Evdila Qasan
NÎŞEYÊN LI SER ÇÎROKNÛSIYA ANTON ÇEHOV RE(1860-1904)
Nivîskar, bîst saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Li
nivîskariya ku bîst û pênc sal domyaye ji bi sêsed çîrok, piyesên sê perde, du
perde û yek perde re navê xwe wêjeya cîhanê ve bi tîpên zêrînî
nivîsandiye.
Heman demê de li
nivîsandina “çiroka kurt” de minakê ewil, tê pejirandin.Dîsa ji bo hunera
şanoyê gelek karên hêja kiriye.
Pirtûka ku di destê min de ye, ji pêncî û yek çîrok û
piyeseke du perde tê de cîh girtiye.
Gava mirov li dîroka welatê nivîskar dinihêre, li vê demê gelên
rûsî de hinek guherînên ber bi çav re derbas dibû, welatîyan têra xwe
rêwîtîya ber bi ewrupa ra dikirin, xwe hînî veguherînê dikirin. Li vê
demê ewrupa yê guherînên bêhempa çêbû bû. Bi saya ronesans û reformê
nîrxên nû bilind bûbûn. Fikr û ramanên nû derketibûn. Malbatan, zarokan xwe re (malbatê
asîlzade) mamosteyên frensizî, îngîlîzî peyda dikirin û wan perwerde dikirin. Nivşeke
nû dihat amedekirin ji bo guherînê. Ev kes gava ku gihîştin zimanê wan dirêj bûbû
her tişt rexne dikirin. Sincike nû xwe re afirandibûn, hemû nexweşîyên welatê
xwe hesîyabûm. Mirov gava hişmendî ya nivîskar dinihêre ev tişt diyar
dibin.
Nivîskar, civata rûsî ser û bin kiriye. Ketiye li nava gel êş, jan û
pirsgirekên wan kiriye mijara xwe. Li herdem bi çavekî rexneyî tevgerîya ye. Tu
caran gava bûyer vegotiye, hestên wî bandor lê nekirine, herdem xwestiye
nexweşiyên ku li nav civakê de diborin bi saya zimanê xwe yê tinazî bîne li ser
ziman xwîner ji tê de sûd verbigrin.
Di çirokên Çehov de ji hêla, carna bi kesê yekemin, carna jî bi
kesê seyemîn ve tê vegotin. Li vir mirov têdigihîje ku çavderîya nivîskar gelek
bihêze û heta dawîya çîrokê hemû hûrgilîyên vacê j ili destê wî de ye, xwestîye
ku gava ku xwîner çîrokê dixwînin herdem bi rêyeke durist re bigîhîjin mebesta
çîrokê. Nivîskar krokîya çîrokên wisa nîşan daye: Destpêkê de kesayetîya
lehengên xwe nîşan daye, piştre jî bûyer qewimiye, dawîye de xwestiye ku
mebesta xwe bîne li ser zimên. Hinek çîrokan de jî ev tişt berevajî kiriye, hinek
çîrokan de mirov encama bûyerê ji nîviya çîrokê de hildigire dest, vê
demê tenê vegotineke estetîk ber mirov de dimîne, mirov naxwaze ku sûd
vergirtinê ji bi vegotina estetîk re bêpar bimîne. (Mînak” çîroka
rojnivîsa alîkarê bersvanekî-sayman)
Navên çirokan bi mijar û lehengan re girêdayîye. Ev yek karê xwînêran hesan
dike. Çend çirokan nivîskar bi hostatî nav çirokê kiriye; bala wan kişandiye li
ser navê çirokê, bûyer li vê şert û mercan de ristiye, xwestiye wan dawîya
çîrokê de bi encam bûyer re matmayî bihêle. Mînak; Şeveke tirsehêz (korkunç bîr
gece) li malan darbest tê dîtin, ev tişt bandor li ser lehengan dike, dawîyê
dide xuyakirin ; Xezûrê hevalê lehengê (darbest çêker e) ji bo ku hecizê xelas
bibe darbestên xwe yek bi yek li malên nasên xwe re belav dike, nîşeyeke dinivîsîne
datîne nava darbestan, bi vî awayî gava mirov ev tişt hîn dibe, matmayî dimîne.
Li vir darbest wek alav hatine kar anîn, mebesta çîrokê rewşeke zor de mayîn
çawa fikrekî afirinerî xwe re tîne, an çêdike.
Çehov, di çirokên xwe de zimaneke xwerû û galteyî (mîzahî) kar anîye. Gelek
leheng û kesayetîyên xwe bi nasnavan re nîşan daye. Ev nasnav sedî
sed li nûnertîya şexsê wan dike û çirokê de weyn (rol) xwe bi vî awayî kar
tînin û dixemilînin.Mînak (Ji çîroka Buxtan; Mamosteyê Erdnigarî îvan Petrovîç
Loşanînih-Hespîn’atçil’ mamosteyê werzeyî (matematîk) Tarantulov-Tevnepîrîn’orumcekgil,mamosteyê
fransizî Pas de Quoi-Ne tu tiştek’ bir şey değil, alîkarê venêrînî
yegor venedîktiç mzda-xelat ‘odul………….rûpel 252)
Di çîrokan de şayesandin ciyekî pir giring digrin, xanî dişibîne jinekê qulûz, wargehekî
ji mîna mirov jîndar dike li bi hêstan lê bar dike, mirov gava dixwîne dixwaze
dengê wî/wê bibîhîse. (Mînak; çîroka CÊZ (ÇEYÎZ) û çîroka Zimanê kesk –rûpel-45,
69)
Herrî dawî de mirov gava çîrokan dixwîne gelek cej ji wan distîne û xwe li nava
çîrokan de ji lehengan yek dihesibîne. Çiqasî civat biguhere jî çîrok berî sed
û pencî salan hatibin nivîsandin jî mirov heman mirov in. Derûnîya mirovan de
tiştên ku diqewimin heman tiştin, lê dibe ku şikl û dîmen biguherin.Ji xwe
nivîskarekî li gelemperî binhêşê mirovan de ev tişt zeft kiribe, ew nîşaneya wî
a nemirî ye, li wê dike nivîskarekî gerdûnî.
Çavkanî:Anton Çehov
Bütün öyküler/Cem yayınevî/3.Basım/2001/Mehmet özgül
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder