Hunermend ji êşên xwe hunerê diafirêne. Ji ku tê êş?Huner ji ku peyda dibe gelo? Pirsên wisa her dem di serê hunermendan de keliyaya û xwe pê êşandine. Jixwe afirenerî her dem êş difûrêne..
Dara ji Kurdistanê koçî Parîsê dibe. Ew
neqaş e. Rojekê di xewnên şevan de gava hêşîşê dikêşe, bi ‘Venusê’ re dikeve seyrangeheke kêfxweşî tê de. Li gora dilê wî,
hejdeh saetan demên xweş, dilxaziya ciwaniyê pê re derbas dike. Di nav wê
mijxweşiyê de li ser kaqezêkê de navnîşeneya keçika can a ‘Venûs’ xêz dike. Piştî wê hişyar dibe. Piştî li ser wê şevê muddetekî
derbas dibe, dikeve rê ku here welatê Venûsê, Santiago de Compestelayê.
Dara dikeve rê. Riya xweşikbûne, riya
afirandinê, riya efsûnî ya Evrupayê…
Diçe Santîago Compestelayê. Diçe mala
ku Venus jê re behskirî û navnîşana daye wî. Xaniyeke du qet hejmara 9ê de
pirîjinike dibîne. Pîrejin navê wê dizane, an jî Dara di mejiyê xwe de olan
dide.
Mala ku li kêleka dêra Saint Jocke,
temsîliyeta fikra ku di mejiyê penaberande ye. Ewropa weke Afrodîte di hişê
penaberan de. Lê gava diçin wêderê rastî rasteqîniyê tên. Xeyalên wan parçe
parçe dibe.
Xwedana otelê ku Dara lê cihbûyî, behsa
wê pîrejinê dike. “Heftê salê berî niha
(ne îro) keçeke pir ciwan bi navê Venus hebû û keça diktor Esteban bû!”(156)
Wekî ew mal, qibleya hunermendan be. Li wê malê Venus heye, xweşikbûnê, sedema
afirandinê…
Di paşmalka romanê de buyerên li
Kurdistanê çêdibe-kêmbe jî- heye. “Dê û
bav û du xwişkên min û birayê min ê piçûk li Helebçe, bombebarana kîmyevî ew
tar û mar kiribûn…”(56)
Di romanêde, ji bilî çend paragrafan
behsa qetlîama Helebçê nayê kirin. Lê di ruhiyeta karakter de her dem ev bûyer
mirov dibîne. Nivîskar, vê rewşê polîtîze nake. Meqseda wî tiştekî dî ye. Ji
armanca karakter dûr nakeve. Lê paşmalka romanê de rojhilatî, welat, êş her dem
cihê xwe digre.
Di romanê de ji vê rewşa me behskirî
xwe xilaskirin, bi estetîk vegotin, dibin hêsîriya nivîskar de rizgarkirin,
rastî zehmete. Êşeke wek qetlîama
Helebçeyê xwe ji bandora wê parastin, bi awayekî dî vegotin zor e.
Nivîskar, karakterê xwe ji siyasetê dûr
diêxwe. Pêşî de helwesta wê eşkere dike. Tenê koçberbûnê dipejirêne. Ev jî
rêwingiya hunermendiye. Dara xwe ji hemû aliyan dûr diêxwe.
“-Ê de kurê min,
îro hemû xelk an caşin an leşkerin, an peşmerge…
-Wilo ye, lê ez
nabim yek ji wan jî.”
(15)
Afirandina karakteran rastî
pirsgirêkeke. Nexasim di romanên welatên sêyemîn de, an jî welatên bindest de
welatên zordarî lê hene.
Karakterê romanê hunermende. Nivîskar
di hin cihande wek epîfan nîşan dide.
“-Tu ji min
dipirsî: Romana te behsa çi dike? Roman timî behsa cîhaneke seranserî dike,
behsa hemû dinya û jiyan û her tiştî di heman demê de dike, vedîtineke
seranserî ji bo hemû jiyan û dinyaya îro bi hev re li ber çavan radixîne.
Roman, êdî, behsa mijareke taybet nake, lê bêhtir weke nêrînekê ye.”(50)
Ev epîfan ramana nivîskar ya derheqê
romanêde dide xuyakirin. Nivîskar fikrê xwe bi riya diyalogê dide, raste rast
nakeve navbera karakteran.
Em yexlev agahiyên derheqê Dara de ji kesên
dî dizanin. Xwedanê otelê Madam Carlos û Mademe Tardio dizanin. Lê ji hişê Dara
ku guhdariya wan dikir pê dizanin. Vebêjer, bihistînên Dara ji deve Mademe
Carlos û Madame Tardio ji me re parve dike. Me pêşî de behsa afireneriya
hunerê, xweşikbûnê kir. Dîsa ji devê Madame Carlos halê Dara vedibêje:
“…min dît, yekser
sîtileke tijî boyaxa sor, bi herdu destên xwe hilgirt û bi ser û bejna xwe de
kir…pişt re sîtileke din a zer û sîtileke din ya şîn…her dikir hawar jî “Ez
nikarim, ez nikarim, ez nikarim.” Di dawî de çû ber neynika odeya xwe û li ser
çokê herifî, serî û pora xwe didirand û bi serê xwe de dikişand. Digiriya.
Tinaz bi xwe dikirin. Bi kulman li dev û rûyê xwe dida, xalên boyaxa rijiyayî
li ser laşê wî, bi tevahiya bedena xwe ve dianî. Xwe diresimand.”(153)
Dara, dikeve cezebiya afirenerî yê, êş
kîşandinê. Heta dilê wî de reyên(demer) leşê wî de xwîna afirenerî neçe ew ava
nake. Bêçareyî, çêkirina xweşikbûnê hunermend tengezar dike. Çi resim çêbike, çi
peyv li ser rûpelên spî yek bi yek rêz bike, kul û keser duv wî ye. Nikare xwe
ji vê bobelatê xelas bike.
Venus jixwe ne keseke ku bi wî re
têkilî deyne ye. Em dizanin di mitolojiyêde Venus (Afrodît) xudawena
xweşikbûnêye. Du deran de Dara bi Venusê(xudawena xweşikbûnê) re wek temsiliyet
a xweşikbûnê rû bi rû tê. Wekî hunera ku wî ber bi riya çêkirinê, xeribiyê,
lêgerinê ve bibe ye..
“Di dawiya vê
guftûgoyê de “Venus” ku diyar bû dixwest min tev bide û li ber dilê min bide,
got:
-Her çawa be, ev
hunera ku tu navê wê dikî “kasibî” qet weke parsekî nehatiye dîtin!”(12)
Daxwaziya dilê hunerê daf(dehf) dide û
Dara hêdî hêdî amedakariya çuyîna parestgeha hunerê bike, diçe ba Venusê, ba
xweşikbûnê, Santiago Compestela yê. Cihê ku di xewnên şevên wî de ku bi destê
recifî li ser kaqezê nivisiyî de.
Qedera hunermendî naguhere. Dawiya dawî
negehiştina dilxaziya xwe ye. Di dawiya romanê de dîsa wek epîfan ji devê Madame Melaga a falcî dibêje:
“-Kurê min…tê li
gelek welatên din ên vê Ewropayê bigerî, tê li gelek bajar û rê û pirên din jî
binêrî. Di wan rê û rêçikên penaberiyê yên evdaliya xwe de, qet ne dûr e tu
rojekê (berî dirandina pêlavên te) bi hesreta “Venus” serê xwe deynî… ev qedera
her hunermendekî ye.” (166)
Rêwitiya hunermendên kurd ber bi dolên
kur, çiyayên bilind, dojeha Dante, bindestiya xwelîserî, sîxên ku her dem ji
aliyê civatê ve leşê wan dikeve, bêkesî, hesreta avabûna xiyaleke diçin. Qeder
nayê guhertin, di bîra kur de difetise… Lê dev ji lêgerîna xweşikbûna “Venusê” bernadin.
Kolana
Paradîsê li bendê ye.. Oxira wan ya xêrê be…
Santiago
de Compestela
Ferhad
Pîrbal
Weşanxane:
Avesta,
Ji
Soranî bo Kurmancî:Besam Mistefa
Stembol,2013,
çapa yekem.
Tahir Taninha
Kulûba
Xwendinê Ya Diyarbekir
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder