Beşa 2
Cih
dayîna çîrokên gelêrî di romanê de; terzeke cuda bi xwe re diêne. Zimanê romanê
dewlemend dike, efsûniyeke derdikeve
pêş.
Heger çîrokên gelêrî bi raste
rast di romanê de bê te nivîsandin, ji zimanê romanê re tiştekî ne maqûle. Wek
agahî dayîn tê xuyakirin. Heger vebêjêr ji devê karakter çîrokên gelêrî parve
bike, wê çaxê jî bi çêkiriya nivîskar (sêwirî,
kurmaca) ve em ê girê bidîn.
“Hebû
nebû, rehme li dê û bavê min û we b û. Kêzek hebû û wê dixwest ji xwe re mêrek
bikira. Ew bir ê de pêrgî şivanekî li ber pezê xwe hat û wê jê re got: “Şivano,
ma tu min nakî?” Şivan got: “Belê.” Kêzê got: “Ma tê bi çi li min xî?” Şivan
got: “Bi darê xwe” Kêzê got: “Hû, ez, kêzê, kêz xatûnê, xwdiya şimika
reqreqanî, çavên kilê sibhanî, ez ten akim şivanî?”(111)
Şêrko, ji herema Rojhilatê
Kurdistanê ye. Vebêjêr bi saya nameya Qazî
Mihemed ku di berîka Şêrko de hatiye dîtin; buyerên siyasî yên di vê
herêmêde çêbûyîn, ji xwendevanan re parve dike, agahî dide. Agahî dayîn, zanîna
ez dizanim di hin romanên klasîk de hene. Carnan behsa kesayetên dîrokî tê
kirin carnan jî wekî Victor Hugo (
Romana bi navê ‘Notre Dame de Parîs’ ) behsa avasaziya xaniyên Parîsê dike.
Agahiyeke berfireh di derheqê xaniyên kevin dide.
Kesayetî di beşa ku behsa
karakterê Rustemê Zal dike de, dibin meseleyên civatî de piçekî winda dibe.
Belkî nivîskar ji herema Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo wê çendî maye dibin
bandora rewşa vê heremêde.
Karakterê Rustemê Zal, ne wekî
di destana Rustemê Zal de pehlewane. Nivîskar dest pê kê de behsa karakterê
Rustemê Zal dike.
“Rustemê
Zal ne qehremanê Şehnameyê bû û ji zîna hespî xwe yê rewan peya nebû.”(51)
Fawaz Husênî, pêşî xwînerên xwe
hişyar dike. Ziddiyeke li ser navê karakterê Rustemê Zal nîşanî me dide.
Parîs, bihûşta di nav hişê Sîno, Dara, Şêrko û
Rûstemê Zal de, nebû war, nebû bihûşt…
Li Parîsê xeyalên xwe bi cih neanîn, xweşiyek nedîtîn û
tu carî jî nabînîn. Ew penaberin û ji bindestiyê reviyîne, lewma dil parçebûye,
avakirin zehmete.
Civata ku lê şer û pevçûn
herdem heyîn, ew civat ji xwe re qehremanan peyda dike. Wêjeya wan yexlev li ser
propagandayê hişîn bûye. Dema Komara Turkiye’yê ava dibe, wêjeya wê demê
minakeke baş e. Karakterên romanên wê demê pehlewanin, zanane, xweşikin û hev
dû.
Di wêjeya kurdan de jî ev
mesele hê jî heye. Lê cudahiya wêjeya kurdan jî heye. Lewra heger tu bindest
bî, heger her tiştî te qedexe be mafê te heye ku kesên li hemberî zilmê
derketî, tu wêjeya xwe de wan bikî pehlewan. Lê bi vî şeklî edebiyateke baş jê
dernakeve. Elbet kesên ku li hemberî zilmê derketîn, şoreşgeran wek karakter di
romanê de dê cihê xwe bigrin. Bi kesayeta xwe ve, bi teknîk û zimanê xwe ve bê
te nivîsîn dê baştir be.
Fawaz Husênî, li Parîsê dije.
Wêjeya Fransî jî baş dizane. Bandora wêjeya Fransî li ser romanên wî heye. Nemaze
romana Stendal ya bi navê ‘Reş
û Sor’
“Dema
wî kar nedikir, ew diçû ser girê Montmartrê û li dêm û lêvên bi ken û bi kêf ên
gerokên dinihêrî.”(102)
Ji vê jêgirtinê karakterê Stendal Julien Sorel tê bîra meriv.
Tahir Taninha
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka
Pirtûkê:
Fawaz
Husên
Barê
Şevê
Weşanxane:
Avesta
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder