18 Haziran 2013 Salı

Labîrenta Cinan ya Hesenê Metê-Sadedîn Çira



                                                       
                                               


                                                     Jİ HÊLA TEKNÎK Û HÛNANDİNÊ

              Labîrenta Cinan ji hêla teknîkî û hûnandinê ve berhemeke hevgirtî ye. Çîroka Mamoste kevanot bi gihiştina bersiva ku li bendê bûye dest pê dike. Ev beşa ewil ku ji nîv rûpelê pêk tê, bi xwendevanan dide zanîn ku M.Kevanot bersiva ku bi kêrî hindekarîyê nayê werdigre û bi monologa , “Ew gunda… Av û kuçên wî gundî.” (r.9) Wek dîmena filmekî ku karakter bi xeyalan vedigere paşerojê, çîrok, çar salên bihurî yên serleheng M.Kevanot û hevsera wî Nergiza Koçer ku li Gundê dînan jiyane pêşkeşî me dike.
              Li pey beşa ku serleheng bersiva ku dipa werdigre, beşa ku serleheng çawa jina xwe naskiriye, çawa wê xwestiye û çûyîna wan ya gundê dînan, geh ji devê vebêjî, geh ji devê serlehengî tê vegotin. Ev beş, di nava xwe de bi beşên ku M.kevanot bi tevgerên maqûl û niyeteke baş dixwaze tiştina ji bo gund û gundiyan bike didome.
Piştî vê, ji pênûsa Gebranê Baço ku xortekî xwenda ye û xwestiye pirtûkekê li ser gundê xwe binivîsîne lê nîvçe maye, şayesandina 16 malên gund û gundiyan tê kirin. Bi vê teknîk û hûnandinê hem serleheng, hem jî xwendevan, gund û gundiyan ji nêzîk ve nas dikin û di derheqa gundî û şêniyên gundî de dibin xwedî fikrekê.
Li pey vê beşa ku wek pirtûka Gebranê Baço ya nivçemayî ye û bi hostetî hatiye hûnandin, dîsa vebêj dest bi vegotinê dike.
               Vegotin heta beşa ku wek ji pênûsa G.Baço tê vegotin li ser ciddiyetekê dimeşe. Ji vê beşê û wirde, vegotina ciddî li gelek ciyan vediguhere vegotineke îronîk.
Vegotina îronîk bi van gitonan dest pê dike: “Ji çarsed û bîst şêniyên gundê me bi kêmanî heşt kesên wan har, dehê wan dîn, bîstê wan cinî, sedê wan ehmeq, du sedên wan saxik…û yên mayî ne diyarin.”(R.72) Navê karakterên van 16 gundên ku tên şayesandin jî navên îronîk in. Mînak, Poznîkalî, Simbêlboq, kupo, Çavbeloq, Hecî Nîvçe, Cefto, Fistûj, Sofî Kurmî ûwd.
Ev beşa ku wek pirtûka nîvçe ya G.Baço ye, bi hûnandineke xurt, vegotineke herikbar û îronîk ku bi hostetî mijar hatine hilbijartin tije ye. Lê beşa berî vê beşê ku têra xwe ciddî ye li ber vê beşê giraniya xwe ji dest dide, wateya ciddîbûna wê sivik dibe. Çend mînakên din ji îroniya vê beşê:
“Lê pîrozweriya vê bîra gundê me ne tenê ji fonksiyona wê ya avê ye…keç û bûkên ku bi bixwazin (keç û bûkên gundê me hemû jî vî tiştî dixwazin) fesadiya yekê an jî çêlî xortekî gundê me bikin, hebûna vê bîra me ji bo wan rêyeke herî baş û dayîneke xwedê ye.”(r.72)
“Lê xwedê li rûyê keç û xortên me mêze kir (ji vî aliyî de carina xwedê li rûyê gundiyên me mêze dike.”(r.73)
“Fis di mala poznîkalî gundê me de disekine, lê qise nasekine.”(r.74)
“dibêjin, ev keça mala simbêlboq ji piya jî mîza xwe kiriye.”(r.77)
“meriv ê bibêje ku xwedê di kar û barê hunera xwe de tenê li ser çêkirina Rîco î gundiyê me poşman bûye, pêşiyê xwestiye jinekê ava bike, du re di gava dawîn de jî poşman bûye û hinek tiştên mêraniyê lê reşandiye.”(r.102)
»Hesenê Metê û Labîrenta cinan
                                                                 KARAKTER

                Karakterên di labîranta cinan de dibin qûrbanê temaya „cinan“ û lawaz dimînin. Karakter M. Kevanot heta cîhekî karakterekî xurt e. Em heta cîhekî dibêjin, ji ber ku ji cihekî û pê ve (em ê li jêr bi mînakan diyar bikin) sirf ji bo temaya cinnan û wî li gund dînkirinê, li pey beşa ku wek pirtûka nivcomayî ya Gebranê Baço ye, em yekser dibînin ku Kevanot jî û jina wî jî hatine guhertin. M. Kevanotê zana, zarxweş û maqûl diçe, yekî din dikeve şûna wî. Nivîskar ji bo temaya cinan li hev bihûne û armanca xwe ya derbarê cinnan û pîrebokan de pêk bîne, neheqî li lehengê xwe yê xwedî ideal dike. Merivekî ku dixwaze di gundekî ku beşa herî biçûk ya civakê ye guherînên erînî bike, zû bi zû, bêyî ku berxwe bide radestî vê beşa civakê ya kovî û nezan dike.

                                   DEMA KU KARAKTER XURT BE

                  Serleheng dibêje: “Ez tênagêhêjim bê çima pêşniyarên baş ê cî negirin? Ku meriv ji wan re bibêjin û wan serwextî başiya van tiştan bikin, çima nepejirînin..? Ma ez tiştekî çewt dibêjim?”(r.54)

                  Dîsa ji Gebranê Baço re dibêje: “Ez bawer im tu pirr hişk diçî ser gundiyan (ji “ez bawer im” kurdî, ji “tu pirr hişk diçî ser wan” bihna tirkî difûre) lema, birayê Gebran. …ez bi çavên xwe jî dibînim ku tu tew pîvana gundiyan nadî ber çavan. Tu li gor zanebûna xwe bi wan re dipeyivî… Li gor zanebûna wan bi wan, bi zimanê wan bipeyive.”(r.55)
“Yekî xwenda û biaqil divê bi her seriyekî re derbas bike. Serhişk hene, serserî hene, saxik hene, ehmeq hene, dîn hene…belê, hene lê…Lê hunermend jî ew e ku meriv bikanibe bi wan re bide û bistîne…”(r.56)( Em qet rastî wê hunermendiyê nayên)
Piştî ku G.Baço qala zewaca bavê xwe ya bi keçeke 12 salî re dike jî, serleheng wanî dibêje:
“Di avahiya civakan de berborên kevin û kifikî hene û berdewam e jî. Ev di her civakê de bi rengekî derdikeve pêş. Di civakên me de jî, bi van rengan çewtî hene, kêmasî hene…Te divê jî û navê jî ew ê her tim hebin. Lê… divê meriv hêdî hêdî û ji tiştên biçûk dest pê bikin. Bi gotin, bi peyivîn, bi bihneke fere û yek bi yek.”(r.65) (Ji xeynî li vir bilêvkirinê, em rastî bîn firehiya xwediyê van gotinan jî qet nayên)
“Ez ji te re sond dixwim ku ezê dîsa jî ji wan nerevim, ez ê li ber xwe bidim û nola hunermendekî têkevime nava wan, rengên nû, rengên baş û çêtir pêşanî wan bidim…”(r.65)
Me ev mînak bi dirêjahî dan da ku karakter heta ku dera xûrt e destnîşan bikin. Heta vir serleheng xwedî sekneke bi biryar e.

                                      DEMA KARAKTER ZEÎF DİBE

                  Serlehengê xwediyê van gotinên li jor xwediyê vîn û îdeal e, di beşa piştî beşa ku wek pirtûka G.baço ya nivçemayî ye, ji devê vebêjî wanî tê guhertin:
“Li vî gundî, li nav van malan û bi van şêniyan re ev dibe payiza çaran ku li malbata M.Kevanot dibûhure, ji bo ku bi her awayî ji gundiyan re bibe alîkar, kêmasiyên wan rast bike, di van sê salan de çi ji destê Kevanot tê, ew dike.”(r.107)

                  Kevanot di van sê salan de çi dike? Bi tenê li odeya gundî bi çend gotinan qala mijara zarokên ku beqan digirin, kusî û çûkan dikujin dike, ewqas. Navê gundî gundê dîna ye lê dema Kevanot ji wan re dibêje: “Ev rewşên zarokan bi min tenê çareser nabin. Divê hûn jî xwe serwextî vê yekê bikin û em bikanibin bi hev re çareser bikin…”(r.49) Di gel “dînbûna xwe,” mezinê gundiyan Sêvdînê Selîm dibêje: ” Tu çi dibêjî bila wisa bikin, xoce, ma wê ji te çêtir bizanibin.” Gundiyên “dîn” jî, “Te çawa divê em wisa bikin, xoce.” dibêjin. Vebêj weha didomîne:
“Bi qasî sê saet û nîvan li ser vê rewşa zarokan, M.Kevanot pêşniyarên xwe dibêje (lê pêşniyar li holê nîne), metodên pedagogan bi lêv dike û dixwaze bi gundiyan re dûrûdirêj bipeyive…”(49)
Lê ev pêşniyar û metod bi tenê wekî nav di vê hevokê de dimînin. Heta cihê ku vebêj dibêje “di van sê salan de çi ji destê Kevanot tê, ew dike ” jî, û li pey wê jî, em rastî pêşnûmaya tu kirin, pêşniyara tu alîkariyê û plana tu metodê nayên. Ji aliyekî din jî, vebêj bi xwe jî dide zanîn ku gundî: “cara ewile ji nêzîk ve (ji dûr çawa tê bihîstin gelo?) gotinên felsefe, pedagog û psikolojiyê dibihîsin.”(r.51)

                   Yanî bi gotin û metodên ku gundî ji wan fahm nakin, wan nizanin, dixwaze bi gundiyan “nede fahmkirin”, ji ber ku armanc di mijara gundiyên labîrenta cinan de, ji bo hevgirtina tematîk, pêşkeşkirina aliyên nebaş ên gund û gundiyan e û têkbirina serleheng e. Li vir nivîskar xwestiye netehmûliya civaka gundî li ber fikarên nû yên mamosteyekî deşifre bike. Em bi hemû netehmûliya gundiyan dihesin lê fikarên serlehengî, xwestekên wî yê guhertinê çi ne em tênagihêjin. Bi têkbirina serlehengî re nivîskar dixwaze bibêje meriv çiqasî zana û bi sebir be jî, nikare di nav gundiyan de îdare bike û dîn dibe. Heta derekê em bi wî re lê bêyî ku em pêşniyarek, pêşnûmayek û hewldaneke serlehengî bixwînin, piştî beşa pirtûka nivçe ya G.Baço, ew serlehengê xwedî vîn, maqûl û sozdayî ku “wê li ber xwe bide û wek hunermendekî têkeve nava wan” diçe, lehengekî ji îdeal û vîna xwe derbasbûyî, teslîm bûyî dikeve şûna wî. Lehengekî ku bi nezanan re bûye nezan, bi ehmeqan re bûye ehmeq tê! Nivîskar bi mafdarî xwestiye ji aliyê tematîk berhemê li hev bihûne, baş jî hûnandiye lê neheqî li lehengê xwe kiriye. Bi destwerdana nivîskêr, serleheng bêyî ku berxwe bide, bêyî ku hewl bide “rengekî nû, rengên baş û çêtir pêşanî wan”(gundiyan) bike, wî radestî wan kiriye. M.kevanot jî, “êdî xwediyê du serî mange, nogîn û perone, pênc mî û bi qasî şêst serî mirîşk” e. “Bi navê zanista çandiniyê hêleke hewşa dibîstanê jî dike bîstanê fringî û îsotan.” “Wek fermandarekî ku leşkerên hêja hilbijêre,” Kevanot ji xwendevanên xwe hinek zarok hildibêjere û peywîra birina mange û golikan li axûrê girêbidin dide wan, peywira avêtina qûtê mirîşkan û wan xistina lîsê jî li hinan bar dike. (Heta niha jî kîjan karmend hatiye vî gundî ferman daye, xwestiye, girtiye û ewqas…”(r.48) Êdî M.kevanot jî ji wan karmenda ye. Ferman dide, dixwaze û digire.
Dema mîxo yê notirvan diçe cem Şero ku porê wî kur bike, Mîxo ne alîgirê pere dayînê, Şerô jî di rika bê pere porê te naqûsînim de ye: di kêliya ku Mîxo di nedana peran de û Şero jî di stendina peran de didin berhev, M.kevanot jî tê wir. Mîxoyê notirvan ji bo Şero dibêje ku: “Ew bê pere tiliya xwe jî di çavê meriv re nake, ..Lê ku tu bibêjî a ji te re pênc banot û ji dêla heskê ve bi destê xwe van kuftikan ji beroşê derxîne, Şero ê wisa bike. Ez bi sê kevirên jinberdanê sond dixwim ku ew ê wisa bike.” M.kevanot jî: “ku bikanibe bi lepan wan kuftikan ji beroşê derxîne, ez ê bi xwe jî pênc banotan bidime wî.”(r.140).

               Mamosta Kevanot ku berê dixwest van gundiyan serwext bike, wan bi çewtiyên wan bihisîne, niha tevlî çewtiyên wan dibe û bi tevgereke ku mehdê mirovî dixelîne serî li Şero germ dike, bi pênc banqnotan her du destên Şero dixe beroşa ku li ser agirî dikele û heta zendên wî dide şewitandin, dilê wî qet naêşe, li ber vê kirina xwe ya xerab hişê wî li astengekê nalikûme. Bi vê jî namîne, bi gundiyan re (du zarokên şagirtê dibîstanê jî bi xwe re dibin) bi şev diçe kuştina çûkan.
Serleheng Kevanot ji ber tirsa ku li wî çêdibe şevekê ku diçin nêçîra çûkan, bi nexweşiyek ku wek “edr”ê (sara) xûya dike dikeve. Di ketina wî ya vê nexweşiyê de tu qusûr û qebheta gundiyan nîne, ew bûye wek gundiyan û bi wan re bi şev diçe nêçîra çûkan, paşê diçe serdana nexweşekî ku cinnî bûye û ji ber tirsa ku li wir li wî peyda dibe nexweş  dikeve lê vêbêj gundiyan sucdar dike.
Ji  xeynî gilî û gazindên ku ji sedemên paşdehiştina dehan salan e, her du karakter, M.Kevanot û G.baço tu tiştî nakin. Yek ji ber kevneşopî û kevneperestiyên ku li nava wan hatiye dinyê riya xwe digire û direve, yek jî soz dide ku wê berxwe bide û rengên cûda nîşanî gundiyan bide lê soza xwe jibîr dike û tevlî rengên ku ji wan gazin dikir dibe û têk diçe.

                 G.Baço jî karaktereke zeîf e. Dema ku wê gundê xwe terk bike û biçe, ji Kevanot re wanî dibêje: “tê bibînî ku di kuçan de, di hewşan de, di penceran de çawa serê xwe dirêj kirine, weke cin û pîrebokan li vê rewşa te dinerin. Bi kurtebirî, ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinnan…”(r.55) Em di talî de dibînin ku ne ji ber daxwazên fikrên nûjen gund li kevanot dibe labîrenta cinnan, ji ber ku xeyala dapîra wî dev ji wî bernade, ji ber ku nexweş ketiye û her carê dikeve erdê ji ser hişê xwe diçe, ji ber ku nikare dersan bide zarokan û bi tenê bi wan re li hewşa dibîstanê dilîze û cara dawî jî bi şagirtên dibîstanê re kum û kolozan davêjin hewayê û dibêjin, “hatin!…ha, hatin!…melek û periyên asîmanî hatin!…” û kumê ku dikeve erdê wekî “ev bêyom e, ev cinn e, ev şeytan e” bi nav dikin û bi keviran dikevine ser heta wî kumî perçe perçe bikin, gund li Kevanotî dibe labîrenta cinnan.

                 Xwendekarê zanîngeha edebiyatê G.Baço, ku karakterê ji çewtiyên civaka xwe aciz e, di pirtûka wî ya nîvço mayî de, em tenê çewtiyên gundiyan, gotegotên gundiyan, kêmasî û nezaniya gundiyan dixwînin, geh bi pêkenî, geh bi henekê xwe pê kirin, geh bi darizandin û geh jî bi gilî û gazin. Di vê vegotinê de ne rênîşandayînek heye, ne fikreke guhertinê heye û ne jî kirineke zanistî heye. Li vir Xwendekarê zanîngeha edebiyatê ji warê xwe derdikeve û diçe. Di encamê de, dibe karaktereke reviyayî, karaktereke têkçûyî li hember bavê xwe.

                 Jina M.kevanot Nergîza Koçer jî, ji serî heta beşa ku bi Xanê re dipeyive, tenê wek siyekê, wek aksesuarekê li kêleka Kevanotî dixûye. Nivîskar vê lawaziyê bi dengegazbûna (ketumî) wê ve girê dabe jî li van beşan, em dizanin ku keçên eşîrên kurd li her derê bi rehetî dikarin biaxivin û ji xwe bawer tevbigerin.

                 Ji destpêkê heta beşa ku bi meta Xanê re diaxive, Nêrgîza Koçer tenê sê gotinan dibêje: “nizanim ku…” “na…” û “Li zoman” Keçên eşîran ku di civaka gundan de yên herî bi xwe bawer in, bi tenê wek siya M.Kevanotî hiştiye. Tirsonek û şkestî.
“Çi aferideyeke bêguneh e, xwedê!… weke horiyeke asîmanî!… lê divê ez jê re kat bikim…hemû tiştên ku ez dizanim, jê re bi lêv bikim û jê re bibim alikar…bila têbighêje, bila fêri jiyana şaristaniyê bibe û bila bi awayekî şaraza ji jiyanê bitamije…”

                 Keçên eşîrên kurd ji mamosteyekî bajarî ne kêmtir bi ûsûlê û rabûn û rûniştinê dizanin. Nîvîskar jineke wanî xêzkiriye ku ne wek keça eşîran, wek keçeke mala belangazê gundî be. Bi qasî dînê gundî (Guzû) jî karaktera Nêrgîzê nade axaftin. Di hatin û çûyina gundiyan de jî, em bi xêrhatinekê, an jî oxirkirinekê ji devê wî nabihîsin. Karaktereke zêde melisî maye li ber mamostetiya Kevanotî. Di destpêka beşa ku her du leheng jî ji nişka ve tên guhertin, vebêj wanî dibêje.
“Ku ji xweşikiya wê ya koçerî nebe, meriv tê dernaxîne ku jina mamosteyekî ye.”(r.107) Çi eleqeya jinbûna mamosteyekî bi xweşikbûna koçerî re heye? Çima xweşikbûna koçerî nîşana jinbûna mamosteyekî bajarî be? Ji xweşikbûna wê ya koçerî têderxistina vebêjê ku jina mamosteyekî ye, di pirtûkê de hunera ji nivîskariyê wêdetir e!..

                 Karakterê Guzî dînê gund karakterekî serkeftî ye, dema diaxive gotina, “Tu çima xwî dikî.” dubare dike. Ev jî zevtkirina nivîskar ya bûyeran û jîrtiya wî ya avakirina karakteran nîşan dide. Xwezî serlehengê xwe jî ji ber tematîkê lawaz nexista û Nergîza Koçer jî di bin mamostetiya wî de nehelisan da. Li her deverê Kurdistanê kurd ji dînên xwe hez dikin û wan ji civakê dûr naxînin. Di karakterê Guzî yê dîn de û çawa gundî dikevin qirika wî jî, em rastî dînekî xwe yê ji bajêr, ji gund, ji taxê tên.

                 Meta Xanê jî karaktereke qewîn e. Dema em beşa Nêrgiz û Xanê dixwînin, em Xanê wek jineke dilpola û henûn ji jinên gundê xwe dibînin. Vebêj dema bi giştî qala gund û gundiyan dike, qencî, dilpakî, safitî, ciwanik û camêriya wan jî dike qûrbanê gellacî, paşgotinî û nezaniya vegotî.

                                                        Jİ HÊLA ZİMANÎ VE

               Ferhenga nivîskarî fireh e, zanîna wî ya jiyana gundîtiyê têra xwe heye. Ji diyalogên di navbera jinan bigirin, heta bi zimanê argo çêjeke vegotinê xwendevanan ditamijîne.
Ji hêla zimanî ve berhem xurt e lê nivîskar bi zanebûn û bi rik xwe li devoka heremî dike bela. Nivîskarê ku li şûna xwezayê û siruştê, gotina “Natur” bi kar aniye li gelek ciyan, çima di devoka herêmî de ku tenê ji Erxenê pêk tê bi israr e gelo? Bişirîn di labîranta cinan de “pişirîne”, kevanî; “kewanî”, aniha; “anûha”, anî; “hanî”, Ajot; “hajot”, stêrk; “hêstêrk” û biqewime jî, “biqewume” ye. Gotinên heremî dewlemendiyek in lê devoka heremî tenê tevlihevî ye.

               Tevlîhevkirina têgehan; “…dema ku kincan li xwe dike û di kuçên gundê me de dimeşe, tirsek dikeve dilê mirov. Lê şêniyên gundê me baş pê dizanin ku bi vê simbêlê, bi vê bejnê bizdonekekî wekî wî li dinyayê jî peyda nabe.” (R.75) Ku şêniyên gundî pê dizanin bizdonekeke wekî wî li dinyayê jî nîne, dema li kuçeyên gund dimeşe, merivê ku tirs dikeve dilê wan kîne gello?
“Lê em ê li vir jiyaneke xweş li dar bixin…”(R.22) Şahî tê li dar xistin, davet li dar dikeve lê jiyan, xweş an ne xweş tê jiyîn li gor ku em dizanin.
“Pêşiyê xwestiye jinekê ava bike.” Gelo ne hewceye, “xwestiye jinekê biafirîne” be?
Ku ne çewtiya çapê be, nasnav jî di Labîrenta cinan de bûye “naznav”. Ango “nas” bûye “naz!”
Nivîskarê ku hakimê zimên e di hinek ciyan de gotin çewt bi kar anîne. Mînak: “…desmalên xwe ji wan re dileqînin…”(r.73) Leqandin ji tiştê ku berê li cihê xwe sabît bûye û niha li cihê xwe dileqe re tê gotin. Desmal tên kilkirin, tên hejandin jî belkî lê bi tu awayî nayên leqandin.
Nivîskarî hay ji zimanê argoyê jî heye. Mînakek: “Binere guhanên te derketine rastê.”(r.131) Guhan ji bo çiçikên ajalan tê gotin lê dema kesek bixwaze haqaretê li kesekî/ê bike, ji pêsîrên jinan re jî guhan tê gotin. Li vir jî dema ku diya Xanê li Kewê hêrs dibe jê re wanî dibêje. Di gelekî ciyan de argo bi zanîn hatiye bi kar anîn.

                                                              ENCAM – SOSYOLOJÎ

                Cahilî, fesadî, serhişkî, dînîtî û hemû aliyên feodalî yên di Labîrenta cinnan de tesbîtên di cih de ne ku li her gundekî Kurdistanê bi hezaran çîrok û bûyerên bi vî rengî hene. Lê di gel hemû van aliyên nexweş yên gundiyan jî, em rastî projeyeke Kevanotî ku ji bo xwendevan bizane çi xwestiye bike û gundî li dij derketine, nayên.

                 Di gundê Labîrenta Cinan de sosyolojiya civaka gundîtiyê, baweriyên bêbingeh, gotegotên gundiyan, nezanî, xizanî û çîrokên cinan ku li hemû gundên kurdan pirr ne dûrî hev in hatine şayesandin. Nivîskar, sosyolojiya gunditiyê, ji aliyê feodalî, kenveperestî û olperestiyê ku çawa kundiyên kone ji bo berjewendiyên xwe olê ji xwe re dikin palpişt, bêyî ku zêde estetîze bike raxistiye ber çavan. Em kurdên ku wek desthilatdarên xwe yên tirk xwe ji her kesî çêtir dibînin û ji xwe razîne, pê dihesin ku çiqasî pirr aliyên me yên feodal, kevneperest û nezan hene. Em pê dihesin ku gelek tiştên me yên paşdemayî hene ku em ji ber wan fedî dikin.

                  Nivîskar sosyolojiya civaka gundîtiyê û rewşa mirovê ku dixwaze çewtiyan biguherîne lê nikare û bi xwe dikeve nava wan çewtiyan gelekî baş şayesandiye û vegotiye. Ji aliyê psikolojiya lehengî ve heman serkeftin tune ye. Ji hişmendiyeke xurt, ji fikarên rasteqîn tavilê karakter dikeve rewşa psikolojiya gundiyekî nezan. Mamosteyê gundî ku bi zimanê malê (kurdî) bi gundiyan re diaxive, ji wan hez dike û ew jî qedrê wî digirin, talî radestî çewtiyên ku li dijî wan derdiket dibe û dibe kesekî ji rêzê. Îdealên xwe ji dest dide.

                   Vebêj di mijara olan de alîgir tevgeriya ye, ev alîgiriya wî di zewace bavê G.baco de ku ji bo zewaca xwe ya bi keçeke 12 salî re rewa bike, dema zewaca Pêxember (hsl) ya bi hz. Aişe re ji xwe re dike mînak û di hemû mijarên ku bi olê re têkildar in, bi vegotina neyînî diyar dibe. Ji ber nezanî, konetî, an jî kesayetiya mele û seydayên nevborî em dikarin vêya fahm bikin û maf jî bidinê lê, di beşa beriya beşa dawî de dema ku serleheng hewesa xwe davêjê ser olan û dixwaze teolojîyê fêr bibe, vebêj Zerdeştî, Buda, Mesîh bi awayekî û îslamê jî bi awayekî din dişayisîne:
“Di rûpelên rojane de weke bûyerên rojê şer û kuştinan ji bo ol û Pêxemberê herî dawîn xwendiye.”(r.178) Nivîskar ne mecbûr e dilê her kesî xweş bike lê heqê wî jî tune ye yên wekî wî bawer nekin biêşîne.

                   Hesenê Metê di labîrenta cinnan de, sedem çi dibe bila bibe, bêyî ku li sedeman bialiqe van qûsûr û kêmasiyan (carina bi devê G.Baço, carinan bi devê vebêj) didarizîne, mehkum dike û yek bi yek dixe çavê me. Nivîskar ne tenê bi çîrok û metelokên cinnan, bi nezanî, korfahmî, serhişkî, fesadî, feodalî, baweriyên bê bingeh û bi olê jî gundiyên kone dike wek cinn û pîrebokan, gund jî bi wan re dike labîrenta cinnan. Nezaniya gundiyan, kevneşopiyên nebaş, beweriyên çewt û çîrokên li ser cinnan derxistiye pêş, qedirzanî, fedekarî û saftiya wan bi cahiliyê daye xwarin ku tu hêz nikare wan gundiyan rast bike.

                   Wek millet, an jî civaka gundî û bajarî em jî ne bê guneh û bê qûsûr in. Lê em hîn bûne ku ji van guneh û qûsûrên xwe re kirasan bidirûn; kirasên xwexapandinê. Ji her qûsûrekî xwe re sedeman peyda bikin û bi wan xwe bişon.

                   Tu netew bi gundiyên xwe pêş neketine.(Gundiyên tu netewê jî bi qasî yên kurdan nehatine kuştin û ji dêvla civaka bajarî berdêlên mezin nedane.) Gundiyên tu netewê jî ne bê qûsûr in. Çawa ku divê em xwe û gundiyên xwe tiştekî pîroz nebînin, her wisa divê em qûsûr û kêmasiyên xwe jî wekî çiyan li ser rêya xwe bilind nekin. Her netew mecbûr e nezanên xwe perwerde bike. Kurdan çima (nezanên) xwe perwerde nekirine, çima nikarin perwerde bikin ev jî bi giştî him ne di destê wan de ye, him bi tevahî ne qebheta wan e. Nivîskar bi serlehengî û G.baço bi me dide zanîn ku, meriv çi bike bila bike nikare civakeke gundiyan biguherîne, an jî çewtiyên wan, kêmasiyên wan bi wan bide qebûl kirin û biserkeve. Ku meriv têkeve vê hewldanê, meriv dîn dibe û têk diçe.
   
Sadedîn Çira
Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê

Labîrenta Cinan
Hesenê Metê
weşanxane: Avesta

kulturname.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder