23 Kasım 2011 Çarşamba

HEVIND ya Celadet Alî Bedîrxan-Sadedîn Çira


                                                
                                                                   Sadedîn Çira





  

                                                                    HEVIND
                        

          Dîgel ku navê çîrokê Hevînd e jî, Menîje û Qeşem wek karakterên serek yê şanoyê xûyanî dikin. Ji Hevind bêtir li pêş in.
          Mijar serhildaneke kurd e. Em bêjin têkçûn an şikestina serhildaneke kurd e jî dibe.
          Di şanoyê de, dîsa kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe rabûne raperînê. Dîsa kurd "bê dost, zeîf" û "bê çek" in. Dîsa dijmin xurt û bê rehm e. Dîgel hemû bêderfetiyan jî, kurd jin û mêr, beg û axa, mezin û biçûk bi giştî li ber xwe didin. Lê neyta dijmin qirkirin e, loma bi hemû hêza xwe diajo ser wan.
          Serwer Beg ê ku di şanoyê de serokê serhilanê ye, di şer de birîndar dibe û dimire.
          Hevind,lehengê ku navê xwe daye şanoyê, sêwiyekî duwazde salî ye û li cem Serwer Beg ê dimîne. Li pey wefata Beg ê xwe dibêje: "Ax min nizanî bû ku mirov dikare du caran jî sêwî bimîne"
          Serokê serhildanê miribe jî, bi wesiyet û rênîşandayina wî berxwedan didome. Gel dibe du beş. Ên çek hilgir û ên ne çek hilgir. Ên ne çek hilgir, ku ji jin û zarok, kal û birîndaran pêk tê, diçin deşta Ecemîstanê.Yên bi çek jî, ji girê ku çar sal in têde dijîn, diçin girekî din. Ji bo vî girî bi selametî vala bikin, hewceye dijminê ku nêzîk bûye-ketiye heta çeperên wan-bi êrîşekê ji xwe dûr bikin, ji wir bavêjin. Di vê dema teng de, hemû hêza xwe didin hev û êrîşî neyar dikin. Bijişkê ku ji bo dermankirina birîndaran li wir e, hew xwe radigire û dibêje: "Ez ku dizanim birînan derman bikim,divêt bizanibim birînan jî vekim."
           78 sal li ser weşandina vê şanoyê  bihûrî ye. Hûn dibêjin qey kurd her wiha-di wê rewşê de-li ser çiyan mane. Bêyî ku xwe di warê leşkerî de xurt bikin, ji aliyê pêşketinên teknolojîk, bikaranîna amûr û rêbazên modern ên şer bi dest bixin, tên kuştin. Lê divê wek Serwer Beg ê ku gotibû biba ya: "Xwe bi giranî bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin û zû zû xwe medin kuştin. Ji her gavî bêtir mêrê mêrkuj bin û ne xwekuj..."
           Serwer Begê ku li ber candayînê(sekratê) yê, ji ber bê derfetiyên şer, piştî ku gazinên xwe dibêje dîgel mêraniya kurd an, wanî didome: "Belê mêranî qence...Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Lê ji bona ku giyan bilive-tevbigere, jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û rim divêtin."
           Yanî ku amûrên we yî leşkerî-şerî tune bin (wek tanq, top, fuze, balafir û hwd.) hûn şêrê Elî jî bin, têkçûn teqez e. Bê sedem pêşiyên kurda negotine: "Destê vala deng jê nayê" û "Tivinga vala nateqe."
            kengî ku "dest" û "tivinga" kurdan "vala" nema, ew çax wê hemû cîhan, ji mecbûrî, lehengtiya kurdan ku li serê çiyan zikek têr-yek birçî, di rewşa ne-wekhev ya amûrên şer ên teknolojîk de şer dikin, qebûl bike.
            Şano bi sirûda segmenan bi dawî dibe
            Em bira e tev de kurd in
            Enî bilind serevraz
            Cihên me ne şehar,zinar
            Em êlo ne,teyrê baz
    
            Welatê me diya me ye
             Em tev jêre gorî ne
             Hişyar bûne herçî kurd in
             Demên tarî borî ne.                                     
                                                                                         
 Nivîskar: Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Hevind
Celadet Elî Bedirxan
weşanxaneya Avesta
64 rûpel

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder