15 Nisan 2013 Pazartesi

Dûvpişk Bi Xwe Venade ya Edîp Polat-Bawer Berşev


                                             


                                     

    Dûvpişk Bi Xwe Venade
                             
         Li gorî lêkolîna weşînerekê (YAYFED) di sala 2012an de 263 pirtûkên kurdî hatine çapkirin û di nav hemû zimanan de jî piştî Erebî (303) bûye çaremîn. Ji bo me kurdan serkeftiyeke herî mezin e. Divê kurd şanaz bibin. Bi zimanê xwe ku ewqas qedexe dîtiye û hê jî bi dewlemendiya xwe winda nekiriye û her diçe bêhtir tê çapkirin û xwendin. Heta deh sal berê jî nivîskarên kurd bi zimanekî biyanî (Tirkî, Swêdî, Îngîlîzî hwd.) dinivîsandin. Lê hêdî hêdî vedigerin zimanê xwe. Edîp Polat jî ji wan nîvîskaran e.

         ‘Dûvpişk Bi Xwe Venade’ romana Edîp Polat ya dawî ye. Heta niha gelek berhemên wî bi tirkî derketine. Cara yekem bi kurdî di sala 2005’an de kurteçîrokek bi navê ‘‘Şorbe û Fedî, Xela û Xeyidî’’ dinivîse. Romana wî ya yekem jî di sala 2008’an de bi navê ‘’Ristemê  Zal’’ tê çapkirin.

         Romannûs di romana xwe de du roman bi hev re honandiye. Her du roman jî qala heman mijarê dikin. Nivîskar di her navberê de derbasê romana biçûk dibe û hingê paragrafekê cih dide romana xwe ya duyem. Di vê romanê de pîrikek heye û heman mijarê ji zarokên xwe re vedibêje. Dibe ku nivîskar xwestiye 30-40 sal şûnda jî, bila pîrikên/dayikên me ji zarokên me re qala bûyerên 90’î bikin, da ku neyên jibîrkirin. Di dawiyê de romana pîrê û ya mezin digihêje hevdu û bi hev re didomin. Piştî vê pevgirêdanê, xwîner dikeve kelecan û meraqeke mezin. Ev jî taybetiya vê romanê ya herî mezin e.

        Di pirtûkê de gelek mîtolojî û efsaneyên ku li ser Amedê hatine gotin hene. Efsaneya qertelê; sembola ariyan, efsaneya kevira mê; kevirê nêr û teqîna çiyayê Qerejdaxê û peyama wê derdikeve holê. ’Çima hûn ji wolqana devê min ditirsin. Niha dem hat ez vedireşim, ez dizêm, ha ji we re kevirekî herî qewîn. Ger hûn bi van kerpîçên kevirîn bihonin, xaniyan lêbikin, ayetan hedîsan li ser bedenan binivîsin ez careke din nateqim û heta dinya ava be venareşim!’’

         Nivîskar di pirtûka xwe de cih dide hin bûyerên ku qewîmiye jî. Wek Vedat Aydın ku Jîtemê kuşt û wek faîlê nediyar hate binavkirin. Nivîskar wî, di lehengê bi navê  Refîkê de karekterîze kiriye

        Ew jî çû! Dûvpişk bi wî jî veda!
  
        Roman li Amedê derbas dibe. Nivîskar, kolan, kuçe û taxên Amedê pir xweş binexş kiriye.  Xwîner carinan li mizgefta Hz. Silêman dia dike, carinan li ser bircên Amedê çay vedixwe û carinan jî li Deriyê Çiyê û Baxlarê  li hemberî kontrayan û Jîtemê têkoşîn dide. Di romanê de her tim aksiyonek heye û tu carî kelecana xwînerê venamire. Nemaze xwînerên Amedî dê ji pirtûkê gelek tehm bigrin.

        Lehengên romanê yên sereke 3 kes in. Yezdan Zaxoyî, Ekrem Duhokî û Mervan Şen. Du pêşmerge û xortekî Amedî. Ekrem û Yezdanî piştî bûyera Helepçeyê li Amedê bi cih dibin. Her sê yekem car li Amedê di qehwexaneyekê de hev dinasin. Di bêrîka Ekrem de pirtûkeke biçûk heye bi navê Programa PDGKê. Pirtûk qala demokrasî û federasyonê dike ji bo iraqiyan. Pirtûk bala Mervanî dikêşe û dixwaze wergerîne tirkî. Di kovarekê de li ser navê Ekrem û Mervanî tê weşandin û ji bo wan 2 sal ceza tê birrîn. Her wiha piştî vê bûyerê zordariya dewletê li ser van her sê hevalan  dest pê dike. Du kurdên başurî û kurdekî bakurî.

         Karekterê herî serkeftî û bandor li xwînerê kirî ez dibêjim Ekrem Duhokî ye. Romannûs rola herî mezin daye Ekremî. Peyamên xwe, hestên xwe, mebesta nivîsîna pirtûka xwe bi kesayeta, bi jiyana, bi  têkoşîna karekterê Ekremî aniye zimên.

           Mala Ekremî li Taxa Baxlarê ye, zexta polisan li ser malbata wî her diçe zêdetir dibe. Jîtem bi kincên pêşmergeyan tên mala wan û Ekremî dipirsin.  Polîs mala bavê wî serobino dikin û diqêrîn Ka Ekrem? Ka ew li ku derê ye? Lez bikin, herin bînin! Ya na em dê vî banî bi ser serê we de birûxînin!’’ bûyereke wiha hatiye serê her kurdekî û rasteqîna pirtûkê jî li vir derdikeve pêşberê xwîneran û xwîner jî wekî malbata Ekremî diêşin. Piştî van bûyeran Ekrem mecbur dimîne ku bireve. Dema direve rê de Yezdan Zaxoyî dibîne ku çend sale hevdu winda kiribûn. Lê Zaxoyî ji hal ketiye, madê wî zer bûye û ditirse. Ekrem dibêje Malneketo te ez nas nekirim?’’ Wisa xuyaye ku gelek bûyer hatine serê Zaxoyî da ku Ekremî jî nas nake yan jî ji tirsa dewletê naxwaze bîne bîra xwe. Piştî çend deqan Zaxoyî bi matelmayineke kûr li Ekremî nas dike, zêde nikarin biaxivin ji ber ku Jîtemê daye pey Ekremî. Ekrem diçe mala Mervan. Mervan jî bi dîtina Ekremî kêfxweş nabe, ditirse, xof dikeve dilê Mervanî û dibêje, “Ez karmend im Ekrem, dema te di mala min de bigrin dê ‘cezayê terorîstekî’ li min bibirin. Ew çax dê malik li min mîrat bikin.’’  Belê Mervanê kurdên bakurî jî alîkariya Ekremî nekir û paşê dibe profesor jî. Vebêjer tahlîleke baş dike û van xayîntiyan wiha tîne zimên,  “Mirin li kolanan bêserê xwe digeriya û tax kiribû bin dagirkeriya tir. Xofê mal bi mal li deriyan dida, çekên dûvpişk di dest kesên biyanî de bûn. Hest sar dibûn, hevaltî, dostanî sist dibû.’’ xwestiye rasteqîna kurdan binivîse ku her tim xayinê hev in û ji bo berjewendiya xwe hev difiroşin.

         Ekrem bi nasnameya birayê xwe direve Enqerê û li wir hevala xwe ya berê Aycanê dibîne û dizewice. Paşî, ji taqîba polîsan û tirsa Jîtemê  dixwaze bireve  biçe Swîsreyê. Bi navê birayê xwe Akîf pasaporteke sexte derdixe. Û serî li ateşeya swîsreyê Henry Nîkolî dide. Henry Nîkol bawer nake ku ew Akîf e lê dîsa jî alîkariya Ekremî dike. Keçeke wergêr tirk jî li cem Henry Nîkolî dixebite û baweriya Ekremî hîç pê nayê. Diçe balafirgehê ku biçe Zurîhê. Lê di balafirgehê de polîs wî digirin. Keça wergêr giliya wî dike. Di odeyekê de li cem îtîrafkerekî rûdine û sohbet dikin. Îtîrafkar qala mirina Refîkî dike ku çawa hatiye kuştin û gelek îtîrafên din. Li vir tiştekî balkêş e îtîrafkar sûcê xwe napejirîne, xwe mafdar jî dibîne û dixwaze alîkariya Ekremî jî bike lê her tim heman hevokê dubare dike ji Ekremî re, “kî ji ber dûvpişkên dewletê xelas bûye heta niha’’  polîs tên hundir û Ekremî kelepçe dikin.

       Ev roman bi bûyerên xwe ve, bi mijara xwe ve û bi karekterên xwe ve rasteqîna me kurdan nîşanî me dike.
   
      Bawer Berşev
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Edîp Polat
Dûvpişk Bi Xwe Venade
weşanxane: Evrensel Basım Yayın


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder