13 Nisan 2013 Cumartesi

Di Romana Bextiyar Elî de Metafora Ba-Tahir Taninha


                                                 

                             BA

                        “Kes bi esehî nizane di kîjan rojê de ba Cemşîd dibe”

         Li welatên her dem di bindestiyê de mayîn, roj bi her awayî bi sar çavê xwe vedike. Ba, li nik wan gelan wek hevkariyeke mecburî xuya dibe. Tenêtî, serma, hêvî, evîn, tirs di hemû giyanên daxwazkirina serxwebûna niştimaniyê de heye.
         Di wêjeyê de her dem metafora ba cihê xwe girtiye. Ba, piranî di romanên gelên bindestî de hatiye bikaranîn. Ji bo ku atmosfereke psikolojiya karakter baş derbikeve holê, ev metafor tête bikaranîn. Her dem şikestinên karakteran bi hevkariya ba tête nivîsandin.
         Metafora ba, bi tenê serê xwe di romanên kurdî de wek min li jor jî gotî atmosfera metnê, derûniya karakter bide nasîn tête bikaranîn.
         Di romana Bextiyar Alî ya bi navê ‘Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir’ de ba wek karakterek hatiye hûnandin. Bi alikariya ba Cemşîd xan difire, di guhere û serpêhatiyên wî çêdibe.
         Cemşîd xan pêşî dibe komunîst. Ew êdî dijberî civata ku lê dijî ye û iktîdarê  ye. Ji bo vê çendê rastî îşkenceyê tê. Di zindanê de laşê xwe yê gîran dihavêje û pir sivik dibe û dû re ji zindaneke li Kerkûkê difire.
         Cemşîd xan di girtigihê de diguhere. Xelas bûna wî jî di girtigihê de dest pê dike. Ji laşê xwe yê giran xilas bûn, wî ji êsîrbûnê rizgar dike. Cihê ku azadî lê nîne, ji wî re dibe wargeha azadiyê. Du ziddiyet di eynî mekanê de pêk tê. Ev jî ruhiyeta Cemşîd xan dide xuyakirin. Lewre tu caran ji vê ziddiyetê xelas nabe.
         Nivîskar, bi alîkariya metafora bayê karakterê Cemşîdî wek temsîliyeta rizgarbûnê dide xuyakirin. “bayekî pir bihêz û ji nişka ve tê, ji bo cara yekê ew ba Cemşîd xan ji ser erdê bilind dike.” Gava ew bilind dibe, li jêr nîşaneyên azadbûnê derdikevin holê. Vebêjer van nîşeneyan wisa dinivîse. “Li jor hemû bajar dîtiye, glop, çirayên otomobîlan û ronahiya rêza glopên li ser kolanên pir mezin.”
            Cemşîd xan, ji zindanê rizgar dibe. Lê zindan di jiyana wî de xilas nabe. Wî dibin gundê Baranok. Du parêzvan ji wî re digirin. Yek vebêjer e û yê dî Smayîl e. Dîsa li vir jî metafora ba wek temsîliyeta azadbûnê derdikeve holê. Şevên tarî de Cemşîd xan difire û behna xwe wisa vedike.
         Malbata wî, wî dibin radestî leşkerên dewletê dikin. Wî jî dibin şerê Irak û Îranê. Li wêderê Cemşîdî difirênîn û cihên leşkerên Îranê nîşanê rayedarên Irakê dike.
         Cemşîd xan pir xemgîn dibe ku beşdarî şer bûye. Hêsir dibarîne. Wijdana wî difûre û dibê êdî bi riya min gelek kes wê bên kuştin… bi riya min gelek zarok wê sêwî bibin û kezeba gelek dayikên dûr ku ez wan nas nakim, bişewite. Min rojekê ji rojan nexwestiye beşdarî şer bibim.
            Şer xerabe, talankirine, êşe, êtîme. Tu kes di şer de serkeftinek dest nagire. Herkes di şerde winda dike. Birînek her dem di dilê şervanan de dimêne.
         Metafora ba, wek pencereya karakter hatiye hûnandin. Cemşîd xan ji ezmanan de her tişt dibîne û dîtina wî jî ji hemû dîtinan ve balkêşandineke cuda ye. “..ji ezmanan ve ji her kesî bêhtir xerabiya vî şerî dibînim.”
            Ba, çiqas temsîliyeta azadbûnê bike jî dîsa êş û kal nîşanî karakter dike. Lê ji qedera bindestiyê nikare bireve.
         Bextiyar Alî, karakterê xwe Cemşîdî wek neynika xerabiyan, dilxweşiyan, ezabên takekesiyê dide xuyakirin. Nexasim şexsiyeta jin û mêrên kurd. Pirsgirêkên salane ku ruhê mirovên kurd xirab kirî, bindest hiştî dide xuyakirin. Bi rêya bayê, di jorde temaşe dike.
         Ji binîde derûniya Cemşîdî, bi rêya buyerên ser wî hatî jiyîn derdike ve holê.
         Bextiyar Ali, şandiniyên wêjeyî di romana xwe de dihêrêne. Xwe digihêne Odysseia, Dante û bi nehînî Don Kîşot.
         Cemşîd xan, bi her buyerek ve tête guhertin. Guhertina Cemşîd xan, peyamên ku ji xwîneran re bête qesekirine. Carnan li hudûdê Başurê Kurdistanê li gel şervanên Bakurê Kurdistanê, bi leşkerên tirkan re şer dike. Carnan, fundamantalîstên li mizgeftan kom bûyînan re hevkarî dike. Peyamên Mela Qasim ji gel re qal dike. Carnan jî dibe penaber û li bajarê Stenbolê di singa jinên laşfiroşan de xwe digevizîne. Ew û vebêjer rastî hin kesên ku ticareta mirovan dike tên. Li gel wan ticaretê dikin. Pereyeke baş jî qezenç dikin. Carekê li sînorê Yewnanîstanê esker wan dorpêç dikin. Cemşîd xan dîsa bi rêya metafora bayê xwe xelas dike. Deh salan wek Odysseia hin bajaran, welatan digere. Ji bo ku bi vegere welatê xwe.
            “Carekî li Malta, carekî Li Qibris, carekê li peravên Albaniya û carekê jî l ser sinorên Balkan..”
            Metafora bayê, bi hemû aliyan ve di romana Bextiyar Alî de cihê xwe girtiye. Rastî di wêjeya kurdî de jî ba wek metaforek cihê xwe gellekî girtiye.
Belkî di hin pirtûkan de ba wek objeyek hatîbe nivîsandin, lê ba gava ruhiyeta karakter derbixe holê wê çaxê dibe metafor. Mînakên wisa pirin.
Cemşîd xan serfiraziya xwe an jî neserfiraziya xwe di psîkolojiya bindestiyekê de dide xuyakirin. Çiqas xwe, ji hemû bûyeran bi parêze jî, dîsa bindestiya wî derdikeve holê. Bextiyar Alî karakterê xwe ji vê bindestiyê xelas nake. Çiqas bifire ew qas dikeve erdê. Erd û ezman, wek dualizmekî de Cemşîd xan diafirêne, di welatê bindestîyê de.

           Tahir Taninha
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

         Bextiyar Elî
Apê min Cemşîd xan 
ku hertim bê ew li ber xwe dibir
 ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
weşanxane: Avesta



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder