Tahir Taninha
Bihuşta Lal
Selahaddîn Bulut,
lehengên xwe pêşî dike otobûsekê de, du re yek bi yek serpêhatiyên wan dinivîse û behsa jiyana wan dike.
Rê, bi xwe re êş
û azar diêne. Lewma Pîra Fatê ji trêna reş re gazin dike û her hefte diçe li
ser tivra keçika xwe. Tekerên otobûsê her hefte li ser can û cesedê Pîra Fatê
re diçe û tê. Pîra Fatê keçika xwe bi tenê nahêle. “Bayekî hênîk rabû û pelên
daran dan çepikan. Ji zikê erdê dengê erbaneyan pêl veda. Çirçirikan lîrandin, zerqendîlan
fîkandin, dartikokan qalikên daran tiktikandin û bû wîlewîla teyr û tilûrên li
wê çolê. Di ber serê mezel de taqikek vebû û teyrikek jê firiya.” *
Tivra keçika Pîra
Fatê pêşwaziyeke wusa dike. Êdî Şikranê dibe Teyrika bihuştê. Lê bîra gava
Şikranê nû xwêdê dida û zaroktiya wê, xweşik bûna wê tê bîra wê.
Ajokarê otobûsê
gava pêl gazê dike; jinika xweşik Gewrê hundirê otobûsê de ye. Gava trên ûrinî dike;
Gewrê wisa gazin dike:
“Marê reş, marê reş, te çer xortê mîna beranekî
ji xwe re daqurtand û tu çûy!” *
Gelo marê reş çi
kiriye ku ew qas bûye tirs û ketiye dilê gel de. Dibêjin marê reş li nav mal de
be lazime neyêt kuştin. Ji xwe marê reş xwemalî bûye û êdî ji malê tê hesibandin. Ji bo wê çendê dibêjin kuştina
marê reş gunehe. Sedem çi ye gelo? Gora min sebeba wê; koçberiye.
Trên, hêviyên
mirov, hêzkiriyên mirov, xewnên mirov, xeyalên mirov ji xwe re dibe û winda
dike. Trên dirêje, çend malikên wê hene. Her malikek windabûna çend mirovan
temsil dike. Dûr ketin, winda bû ne. Windabûn mirina li paş xwe de mayina ne.
Beranê Gewrê jî, li
malikên trênê peya bû ye û dûr çû ye û winda bû ye. Şevên bi serma û dirêj de
Gewrê tenê bi xeyalên xwe ve dimêne. Tu kes nîne ku daxwaza Gewrê bi helalî cih
bê ne. Gewrê, wan şevên tarî û tenê de aqilê xwe diavêt. Gava Gewrê kolanên
gund de dimeşe; zilamên gund bi paş wê ve niyetên xwe diveşêrin, lê di devên
wan de peyvên ne baş derdikeve. Êdî taqeta Gewrê namine û li navenda gund de
xwe tazî dike. Hemû gundiyan heta kuçik û çûk jî ji ber Gewrê direvin.
Apê Seydî bi
aliyekê gund de tifeka xwe hildigire û bayê re şer dike. Fişêkên xwe yek bi yek
li ser ba de rêdike.
Kevirê kerr, guhdariya
xortên wê bajarî dike. Sirên wan li nav zikê xwe de dihewî ne. Tenê sirên
qeymeqam nahewîne. Ew jî pêşî navên gundan, taxan û zarokan diguherine. Du re
delamûtek didênin zikê kevirê kerr de û ew heqqar sir diteqine û hemû sir belav
dibe. Dibêjin ew sir li nav hemû bajaran de belav bûye û pêla wan gihiştiye welatê
tejî bi çiya tê de. Wan çiyan hemû gul
bişkivandiye û wan gulan jî behna xwe li ser evindarên şevên spî de barandiye.
Dibêjin şûna kevirê
kerr hê jî xuya ye.
Tahir Taninha
Kulûba
Xwendinê Ya Diyarbekir
Jêgirtin:
Bihuşta Lal
Navdanka Pirtûkê:
Bihuşta Lal
Selahaddîn Bulut
Weşanxane: Avesta
Rûpel: 71
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder