Evdile Qasan
JINÊN QATÊN BILIND - HELÎM YÛSIV
Di
nava pirtûkê de heşt çîrok cîh digrin. Her çiqas warê mijar û hûnandina çîrokan
de tu cudahîyek tunebe jî, mirov dikane wan du beşan binirxîne. Di beşa
yekemîn de buyer, di derûdora kesekî de diqewîmin. Şerê leheng bi wî re ye. An dimire an jî di ser reya
mirinê de ye. Beşa duyemîn de jî, leheng
kozika xwe derdikeve, hurgilîyên jiyana derveyî bandora rewşe wî dikin. Mebesta wî xwe gihandina jinê ye, dîsa
nagîhije û têk diçe.
Çirok, li ser tegehên rasteqîn û derveyî
rasteqînî hatine ristin. Di navbera wan de pirrek hatiye danîn. Tiştên
rastî, malbata, gotinên kesen navdar, nakokîyên navbera gelan, mirin, hezkirin, evîndarî
û hwd. Tiştên derveyî rastî, kêzikbûyîn, kurmbuyîn, kullîbuyîn, bibaskbuyîn û hwd.
Buyer,
di navbera xewn û hişyarîyê tê vegotin. Reşikên şevê an jî listikên mêjî tu
caran lehengan rehet nahêlin. Wan navbera jîyana rojane û jiyana xeyalî dibin û
tînin. Rastî û xeyalî tevlîhev dibe. Carna leheng xwe mikur tê,rêyeke çîrokê ra
vedike, çîrokê digîhîne dawîyê. Encam tu caran li dawîya çîrokan nehatîye diyar
kirin, jixwe kesayet bi xwe encam in. Di cîhanê de pirgirêka wan a herrî mezin,
bi çêbuna wan re, bi têkiliyên wan re û bi hişê wan re hatiye girêdayîn.
Lehengên çîrokan hemû zana ne. Li mala xwe
tenê dijîn, dîtbarîya cîranan û derûdorê dikin. Ewqas kesayetîya wan perçe buye
ku li jîyan û civakê qut bune. Rastîya xwe ya kesane pêvetir, tu nîrx nadin
derveyê mala xwe. Gelek pirtûk xwendine, lêkolîn kirine labelê; tu tişt wek
gotinên pîra wan bandor li wan nekiriye. Perwerdehîya pergalê nikarîye, wan li binhêşîya wan a zarokane re qut bike. Ji bo çareser kirina
derdê xwe nikarin çareyek di pergala ku têde dijîn de peyda bikin. Di dawîyê de
disa vedigerin gotin û qewlê dê û pîra xwe ku di binhêşîya wan de cihekî
giring digrin û bîra wan dagir kirine. Di wir de nivîskar
xwestîye çanda mezin buyîna mirovek de, bandora
malbat û civakê destnişan bike. Ristin û hunandina çîrokan li ser teorîya surrealizm
re hatiye ava kirin. Nivîskar xwestîye têgeha surrealîzm di şêweya vegotina
wêjeya kurdî de cih bike. Gava mirov jîyana kurdan dinêre, di jîyana kurdan de,
rastî gelek buyerên bi vî awayî tê. Ev jiyan bixwe jiyaneke surrealîst e. Kurd
sedemên hiş alozî û nexweşîyên xwe
derveyî jiyana rojane de dibînin. Minak reşikên şevê, cin, melkemot, ber bi
ezmana bilind bun û hwd.motifên wisa di nav jiyane me de cîhekî giring digrin. Nivîskar
vî warî mebesta xwe di çîroka
“Bidarvekirina pozekî” de baş anîye li ser zimên.
Evdile Qasan
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Helîm Yûsiv
Jinên Qatên Bilind
Weşanxaneya Avesta
94 rûpel
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder