Evdila Qasan
‘DI XEW DE’ YA CEMÎL
SAîB
Pirtûk, di sala 1925’an de wek
çîrokek dirêj hatiye nivîsandin û zaravaya soranî hatiya weşandin. Wergerandina
wî ya bo Kurmancî ji hêla Ziya Avci hatiye kirin, di weşanxaneya Avesta de sala 2009’an binavê roman hatiye çapkirin.
Berhem, wek destpirtûk hatiye
amadekirin . 88 rûpelên pirtûkê gor
naverokê di neh beşan de parve bûye.
1-Xulaseya berhemê
Leheng, şevekê di xewa xwe de
rastî bûyereke ecêb tê. Ji bo ku aborîya malbat xwe sererast bike tevlî
karwanekê dibe. Karwan rê da rastî çete û eşqiyan tê. Şev û roj reya xwe
didomînin, her wiha heman demê de baran jî dibare. Dikewin navbera sarbûna hewa
û tirsa eşqîyayan. Piştre xwe digihînin bajêr, îcar leşgerên bajêr gelek
zordestî wan dikin. Bac li xwedîyê karwanê distînin, ji ber ku pereyê leheng
nînin, xwedîyê karwanê ji wan lawa dike, dibêje
werin xana bajêr, emê li wir çareyeke bibînin. Herês gava tên xanê pere
destnaxînin vêcarê leheng bicasûstîyê sucdar dikin, wi xwe ra dibin digirin bin
çavan.
Di odeyeke mezin girtî dimîne, ji
ber pencereyên piçûk de şahîdîya şelandina gel dike, guhdarkirina fetwan û
bicîh anîna peywîran, meclîsa kesê mezin giftûgekirin meseleya siyasî; li wir
behsa siyaseta kesê mezin dike. Sê vebijêrkên kesê mezin hene, an tirkan ra, an
îngîlizan ra, an jî gelê xwe peymana tifaqê çêke. Lê ew ji hemû peşniyaran guhdar dike. Di dawîyê de kesê
mezin tu peşniyaran napejîrîne, pey
berjewendiyên xwe yên şehsî diçe gor perjewendiyên xwe biryareke şehsî
digre. Li bivê biryarê hanê leheng nikane xwe zeft bike, bi keneke bilind
dikene. Kesê mezin û hevalên wî ferq dikin. Dibêjin ku hemû axaftinên me guhdar
kirine, wî bicasûsîye sucdar dikin, zorê lê dikin, leheng sucdarkirina wan
qebûl nake. Çirok li vir diqede.
2-Rê û Rêbaza berhemê
Bûyer bi devê kesê yekemîn
tê vegotin. Mirov têdigihêje ku nivîskar behsa serborîyan dike. Di xewna wî de
her tişt diqewime, lê dawîye de şîyarbûna
xwe nadihêse. Ew tişt ristina çirokê qels dike. Xewna xwe pêbihese jî
vegotina ewqas hûrgiliyên xewnan mirovan nade bawer kirin. Li gotineke din
nivîskar gere hişê xwendewan de helîna pêbawerî an tevzandinên matmayînê çêbike. Ji aliyê din
dibe ku nivîskar bi zanayî ew şêwe kar anibe, lê dîsa jî bûyerên nava çîrokê
gava mirov dixwîne bêhna xewn dîtinê tê da nabîne, mirov ji wan wek rastîye
difikire.
3-Lehengên berhemê
Kesê vebêj, karwançî, çete
û eşqiya, kesê mezin, herêsên leheng, jinên derûdora kesê mezin, meclîsa kesê
mezin
Nivîskar di berhema xwe da
nav lehengan nekiriye, dibe ku hêla hasasîyeta ev tişt nekiriye, lê mirov bi
navê xwe temsiliya kesayetiyan dikin. Disa di wêjeya kesayetî gelek giringin. Hinek
raman û fikr di bin sîwana kesan jîndar dibin. Lê mirov gava şêveya çirokê
dinêre, mebesta nivîskar tenê rexnekirina kesê mezine, nexwestiye nav nîşan
bide xwestiye dîtinên derbarê desthilatdarîyê bi reya xewn dîtinê vebêje.
4-Cîh û war
Li gund an bajarok de rê destpêdike
li bajêr de encam dide.
5-Dem û wext
Çîrok,
dawîya payîzê destpêkiriye. Bûyer deme kî kin de rûdane. Dema mirov demsala
payîzê difikire, dilmayîna nivîskar li ber desthilatdarî yê dibîne.
6-Mijar
Belengazî û bêçare mayîna kesan
li hember desthilatdaran, berjewendîyên kesayetîyên bijarte, gor derfetê xwe
kar anîna dîn.
7-Fikr û Raman
1-Wê demê de mirov li çolê de
hêla diz û eşqiyayan dihat şelandin, bajêran de zî hêla desthilatdaran an dihat
şelandin an zî dihat sucdar kirin.
2-Kesê ku gel ji wan wek mezin
hesibandin ji wan ra rêzdigirt, ew kes herdem xwe pey berjewendiyên xwe çûne, pêşeroja
gel nefikirîne.
3-Desthilatdarîya ku bawerîya xwe
gelê xwe neyine wan ditirse, wan sucdar dike.
Evdila Qasan
Kulûba Xwendinê
Ya Diyarbekir
Navdanka Pirtûkê:
Weşanxane:
Avesta
Rûpel:
88