de wek helbestek
şexsî xuya bike jî di dawiya helbestê de tê dîtin ku helbest ne şexsiye, êşa hevpar
e. Ew êş û kul ne tene ya Celadet e, yê hemê kurdan e. Wê çaxê kurd ketine
tengasiyê, rojên xirab dîtine. Celadet, ji
şahidê wan rojên xirab bûye. Tu car tu rewşenbîrek nikare li hemberî van
bûyeran bêdeng bimîne. Celadet jî li hemberî vana bêdeng nemaye û êşa dilê
welatê xwe bi riya qelema xwe li ser
kaxizê rişandiye.
Dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê binehwirîne,
Helbestê de hemû wextên rojê heye:
sibeh, êvar û şev. Di nav wan wextan û kurdan de têkilî heye. Sibeh dema kurdan
ê xweş e. Di vê demê de kurd serbixwe û bixwedî ne. Êvar nediyari ye. Kurd
hatine dawiya rojên xwe yên xweş. Şev tengasiye. Kurd ketine dewrek reş ku
pêşiya xwe nabînin. Le di dawiya helbestê de Celadet kurdan di şevê de nahêle,
roj dêrdikeve û bi xwe re dinyayê jî hişyar dike.
Helbest bi terza serbest hatiye
nivîsandin. Hevokên helbestê kurt e. Helbest heft beşe û risteyên helbestê vek
hev nîne. Risteyên hinek beşan direjin hinek kurtin. Di
helbestê de teşhis heye. Bilûr dibe hevalê bêhevala, bilûr dibîne û dibihîze, kevir piyê şevgera
dixapînin, dinya mina zarokekî dikeve ber şîr. Van taybetiyên ku Celadet bikaraniye
taybetiyên aîdê insanaye.
Fatoş Uzunca
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir