Sadedîn Çira
NİRXANDİNEK Lİ SER HİKAYETÊN
MELA MAHMÛDÊ BAZİDÎ
Di hîkayetên Mela Mahmûdê Bazîdî de vegotin
xurt e, hûnandin û tevn hema bi qasî ku tune be, kêm e, qels e. Di neqilkirina
bûyeran de, di vegotina hikayetan de realîzmek serdest e. Ne çîrokên fîktîf
(xeyalî) ne, rasterast ji bûyerên ku di jiyana kurdan de qewimîne hatine
neqilkirin. Ev neqilkirin (vegotina hikayetan) bêyî ku were estetîzekirin
hatiye nivîsîn. Di jiyana gundan de çawa tên qalkirin, wisa.
Vegotin sade û herikbar be jî, ji ber ku
nehatiye eztetîzekirin û bi awayekî realîst bûyer tên qalkirin, (bi nezanî an
bi zanebûn) kirînên kurdan ên xerab jî radixîne ber çavan. Kurd cahil, hov, çavnebar,
kujer, talanker, diz, xayin derdikevin holê. Mînak hikayeta bîst û pêncan. Şivan
Sîso yê ku pez dibe Stenbolê “Ser û çav bi pirç” tiştekî ecêb e. Ji wî re qehwe
tînin, cahil e” dibêje: “Qardaşo şîrê we çi reş û tale û eve kodikên we ji boyi
çi wisan biçûk in?” Yanî nizane fincan û kodik, qehwe û şîr ji hev derxe! Ev bi
me rast nayê. Kurdên ku pez dibin Şam û Erebîstanê (di çanda wan de tune be jî)
ne mimkune ku nizanibin cîranên wan î ereb qehwe çêdikin û pê nehesiyabin. Di
hikayeta bîst û çaren de jî wisa ye. Wek ku ji devê “bajariyên” ku henekê xwe
bi gundiyên kurd dikirin, tê qalkirin.
Kesên ku kurdan nasnakin van
hikayetan bixwîn in, wê bêjin qey kurd ji barbaran barbartir in.
Li cem eşîrên kurdan hinek nirx
hene, ku ew in eşîrtiyê bi me didin hezkirin.Wek ku dijminê wan jî were ser
cilika wan, kurd di mala xwe de neheqî, bexîlî, qelaştî li wî nakin.
Dema meriv hikayeta nehemîn, hikayeta
çardemîn, ya bazdemîn, ya şazdemîn, ya bîst û yekemîn dixwîne, dihêlin ku meriv
ji kurdbûna xwe şerm bike; ji ber ku îxanet, dijmînahiya dostên bi qelaşî, dizî,
şîrheramî, talankerî û telaqreşiyên ku di hikayetan de derbas dibe. Di van
hikayetan de, meriv xwe di nav fen û futên Osmaniyan de dibîne.
Ji çavberdana birayê biçûk ya ku wê
keçika ji birayê xwe yî mezin re bixwesta bigirin, heta di mala mazûvanê xwe de
kuştina mazûvanê xwe. Ji talankirina karwanan û malên kesên ku bi wan dikarin, heta
bi dizî ya dêran. Ji jinên ku wek mêr yan jî birayê xwe qelaştî dikin bigirin, heta
nefreta ku di navbera kurdên misilman û kurdên êzdiyan de ye, rasteqiniyek têr
acizker xwe diajo ser mirov.
Di hikayetan de jina kurd:
Dayika Xan Abdal î Guher Xanim û
hevsera paşayê ku di hikayeta yazdehan de (navê wê nayê gotin) derbas dibe ne
têde, profila jinan ne rewnaq e. Karektera jina herî rewnaq, jina ku wek mêran
şer dike ye. Guzel xatûnê jina Cergo “nêreşîrîne.” Milê Kirêt (xulamê ku
xwestiye destbavêje wê) ku wî kuştiya jêdike û davêje ser siwarê ku hatiye xan
ê. Ji bo wî bitirsîne. Siwar natirse, milê din jî jêdike davêje ser
wî.(hikayeta 19)
Bûka Elî Nasiran Werdê,jahrê dixe
nav xwarinê û dide hamû malbatê. (hikayeta 17)
Adîle Xanim a ku Şêxî Begê bi we’da
zewacê dixapîne, tîne cem xwe û dide kuştin.(hikayeta 9)
Xuşka Selîm Paşa Sultan Xanimê jî
wisa.(hikayeta 16)
Leylê,jina Çinar Axa ku bi yekî
ciwan re dikeve munasebetê. (hikayeta 26)
Jina Mîre Beg ku navê wê nehatiye
gotin,ji ber pêwendiya bi mêrekî ciwan re datîne,ji aliyê kurê mêrê xwe(dijwar)
ve tê kuştin.(hikayeta 35)
Mela Mehmûdê Bazîdî digel aliyê xwe yî
misilmaniyê jî, di hikayetan de, kî çawa be-wanî vegotiye. Melayekî misilman
xerab be, xerab; fileyekî baş be, baş nîşan daye. Mînak, hikayeta sîh û heşt. Ji
bo Jubirê Frensî weha dibêje: “Kesek belko ji ehlê îslaman heta niha ev terze
insaf û merwet nekirine.” Hikayeta bîst û duyem jî, bi hevoka: “Berê niha mela
û feqehên Kurdîstanê gelek dizî ji dêrên filan dikirin.”
Hikayeta yazdemîn,ji hemû hikayetan cûda
ye. Beravajî hikayetên ku bi neyartî, îxtîlaf û dexesî diqedin e. Dijberî Paşa
û Begên ku ji bo rehetiya xwe kedxwarî û mêtingeriya gel dikin, prototîbeke
Paşa yê qelender xêz dike. Ev Paşa, mezinahî ji xwe û malbata xwe re, rehetî û
xemla jiyanê ji gel re dixwaze. Ji xanima xwe re, ku di serdana cejnê de jinên
axa û e’yanan hatine destramûsana wê û wê jî ji kincên xwe yê kevin fedî kirîye
re weha dibêje: “Meznayî ji boyî te bes e, xeml ji boyî wan, meznayî ji boyî
te. Hiqas jinên axa û etba’i û xulamên te hene, ev qedr ji boyî te fexr e, bes
e û ev xulam û etba’ me ji dijmin diparêzin. Meznayî bi re’yet û xulam û
etba’an dibe, meznayî bi dirav û çek û zêran nabe.”
Ev gotinên bi ruh in ên Paşayekî kurd
û îdeal.
Her çiqasî Bazîdî di serê hikayetê de
gotibe jî. “Di zemanê mazî da paşayêd Bazîdêd…” Li gor texmîn û nerîna me ev ne
bûyerek e hatiye jiyîn e. Belkî ev xeyalekî Bazîdî bûye. Ji xwestina wî ya
Paşayek weha qelender û zana, bi wijdan û hay ji gel hebe ye. Bi vê daxwazê
profîleke wanî xêz kirî ye. Ku di rastiyê de Paşayên wanî ji me kurdan
derketibana, mînakên dexes, xayin, nezan ên ku di hikayetên din de hatine jiyîn
ne diqewimîn.
Di dawiya hikayetê de, siwar diçin
Qeredaxê talanekê tînin ji bo xanima Paşa yê xwe ku ji xwe re bi cil û zêran
bide. Lê Xanim qebûl nake. Dibêje: “Bila ji boyî leşkerê bitin, ez bê cil û zêr
dibim, lakin meznayî bê leşker nabitin.”
Bazîdî dîgel ku pirr gotina
ekrad/kurd û Kurdîstanê dike jî, koka hinek mîrênkurdan bi Ebasiyan ve girê
dide û dike ereb.
Di serdema ku hemû cîranên kurdan
bi netewebûnê hesiyane, kurd yan hevûdû kuştine û êrîş birine ser bajar, navçe,
gund û kelehên hevûdû. Ketine pey tazikirina karwanan û talankirina hevûdû û
wek mêrxasiya herî mezin xwe pê pesinandine. Li hêla din jî, ji mafê netewebûnê
mehrûm mane û li ser sînor ji bo îran î û Osmaniyan şerkirine.
Ku em ji aliyê derûnî, sosyolojî û
dîrokî ve van hikayetan binîrxîn in, wê sedema bindestmayîna kurdan eşkeretir
bibe.
Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê Ya Diyarberkir
Navdanka Pirtûkê:
Mela Mehmûdî BazidîWeşanxaneya Lîs
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder