10 Aralık 2011 Cumartesi

Nûredîn Zaza û Çîroknûsiya Modern - Sadedîn Çira





                                       NÛREDÎN ZAZA Û ÇÎROKNÛSİYA MODERN

        Çîroknûsiya kurdî, bi çîroknûsiya cîran û rojhilata navîn re hev çax e. Çîroka kurdî jî bi wan re, heta (ne giring be jî) demeke kurt berî wan welidî ye. Lê mixabin ne perisiye, mezin nebûye, tim zarok maye. Çîroka cîranan û cîhanê, merhale bi merhale pêşketî ye. Ji pitiktiyê bûye zarok, ji zaroktiyê bûye ciwan, ji ciwantiyê mezin bûye. Li pey mezinbûnê jî kemilî ye. Çîroka kurdî jî wek zarokek zeîf maye li nava nexweşiyan. Sedema vêya gelek in, lê du sedemên sereke hene, yek: Nebûna dewleta kurdan, du: Negihîştina nivîskarên li du nifşê hewarê û nebûna xwendevanên kurdî ye.
        Di bindestiya kurdan de herî pirr kurd sucdar in. Di talanbûna çanda me de, di ne pêşketina wêjeya me de, herî pirr em gunehkar in. Ma çi ferqa yên ku di dema şer de bêdeng mane, ji xayinên ku li cem dijmin cîh girtine heye? Çi ferqa kesên ku ji bo zimanê xwe fêr bibin tu zehmetî nedane xwe, ji neyarê qedexekar heye? Di encamê de, beşeke serhildêr û berxwedêr bi tenê hatiye hiştin; bi tenê şer kiriye û bi tenê şikestî ye. Lê hemû kurd û kurdîsdan pê re têkçûye. Sûçdarên vê têkçûnê ne yên berxwedan e û şikestine ne, yên ku wan bi tenê hiştine ne suçdar. Ji bo hemû kurd xwe ji vê sucdariyê xelas bikin  û genehê xwe bişon, divê wek Qoço yê Pola yê di çîroka Gulê de bêjin:
         “Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakir! Niha dora min e…” û zend û bendên xwe badin û xwe bidin pêş.
           Gulê, lehenga çîroka “Gulê” karaktereke balkêş e. Mêrê xwe yê bi zorê pêre hatiye zewicandin dikuje û direve cem qralê çiyan Qoço yê Pola, ku panzdeh sal e her cûre xerabî, zilm û kuştinê kirî ye. Yanî ji neheqiya ku li wê hatiye kirin, bi çûyîna cem neheqekî/zalimekî mezintir, xwe ji gundiyên ku navê qehpikê li wê kirine diparêze. (Ango ji ber bê dîn/olan xwe davêje bextê bê îmanekî)
           Digel “tajanagên” ku li wê tên kirin jî, Gulê ji Qoço hezkiriye û bextewar e. Qehpikek e di çavê gundiyan de. Qoço ji vêya ne aciz e. Wê wek qehpikekê bi xwe re digerîne! Dema fahm dike ku wê dijmin bikeve welêt û wê ji wî re cî û ewlehî nemîne dibe welatparêz!
           Gulê di vegera jêkirina serê zapitê dijmin de, ji hêla  Qoço ve, bi gumana qehpetî û xayintî yê tê kuştin. Gulê karakterek e ku dikare dijminê xwe (ku mêrê ne bi dilê xwe pêre zewicî be jî-zabitêserleşkerê dijmin be jî) bikuje û ji bo hezkirî û nirxên xwe jî dikare xwe bide kuştin.
           Nûredîn zaza forma çîroka modern bi nivîskariyeke xurt nîşan dide. Mînak:
          “Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiya.”(çîroka gulê)
           Ev şayesendina şêwaza çîroka modern e. Zaza îspat kirî ye ku nivîskarên kurd dikarin çîroka gund û gundiyan bi qalibên modern binivîsîn in û bi motîf û hêmanên kurdî bixemilî nin. Di çîroka stêrk de, jimartina nevê stêrkan û koma stêrkan nîşana vê yekê ye.
           Di çîroka “Hevîna Perîxanê” de, şikbariya perîxanê ya ku tiştek ne baş qewimî ye û daxwaza wê ya zu bigihê malê,wanî şayesendiye:
          “Bayekî payizê yî pîs pelên daran ên çilmisî û zer dibarandin ser serê Perîxanê û apê wê. Ev pel wekî laşên miriyan diketin erdê û ew dinûxûmandin. Perîxanê bêhn teng dikir…Mal jê re dûr…Pirr dûr xûya dikir; dimeşiyan…Dimeşiyan lê nedihigiştin.”
          Rewşa wê yê hestiyarî û tengezariya giyanê ya wê kêliyê bi rewşa xweza yê re û neqadandina rê re, baş li hevhatiye.
          Dema qala şivanekî  gundî jî dike, evîna wî ya paqij bi estetîkeke wêjeyî pêşkeş dike. Mînakek ji çîroka stêrk:
         “Di her tiştî de ez bi livînekê dihesiyam; giya mezin dibûn, kulîlk vedibûn, mêwe digihan...Dilê wan jî wekî dilê min hildavêt û xûna wan jî wekî ya min dibeziya…Stêrk bi xwe radibûn û rûdiniştin.”
           Heftê sal berê Nûredîn Zaza çîroka kurdî ji şêwaza klasîk rizgar kirî ye. Ji aliyê naverok/tematîk heman tişt be jî, ji aliyê teknîkî, hûnandin, vegotin û karakterîstîkî ve, ewilîn çîroka kurd ya modern e çîroknûsiya Nûredîn Zaza.
          Di çîroka keskesor de, Zaza qala serkeftin û têkçûna serhildana Şêx seîd dike. Çîrok di şêwaza bîranîn-vegotin de ye. Di 1941 de N. Zaza weha gotiye:
         “…Em kurd li benda bihara xwe ne; li benda baraneke bi keskesor in.”
          Heftê sal di ser re derbasbûye, dema em bala xwe  didin rewşa kurdan a sîyasî û wêjeya kurd, kurd jî û wêjeya kurd jî, niha ji her demê bêtir nêzîkî ‘bihara xwe ne’
          Çîroka Zaza li pey kêfxweşiya jiyanê, surprîzên nebaş ên jiyanê rû bidin jî, bi hêvî diqedin.Mînak çîroka “Derketî”(adaptasyone) û çîroka “xûrşîd” Çîroka “Derketî” bi dubarekirina gitina “Derketî li her derê bi tenê ye” ji gelek hêlan ve nivîskar analojiya xeribîyê û welatê xwe dike, digel dilê xwe bi xwe şewitînê. Lê di dawiya çîrokê de weha diqîre:
         “Derketîyê reben! Ev girîn û zarîn bes i!...Hêviya xwe vejîne û xwe ragire; tu jî rejekê bigihêjî miraz û armanca xwe,heke îro nebe jî…Sibehê!”
          Çîroka Xûrşîd ku lawê xwe yê li ber zewacê û tekane, li ber çavê wî di avê de difetise jî mînaka duyemîn e. Xûrşîdê bê derd û dewlemendê gund, piştî mirina lawê xwe, di salekê de, ji qehran kal dibe. Lê ew û mele yê gund dest didin hev, ji bo zarokên gun perqerde bikin û “Piştî şandeh salan di gund de daweta çil xortên hêja, xwenda û miletperwer çêdibû û Xûrşîd têde bi serê govendê girti bû.”(çîroka Xûrşîd)
           Nûredîn Zaza di koma nivîskarên hawarê de, digel temenê xwe yî ciwan (22 salî ye) bi qasî ku xwedî mîsyon e, ewqasî jî xwedî wîzyon e di wêjeyê de. Lê mixabin ev di wêjeyê de nadome.
          Gelo siyaset behremendiya wêjeyî ko dike?
          Ne wisa be,çima Nûredîn Zaza ku hîmê çîroknûsiya kurdî ya modern (di temenekî ciwan de)avêtiye, piştî ku dikeve siyasetê ji berhemdariyê dikeve? Di navbera dû salan de 9) çîrok, di navbera (46) salan de jî (heta wefata wî) tenê çîrokek “şerê mêşan” nivîsî ye.
          Çîroknûsiya kurdî li pey Nûredîn Zaza û nifşên Hawarê, di cîhê xwe de ma (bû). Lê ev pazdeh-bîst salên dawî, bi gelek pênûsêb ciwan ku ne di bin asta çîroka cîhanê de ne, çîroka kurdî (bi giştî wêjeya kurdî) ber bi ‘bihara xwe’ ve bi gevên xurt dimeşîn in.


Nivîskar: Sadedîn Çira

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Gulê
Nureddîn Zaza
Weşanxane: Lîs



       

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder