NÛREDÎN ZAZA Û ÇÎROKNÛSİYA MODERN
Çîroknûsiya kurdî, bi çîroknûsiya cîran
û rojhilata navîn re hev çax e. Çîroka kurdî jî bi wan re, heta (ne giring be
jî) demeke kurt berî wan welidî ye. Lê mixabin ne perisiye, mezin nebûye, tim
zarok maye. Çîroka cîranan û cîhanê, merhale bi merhale pêşketî ye. Ji
pitiktiyê bûye zarok, ji zaroktiyê bûye ciwan, ji ciwantiyê mezin bûye. Li pey
mezinbûnê jî kemilî ye. Çîroka kurdî jî wek zarokek zeîf maye li nava
nexweşiyan. Sedema vêya gelek in, lê du sedemên sereke hene, yek: Nebûna
dewleta kurdan, du: Negihîştina nivîskarên li du nifşê hewarê û nebûna
xwendevanên kurdî ye.
Di bindestiya kurdan de herî pirr kurd
sucdar in. Di talanbûna çanda me de, di ne pêşketina wêjeya me de, herî pirr em
gunehkar in. Ma çi ferqa yên ku di dema şer de bêdeng mane, ji xayinên ku li
cem dijmin cîh girtine heye? Çi ferqa kesên ku ji bo zimanê xwe fêr bibin tu
zehmetî nedane xwe, ji neyarê qedexekar heye? Di encamê de, beşeke serhildêr û
berxwedêr bi tenê hatiye hiştin; bi tenê şer kiriye û bi tenê şikestî ye. Lê
hemû kurd û kurdîsdan pê re têkçûye. Sûçdarên vê têkçûnê ne yên berxwedan e û
şikestine ne, yên ku wan bi tenê hiştine ne suçdar. Ji bo hemû kurd xwe ji vê
sucdariyê xelas bikin û genehê xwe
bişon, divê wek Qoço yê Pola yê di çîroka Gulê de bêjin:
“Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe
rakir! Niha dora min e…” û zend û bendên xwe badin û xwe bidin pêş.
Gulê, lehenga çîroka “Gulê”
karaktereke balkêş e. Mêrê xwe yê bi zorê pêre hatiye zewicandin dikuje û
direve cem qralê çiyan Qoço yê Pola, ku panzdeh sal e her cûre xerabî, zilm û
kuştinê kirî ye. Yanî ji neheqiya ku li wê hatiye kirin, bi çûyîna cem
neheqekî/zalimekî mezintir, xwe ji gundiyên ku navê qehpikê li wê kirine
diparêze. (Ango ji ber bê dîn/olan xwe davêje bextê bê îmanekî)
Digel “tajanagên” ku li wê tên kirin
jî, Gulê ji Qoço hezkiriye û bextewar e. Qehpikek e di çavê gundiyan de. Qoço
ji vêya ne aciz e. Wê wek qehpikekê bi xwe re digerîne! Dema fahm dike ku wê
dijmin bikeve welêt û wê ji wî re cî û ewlehî nemîne dibe welatparêz!
Gulê di vegera jêkirina serê zapitê
dijmin de, ji hêla Qoço ve, bi gumana
qehpetî û xayintî yê tê kuştin. Gulê karakterek e ku dikare dijminê xwe (ku
mêrê ne bi dilê xwe pêre zewicî be jî-zabitêserleşkerê dijmin be jî) bikuje û
ji bo hezkirî û nirxên xwe jî dikare xwe bide kuştin.
Nûredîn zaza forma çîroka modern bi
nivîskariyeke xurt nîşan dide. Mînak:
“Sorahiya rivîna agirê êzingan di
tifikê de li dîwaran dihejiya.”(çîroka gulê)
Ev şayesendina şêwaza çîroka modern
e. Zaza îspat kirî ye ku nivîskarên kurd dikarin çîroka gund û gundiyan bi
qalibên modern binivîsîn in û bi motîf û hêmanên kurdî bixemilî nin. Di çîroka
stêrk de, jimartina nevê stêrkan û koma stêrkan nîşana vê yekê ye.
Di çîroka “Hevîna Perîxanê” de, şikbariya
perîxanê ya ku tiştek ne baş qewimî ye û daxwaza wê ya zu bigihê malê,wanî
şayesendiye:
“Bayekî payizê yî pîs pelên daran ên
çilmisî û zer dibarandin ser serê Perîxanê û apê wê. Ev pel wekî laşên miriyan
diketin erdê û ew dinûxûmandin. Perîxanê bêhn teng dikir…Mal jê re dûr…Pirr dûr
xûya dikir; dimeşiyan…Dimeşiyan lê nedihigiştin.”
Rewşa wê yê hestiyarî û tengezariya
giyanê ya wê kêliyê bi rewşa xweza yê re û neqadandina rê re, baş li hevhatiye.
Dema qala şivanekî gundî jî dike, evîna wî ya paqij bi
estetîkeke wêjeyî pêşkeş dike. Mînakek ji çîroka stêrk:
“Di her tiştî de ez bi livînekê
dihesiyam; giya mezin dibûn, kulîlk vedibûn, mêwe digihan...Dilê wan jî wekî
dilê min hildavêt û xûna wan jî wekî ya min dibeziya…Stêrk bi xwe radibûn û
rûdiniştin.”
Heftê sal berê Nûredîn Zaza çîroka
kurdî ji şêwaza klasîk rizgar kirî ye. Ji aliyê naverok/tematîk heman tişt be
jî, ji aliyê teknîkî, hûnandin, vegotin û karakterîstîkî ve, ewilîn çîroka kurd
ya modern e çîroknûsiya Nûredîn Zaza.
Di çîroka keskesor de, Zaza qala
serkeftin û têkçûna serhildana Şêx seîd dike. Çîrok di şêwaza bîranîn-vegotin
de ye. Di 1941 de N. Zaza weha gotiye:
“…Em kurd li benda bihara xwe ne; li
benda baraneke bi keskesor in.”
Heftê sal di ser re derbasbûye, dema
em bala xwe didin rewşa kurdan a sîyasî
û wêjeya kurd, kurd jî û wêjeya kurd jî, niha ji her demê bêtir nêzîkî ‘bihara
xwe ne’
Çîroka Zaza li pey kêfxweşiya jiyanê,
surprîzên nebaş ên jiyanê rû bidin jî, bi hêvî diqedin.Mînak çîroka
“Derketî”(adaptasyone) û çîroka “xûrşîd” Çîroka “Derketî” bi dubarekirina
gitina “Derketî li her derê bi tenê ye” ji gelek hêlan ve nivîskar analojiya
xeribîyê û welatê xwe dike, digel dilê xwe bi xwe şewitînê. Lê di dawiya çîrokê
de weha diqîre:
“Derketîyê reben! Ev girîn û zarîn bes
i!...Hêviya xwe vejîne û xwe ragire; tu jî rejekê bigihêjî miraz û armanca
xwe,heke îro nebe jî…Sibehê!”
Çîroka Xûrşîd ku lawê xwe yê li ber
zewacê û tekane, li ber çavê wî di avê de difetise jî mînaka duyemîn e. Xûrşîdê
bê derd û dewlemendê gund, piştî mirina lawê xwe, di salekê de, ji qehran kal
dibe. Lê ew û mele yê gund dest didin hev, ji bo zarokên gun perqerde bikin û
“Piştî şandeh salan di gund de daweta çil xortên hêja, xwenda û miletperwer
çêdibû û Xûrşîd têde bi serê govendê girti bû.”(çîroka Xûrşîd)
Nûredîn Zaza di koma nivîskarên
hawarê de, digel temenê xwe yî ciwan (22 salî ye) bi qasî ku xwedî mîsyon e, ewqasî
jî xwedî wîzyon e di wêjeyê de. Lê mixabin ev di wêjeyê de nadome.
Gelo siyaset behremendiya wêjeyî ko
dike?
Ne wisa be,çima Nûredîn
Zaza ku hîmê çîroknûsiya kurdî ya modern (di temenekî ciwan de)avêtiye, piştî
ku dikeve siyasetê ji berhemdariyê dikeve? Di navbera dû salan de 9) çîrok, di
navbera (46) salan de jî (heta wefata wî) tenê çîrokek “şerê mêşan” nivîsî ye.
Çîroknûsiya kurdî li pey Nûredîn Zaza
û nifşên Hawarê, di cîhê xwe de ma (bû). Lê ev pazdeh-bîst salên dawî, bi gelek
pênûsêb ciwan ku ne di bin asta çîroka cîhanê de ne, çîroka kurdî (bi giştî
wêjeya kurdî) ber bi ‘bihara xwe’ ve bi gevên xurt dimeşîn in.
Nivîskar: Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Gulê
Nureddîn Zaza
Weşanxane: Lîs
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder