Evdila Qasan
MIRIYÊ HERAM
Niviskar bi dimenên dawiya romanê dest bi vegotinê kiriye. Pirtûk li ser bingeha hişmendiya kurdewariyê ava bûye,
hatiye hunandin. Di hemû naveroka pirtûkê de niviskar tu caran ev yekê ji bîr nake,
hem buyerên ku diqewimin hem ji tevgerên kesayetê wî nikarin ji rêça xwe derkevin. Gava mirov dixwîne jî
kesayetek an lehengek mirov matmayî bihêle an jî tiştek ku xwendewan ne bendê
bin, tiştek beyî peyvîra ku ji hêla niviskar sendine bikin, têde tune ne. Roman ji hêla kesayet û
lehengan pir pasîf e.
Heke mebest di hunandina berhemê de
encam an sûd vergirtin be, nivîskar hem şêweya vegotinê hem jî ristina mijarê
naveroka pirtûkê serketiye. Encam dest xistin bi mebesta nivîskar re girêdayî
ye. Lê belê gava mebest afirandina romaneke nemir, tegihandina xwînêran, leyîstokên
vacê, lehengek balkêş, fikr û ramanên balkêş, mijarên balkêş, tiştek nû kişf
kirin, ronakbîriya hişmendî be ev dem; mirov dikane bêje ku ev berhem di waran
de qels e.
Lehengên romanê Celadet(Tûjo) û
Mecît(feylesof) tekoşîna ku li hemberî pergala heyî didin têk diçin, civatê
nefret dikin. Dijberiya xwe bi rêya vexwarina alkol û xwendina pirtûkan
didomînin. Dawiya dawî gava ku Tûjo dimire motacê ji mele û seydayên pergalê
dibin. Ji ber ku buyer neqewimin pergal peyvîra xwe cîh tîne, Tûjo vedişêre. Ev
rastî Mele Evdirahman jî, rê derdixîne.
Nivîskar xwestîye hinek rexne li rêxistin
û partîyan bike, ji ber ku di warê çand û nîrxên kurdewarî de qels in, civatê
xurt bike. Dawiyê de leheng hemberî civatê
têk diçin, xwe teslimî rehma pergalê dikin.
Gava, mirov ev tişt di encama romanê
dibîne, dibe ku mebesta nivîskar şayese kirina civate heyî be, nakokîyên civata
bindest be, lê belê nivîskar rastîparêziya xwe li nav kesayetiya Tûjo de cîh
kiriye, xwestiye tekoşîna li hember pergalê bi rêya tekoşerên kesane bidomîne, dawiyê li ber
rehma pergalê têk çûye. Hişmendiyek tekûz di nava pirtûkê tune.
Rastiyek wisa di naveroka romanê de derdikeve
holê, xwestek tiştek dine, avakirin û afirandin tiştek dine. Her xwestek, her
daxwaz ava nabin. Civata kurd nû ve avakirin karekî zehmet e, ji ber ku ji warê
sosyolojî de têk çûye. Gava niviskarek encamek wisa nîşanê xwendewanên xwe
bike, helbet wê xwendevan jî têk biçin.
Heta ku lehengên wêjeya xwendewanên xwe
re hêvî çênekin, wan nedin li pey şopa xwe, wê civatê dirûvek nû negre û ava
nebe.
Nivîsakar: Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Miriyê Heram
Bavê Nazê
weşanxaneya Lîs
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder