Saturn-Evdila Qasan
NÎŞEYÊN DERHEQA DI “SATURN” A REMEZAN
ALAN DE
Gava
mirov li navê pirtûkê dinêre, cara ewil gerestêra Saturn tê bîra mirov. Mirov xwe bi xwe dipirse;
‘Pirtûkek ku bi zimanê kurdî hatibe
nivisandin û pirtûkek wêjeyî be, têkilîyek çawa navbera gerdûn û wêjeyê ra
hatiye dayîn.’
Mirov
destpêkê berga pirtûkê dinêre; çar heb neynik henin, nava her çar neynikan de
jî çaveke xuya dibe, ev çav, çavên vekirî ne, bînerên xwe temaşe dikin.
Wê demê meraqa mirov hineke din zêde dibe, mirov
dixwaze demildest dest bi xwendina pirtûkê bike û pirsên ku di nava hişê mirov
de ketine pêdarê, ji wan re çareyeke bibîne.
Hîna destpêka pirtûkê de, hîna vebêjer neketî
dewreyê, mirov vê carê rastî girîzdahek tê ku ‘ Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî re, gava
vebêjer çîroka çîrokê dihune berî, çîroka eslîn vê carê mirov rastî Agaz-i
qiseya Şêx Xalîp a Husne aşq tê, gava Bengîn dest bi çûyînê dike, çîroka eslîn
diqede vê carê jî mirov rastî Xatîme ya
Ferîdeddîn Attar a Mantiqûl –Teyr tê. Şêweya
nivîsandina wan berheman nivîskar ji xwe re dike mînak, dixwaze xwînerên xwe
agahdar bike.
Nivîskar, xwestiye bi vî rêbaza han re
berhemek têr û tijî biafirîne. Li birastî, berhemek bi vê şêweyî mînakek ewil
e. Her çiqas xwendina wî, ji bo xwendewanan zor û zehmet be jî, ji bo şêweya bi
vî awayî mirov pê kêfxweş û serbilind
dibe.
Beşa ewil de vebêjer Gerrok Ibn Pitat,
sedema vegotina romanê re, vacek(mentiqek)
nîşan daye, ji xwîneran re hatiye
ragihandin ku ev çîroka çîrokê ye. Vebêjer, dîmeneke destana Memê Alan girtiye
dest û roman bi wî awayî berdewam dike hetanî ku Bengîn neçîrê de; bi xwarin û
dermanekî, hemû hevalê xwe re rêya xewneke şîrîn vedike û hemû radikevin. Çûna
xwe hêsan dike, azad dibe û dikeve pey evîna xwe.
Roman biryara çûyîna Bengîn, bitevneke têkîliyên
nişteciyên qesrê re hatiye ristin. Her qereqter xwe parastiye, sedema bûyîna
xwe, peywîra xwe heta dawiyê cîh aniye.. Car caran kesên ku li qesrê de jiyana xwe didomînin ev kes jî
alîkariya vebêjer dikin, çîroka xwe dibêjin. Sedema çûyîna Bengîn piştrast
dikin. Ê ku Bengîn perwerde dike, hêla wî ya fikr û raman xurt dike Dersdar e. Meyter
hizmeta derketina Bengîn a neçîr dike. Şêwîrdar û Azwera li pey dest hilanîna
desthilatdarîyê ne. Ji bo cîh anîna mebesta xwe tevdigerin.
Gava
biryara çûyîna Bengîn de, daneyek nakeve destê Mîr Kalanê, mecbûr dimîne diçe
cem remildar; li gor remil avêtinê
qedera Bengîn dîyar dibe, li wir de em pêdihesin ku wateya saturn; keywan e. Keywan
li gor remildar; çiqas sadiq, jîr û mirovhêz bin jî meyla wan li ser jiyan
guherandine. Em li vir hîn dibin ku navê senaryoyê Keywan e.
Piştî çûyîna Bengîn, gava çîroka romanê ya
navendî diqede, vebêjer li nav dîmenên kamerayê de tê stop kirin, rastiya
çîrokê me digîhîne rojê îroyîn, ku ev
senaryo ye. Li vir de vebêjereke din derdikeve holê ev, nivîskar bi xwe ye. Hinek
rexneyên xwe, rewşa hunermendên kurd dike ku bi çi avayî berhemên nivîskî re dileyizin. Ne li
gor rastiya tekste, li gor berjewendiyên xwe, berhemê diguherînin. Em li vir
hayî dibin ku Keywan li ber destûr bê girtin, dibe Saturn.
Di hunandina romanê de hinek tişt weke
alav hatine kar anîn. Di çîroka çîrokê de
“cin” di çîroka navend de “eyna xeybê” di rastiya çîrokê jî qamera. Ji
ber xwîner bêne qanih kirin,ev tişt bi zanayî hatiye kirin.
Dîsa zanînên ku remildar dide ber Mîr
Qalan, têkiliyên mirov û remil avêtinê, têkiliyên mirov û cinan her çiqas der
aqilane xuya bikin jî, li ser baweriyên jiyana rasteqînê tesîr dikin. Gelek kes
bersiva xwe li wan de dibîne, pê qanih dibe.
Di encam de mirov dikane bêje, berhem bi
hêla şêweya nivîsandina romana nûjen pirtûkeke serketî ye. Tenê xwendewan gere gelek bisebr bin, çimkî
xwendina wî ne ewqas hêsane. Berhem hem hêla naverok û mijar de, hem jî ji hêla
hunandinê de, bi şifreyan hatiye
nivîsandin. Xwendewanên bisebr û jîr vê şifreyê dawiya dawî de destnexin jî, keda
ku nivîskar ji bo berhemê daye pê dihesin.
Nivîskar: Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Saturn
Remezan Alan
Weşenxaneya Avesta