Tahir Taninha
Di Xew de- Cemîl Saîb
Cemîl Saîb çîroka dirêj ya bi
navê Di Xew de (Le Xewma) 1925’an de dinivîse. Karakterê çîrokê nivîskar bi xwe
ye û bi vegotina kesê yekemîn dinivîse. Xewna xwe de buyerek dibîne û wê buyerê ji xwendevanan re parve dike.
Hêma ya xewn, di wêjeya kurdî de pir cihê xwe girtiye.
Di çîroka “Di Xew de” destpêka wê bi xewn destpê dike. Mebesta nivîskar hin mijarên bi rasteqîn bi zimanê wêjeyî bête veşartin û meqseda dilê xwe jî, ji xwendevanan re birêje. Ciheke desthilatdariya zordest hebe; li wir wêje, huner ji xwe binpêkirin e. Êdî wêje, huner berwejendiyên serdestan dide xuyakirin û dide parvekirin. Yên dijî xwe tu carî qebûl nakin û napejirênin. Her dem wan qedexe dikin.
Di çîroka “Di Xew de” destpêka wê bi xewn destpê dike. Mebesta nivîskar hin mijarên bi rasteqîn bi zimanê wêjeyî bête veşartin û meqseda dilê xwe jî, ji xwendevanan re birêje. Ciheke desthilatdariya zordest hebe; li wir wêje, huner ji xwe binpêkirin e. Êdî wêje, huner berwejendiyên serdestan dide xuyakirin û dide parvekirin. Yên dijî xwe tu carî qebûl nakin û napejirênin. Her dem wan qedexe dikin.
Rewşeke wusa de gelo nivîskar û hunermend tê çibike? Wekî minakên
dinyayê de hatîn dîtin, nivîskarên rûmeta wan heyîn; tu caran ji rastiyê dûrneketin
e. Ramanên di dilê xwe de bi zanistî bi zimanê wêjeyî bi perên spî de rêjandin
e.
Cemîl Saîb jî, ji zordestiya desthilatdariya wê demê re serê xwe xar
nekiriye û dev ji wêjeyê bernedaye. Gelên di bindestiyêde, dert û kulên xwe her
dem bi zimanekî girtî, ne zelal û bi veşartî bikaraniyîn e. Rastî, derdê wêjeya
baş jî lazime ev be. Ya rast tu caran serê xwe li ber serdestan re ne dêne û
her dem bi serfirazî tev bigere. Heger nivîskar hecranên xwe rast bi rast
binivîse; ew nivîs di wêjeyekî bi qels bi xwe re dê bêne. Lê nivîskar hecranên
xwe bi zimanekî estetîk, hevokên bi ahengî û me’aneyekî dibin peyvande
neximkirî; dê wêjeyekî serkeftî dê derbikeve holê.
Çîroka ‘Di Xewn de’ bi
teknikeke em bêjîn modern destpêdike.
Bi serê xwe hêmaya xewn derfeteke pir baş dide destê nivîskar. Heta cihekî jî
nivîskar vê derfetê bi zimanê wêjeyî şixûlandiye. Lê fikra nivîskar di
vegotînêde pir eşkere dibe.
Karakterê sereke gava dikeve destê leşkeran de her gav buyerên neyînî
dibine. Heresên wî yek bi tenê jî nivîskar baş nade xuyakirin. Hemû li der û
dora wî xerabin, çavbirçîne û zalimin. Serokê wan jî ‘zirtepoze’ û bêwijdane.
Vebêjer guhê xwe dide odeya jinan da ku ji xwe re rêyek bibîne û bireve.
Guhê xwe dide gotinên jinan: “Dengek dihat û digot: Qurban jina filankesî cotek
guharên wê yên gelek antîka hene, wê salê mêrê wê ji Stembolê jê re aniye. Sê
rêz elmas tê de hatine bicihkirin, dibêjin li wir bi sedûpêncî lîreyan kiriye,
lê qîmeta wê nayê gotin, bi Xwedê ew tenê li
te tê, tu wê ji xwe re jê bistîne.” (37)
Gotinên jinan wusa dewam dike. Heger em malbatên
desthilatdariyan binêrîn; hemû kesên malbatên wan dewlemendin. Di vê çîrokê de
jî wusa xuya dike.
Cemîl Saîb, di çîrokêde carnan bi
xwîneran re diaxive û wan dike şahîdê xwe. “Li vî milî û wî milî dixistin û
êrîşî ser baran kirin û li ser û çavên sê-çar kesan xistin. Di wê navê re-di navbera me de be-çend tep jî li serê
min ketin.”* (13) Hevokên bi vî şeklî berdawam dike û di navbera xwe û
xwînerande pirek ava dike. Di wêjeya dinyayê de bi karakterên xwe re axaftin, bi xwînêran xwe re diyalog û lehengên xwe re gazîkirin pirin. Heger ez ne
xeletbim di çîroka kurdî de şêwazekî wisa yekemîn e.
Cemîl Saîb, wisa dewam dike: “Wê got, ka
mehfûrê û hevrêşimê bînin ez bibînim. Ew anîn û danîn ber (ez wisan dizanim ew bi dilê
wê bû), wê got, rakin.”(39) Di eynî rûpelê de jî cih dide hevokên wisa.
“Pişt re guhê xwe dayê, yekî din hat (ev
dengê mêrekî bû), jê re got, qurban, em serkar filan hemî dizanin…” (39)
Tahir Taninha
Kulûba
Xwendinê Ya Diyarbekir
Jêgirtin:
Di Xew De
Navdanka Pirtûkê:
Di Xew de
Cemîl Saîb
Weşanxane: Avesta
Rûpel:
88
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder