Dûvpişk Bi Xwe Venade
Li gorî
lêkolîna weşînerekê (YAYFED) di sala 2012an de 263 pirtûkên kurdî hatine
çapkirin û di nav hemû zimanan de jî piştî Erebî (303) bûye çaremîn. Ji bo me
kurdan serkeftiyeke herî mezin e. Divê kurd şanaz bibin. Bi zimanê xwe ku ewqas
qedexe dîtiye û hê jî bi dewlemendiya xwe winda nekiriye û her diçe bêhtir tê
çapkirin û xwendin. Heta deh sal berê jî nivîskarên kurd bi zimanekî biyanî
(Tirkî, Swêdî, Îngîlîzî hwd.) dinivîsandin. Lê hêdî hêdî vedigerin zimanê xwe.
Edîp Polat jî ji wan nîvîskaran e.
‘Dûvpişk Bi Xwe Venade’ romana Edîp Polat
ya dawî ye. Heta niha gelek berhemên wî bi tirkî derketine. Cara yekem bi kurdî
di sala 2005’an de kurteçîrokek bi navê ‘‘Şorbe
û Fedî, Xela û Xeyidî’’ dinivîse.
Romana wî ya yekem jî di sala 2008’an de bi navê ‘’Ristemê Zal’’ tê çapkirin.
Romannûs di
romana xwe de du roman bi hev re honandiye. Her du roman jî qala heman mijarê
dikin. Nivîskar di her navberê de derbasê romana biçûk dibe û hingê paragrafekê
cih dide romana xwe ya duyem. Di vê romanê de pîrikek heye û heman mijarê ji
zarokên xwe re vedibêje. Dibe ku nivîskar xwestiye 30-40 sal şûnda jî, bila
pîrikên/dayikên me ji zarokên me re qala bûyerên 90’î bikin, da ku neyên
jibîrkirin. Di dawiyê de romana pîrê û ya mezin digihêje hevdu û bi hev re
didomin. Piştî vê pevgirêdanê, xwîner dikeve kelecan û meraqeke mezin. Ev jî
taybetiya vê romanê ya herî mezin e.
Di pirtûkê de
gelek mîtolojî û efsaneyên ku li ser Amedê hatine gotin hene. Efsaneya qertelê;
sembola ariyan, efsaneya kevira mê; kevirê nêr û teqîna çiyayê Qerejdaxê û
peyama wê derdikeve holê. ‘’Çima hûn ji wolqana
devê min ditirsin. Niha dem hat ez vedireşim, ez dizêm, ha ji we re
kevirekî herî qewîn. Ger hûn bi van kerpîçên kevirîn bihonin, xaniyan lêbikin,
ayetan hedîsan li ser bedenan binivîsin ez careke din nateqim û heta dinya ava
be venareşim!’’
Nivîskar di pirtûka xwe de cih dide
hin bûyerên ku qewîmiye jî. Wek Vedat Aydın ku Jîtemê kuşt û wek faîlê nediyar
hate binavkirin. Nivîskar wî, di lehengê bi navê Refîkê de karekterîze kiriye
Ew jî çû! Dûvpişk bi wî jî veda!
Roman li Amedê
derbas dibe. Nivîskar, kolan, kuçe û taxên Amedê pir xweş binexş kiriye. Xwîner carinan li mizgefta Hz. Silêman dia
dike, carinan li ser bircên Amedê çay vedixwe û carinan jî li Deriyê Çiyê û
Baxlarê li hemberî kontrayan û Jîtemê
têkoşîn dide. Di romanê de her tim aksiyonek heye û tu carî kelecana xwînerê
venamire. Nemaze xwînerên Amedî dê ji pirtûkê gelek tehm bigrin.
Lehengên romanê
yên sereke 3 kes in. Yezdan Zaxoyî, Ekrem Duhokî û Mervan Şen. Du pêşmerge û
xortekî Amedî. Ekrem û Yezdanî piştî bûyera Helepçeyê li Amedê bi cih dibin.
Her sê yekem car li Amedê di qehwexaneyekê de hev dinasin. Di bêrîka Ekrem de
pirtûkeke biçûk heye bi navê Programa PDGKê. Pirtûk qala demokrasî û
federasyonê dike ji bo iraqiyan. Pirtûk bala Mervanî dikêşe û dixwaze wergerîne
tirkî. Di kovarekê de li ser navê Ekrem û Mervanî tê weşandin û ji bo wan 2 sal
ceza tê birrîn. Her wiha piştî vê bûyerê zordariya dewletê li ser van her sê
hevalan dest pê dike. Du kurdên başurî û
kurdekî bakurî.
Karekterê herî serkeftî û bandor li
xwînerê kirî ez dibêjim Ekrem Duhokî ye. Romannûs rola herî mezin daye Ekremî.
Peyamên xwe, hestên xwe, mebesta nivîsîna pirtûka xwe bi kesayeta, bi jiyana,
bi têkoşîna karekterê Ekremî aniye
zimên.
Mala Ekremî
li Taxa Baxlarê ye, zexta polisan li ser malbata wî her diçe zêdetir dibe.
Jîtem bi kincên pêşmergeyan tên mala wan û Ekremî dipirsin. Polîs mala bavê wî serobino dikin û diqêrîn “Ka Ekrem? Ka ew li ku derê ye? Lez bikin, herin
bînin! Ya na em dê vî banî bi ser serê we de birûxînin!’’ bûyereke
wiha hatiye serê her kurdekî û rasteqîna pirtûkê jî li vir derdikeve pêşberê
xwîneran û xwîner jî wekî malbata Ekremî diêşin. Piştî van bûyeran Ekrem mecbur
dimîne ku bireve. Dema direve rê de Yezdan Zaxoyî dibîne ku çend sale hevdu
winda kiribûn. Lê Zaxoyî ji hal ketiye, madê wî zer bûye û ditirse. Ekrem
dibêje “Malneketo te ez nas nekirim?’’ Wisa xuyaye ku gelek bûyer hatine serê Zaxoyî da ku Ekremî jî
nas nake yan jî ji tirsa dewletê naxwaze bîne bîra xwe. Piştî çend deqan Zaxoyî
bi matelmayineke kûr li Ekremî nas dike, zêde nikarin biaxivin ji ber ku Jîtemê
daye pey Ekremî. Ekrem diçe mala Mervan. Mervan jî bi dîtina Ekremî kêfxweş
nabe, ditirse, xof dikeve dilê Mervanî û dibêje, “Ez karmend im Ekrem, dema te di mala min de bigrin dê ‘cezayê
terorîstekî’ li min bibirin. Ew çax dê malik li min mîrat bikin.’’ Belê Mervanê kurdên
bakurî jî alîkariya Ekremî nekir û paşê dibe profesor jî. Vebêjer tahlîleke baş
dike û van xayîntiyan wiha tîne zimên, “Mirin li kolanan bêserê xwe digeriya û tax
kiribû bin dagirkeriya tirsê. Xofê mal bi mal li deriyan dida, çekên dûvpişk di dest kesên biyanî de bûn. Hest sar dibûn, hevaltî, dostanî sist
dibû.’’ xwestiye rasteqîna kurdan binivîse ku her tim
xayinê hev in û ji bo berjewendiya xwe hev difiroşin.
Ekrem bi nasnameya birayê xwe direve
Enqerê û li wir hevala xwe ya berê Aycanê dibîne û dizewice. Paşî, ji taqîba
polîsan û tirsa Jîtemê dixwaze
bireve biçe Swîsreyê. Bi navê birayê xwe
Akîf pasaporteke sexte derdixe. Û serî li ateşeya swîsreyê Henry Nîkolî dide.
Henry Nîkol bawer nake ku ew Akîf e lê dîsa jî alîkariya Ekremî dike. Keçeke
wergêr tirk jî li cem Henry Nîkolî dixebite û baweriya Ekremî hîç pê nayê. Diçe
balafirgehê ku biçe Zurîhê. Lê di balafirgehê de polîs wî digirin. Keça wergêr
giliya wî dike. Di odeyekê de li cem îtîrafkerekî rûdine û sohbet dikin.
Îtîrafkar qala mirina Refîkî dike ku çawa hatiye kuştin û gelek îtîrafên din.
Li vir tiştekî balkêş e îtîrafkar sûcê xwe napejirîne, xwe mafdar jî dibîne û
dixwaze alîkariya Ekremî jî bike lê her tim heman hevokê dubare dike ji Ekremî
re, “kî ji ber dûvpişkên dewletê xelas bûye heta niha’’ polîs
tên hundir û Ekremî kelepçe dikin.
Ev roman bi bûyerên xwe ve, bi mijara
xwe ve û bi karekterên xwe ve rasteqîna me kurdan nîşanî me dike.
Bawer Berşev
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Edîp Polat
Dûvpişk Bi Xwe Venade
weşanxane: Evrensel Basım Yayın
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder