Sadedîn Çira
HEVIND
Dîgel ku navê çîrokê Hevînd e
jî, Menîje û Qeşem wek karakterên serek yê şanoyê xûyanî dikin. Ji Hevind bêtir
li pêş in.
Mijar serhildaneke kurd e. Em bêjin
têkçûn an şikestina serhildaneke kurd e jî dibe.
Di şanoyê de, dîsa kurd ji bo
rizgarkirina welatê xwe rabûne raperînê. Dîsa kurd "bê dost, zeîf" û
"bê çek" in. Dîsa dijmin xurt û bê rehm e. Dîgel hemû bêderfetiyan
jî, kurd jin û mêr, beg û axa, mezin û biçûk bi giştî li ber xwe didin. Lê neyta
dijmin qirkirin e, loma bi hemû hêza xwe diajo ser wan.
Serwer Beg ê ku di şanoyê de serokê
serhilanê ye, di şer de birîndar dibe û dimire.
Hevind,lehengê ku navê xwe daye
şanoyê, sêwiyekî duwazde salî ye û li cem Serwer Beg ê dimîne. Li pey wefata Beg
ê xwe dibêje: "Ax min nizanî bû ku mirov dikare du caran jî sêwî
bimîne"
Serokê serhildanê miribe jî, bi
wesiyet û rênîşandayina wî berxwedan didome. Gel dibe du beş. Ên çek hilgir û ên
ne çek hilgir. Ên ne çek hilgir, ku ji jin û zarok, kal û birîndaran pêk tê, diçin
deşta Ecemîstanê.Yên bi çek jî, ji girê ku çar sal in têde dijîn, diçin girekî
din. Ji bo vî girî bi selametî vala bikin, hewceye dijminê ku nêzîk bûye-ketiye
heta çeperên wan-bi êrîşekê ji xwe dûr bikin, ji wir bavêjin. Di vê dema teng
de, hemû hêza xwe didin hev û êrîşî neyar dikin. Bijişkê ku ji bo dermankirina
birîndaran li wir e, hew xwe radigire û dibêje: "Ez ku dizanim birînan
derman bikim,divêt bizanibim birînan jî vekim."
78 sal li ser weşandina vê
şanoyê bihûrî ye. Hûn dibêjin qey kurd
her wiha-di wê rewşê de-li ser çiyan mane. Bêyî ku xwe di warê leşkerî de xurt
bikin, ji aliyê pêşketinên teknolojîk, bikaranîna amûr û rêbazên modern ên şer bi
dest bixin, tên kuştin. Lê divê wek Serwer Beg ê ku gotibû biba ya: "Xwe bi
giranî bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin û zû zû xwe medin kuştin. Ji her gavî
bêtir mêrê mêrkuj bin û ne xwekuj..."
Serwer Begê ku li ber candayînê(sekratê) yê, ji
ber bê derfetiyên şer, piştî ku gazinên xwe dibêje dîgel mêraniya kurd an, wanî
didome: "Belê mêranî qence...Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Lê ji
bona ku giyan bilive-tevbigere, jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û
rim divêtin."
Yanî ku amûrên we yî leşkerî-şerî
tune bin (wek tanq, top, fuze, balafir û hwd.) hûn şêrê Elî jî bin, têkçûn teqez e. Bê
sedem pêşiyên kurda negotine: "Destê vala deng jê nayê" û
"Tivinga vala nateqe."
kengî ku "dest" û
"tivinga" kurdan "vala" nema, ew çax wê hemû cîhan, ji
mecbûrî, lehengtiya kurdan ku li serê çiyan zikek têr-yek birçî, di rewşa
ne-wekhev ya amûrên şer ên teknolojîk de şer dikin, qebûl bike.
Şano bi sirûda segmenan bi dawî
dibe
Em bira e tev de kurd in
Enî bilind serevraz
Cihên me ne şehar,zinar
Em êlo ne,teyrê baz
Welatê me diya me ye
Em tev jêre gorî ne
Hişyar bûne herçî kurd in
Demên tarî borî ne.
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Hevind
Celadet Elî Bedirxan
weşanxaneya Avesta
64 rûpel
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder