18 Ocak 2014 Cumartesi

Bilûra Min A Şîrîn ya Celadet Bedîrxan- Fatoş Uzunca

                                          
                                                                     
                                      Bilûra Min A  Şîrîn      

           Celadet Ali Bedirxan, stûna welatê kurd e. Jîyaneke li durê welat û bi êş û elem kêşaye. Ji bo ku mirov helbestên wê fêm bike lazime jiyana Celadet bizane. Celadet Ali Bedirxan, kurê Emin Alî Bedirxanê ji malbata Ezîzan e. Di sala 1897’an de li Stenbolê hatiye dinê.  Malbata wî bi deste Abdulhamit hatiye koçberkirin û li Yemenê ciwar bûne. Piştî têkçûna Abdulhamit tê Stenbolê û di şerê Cîhanê yê Yekemîn de cih digre. Piştî ku di sala 1922’an de dardakirina Emîn Ali Bedirxan û sê kurên wî hatiye fermankirin li ser vê tawanê bavê Celadet û birayê wî diçin Misirê. Piştî hin welatan –Elmanya, Lubnan- dawiyê de diçe Şamê, li wê  bi cih dibe.   
             Mirov dibîne ku di jiyana Celadet de ‘’welat’’ ’’xerîbî’’ ‘’qedexe’’ û ‘’astengî’’cihek girîng girtiye û van bêjeyan mora xwe li hemû berhemên wî  xistiye. Yek ji wan berheman  ‘’Bilûra min a şîrîn’’ê. Helbesta Bilûra min de hemû rengên jiyana Celadet xwe nişan dide.    
            Celadet di ‘’Bilûra min’’ de hesreta xwe, evîniya xwe, xemgîniya xwe bi zimaneke şîrîn û bi dileke germ nivîsandiye. Ji ber dûr ketina welat dilê Celadet dilbikule. Di helbesta wî de ya binavê ‘Bilûra Min A Şîrîn' de du hêmayên sereke hene. Hesret û azadiya welat.
           Helbest bi peyvên lîrîk dest pê dike. Celadet bilûrê wek hewalek  nîşan dide. Bilûr çawa xemê xemgîran direvîne û hevaliyê ji wan re dike,  hewaltiyê ji dilê Celadet re jî dike. Bilûr bi wî denge xwe yê nerm ji dilê Celadet re dibe derman û xemên dile wî bi dengê xwe re dihelîne.      
             Bilûra min a şîrîn
             Tu di sariya sibehê
             Û hingûra êvarê de
             Hevalê bê hevalan,  
             Destbirayê şivan û dilketiyan î.       
               Di berdewama helbestê de dibe helbesteke pastoral. Di helbestê de çiya, zozan, zinar, berx, hesp… hene. Bilûr dibe hesreta dilê Celadet û li çiya û zozanên welat digere, jê re agahiyan tîne. Lewra armanca Celalet ji welatê xwe dûr ketin an jî welatek xeyalî nîne. Armanca wî vegerîna welat e. Lê belê Celadet nikare here welatê xwe. Wê astengiyê bi riya bilûrê diêne zimên. Denge  bilûrê ji celadet re dibe bask û bi hev re diçin welat.
          
           Denge bilûra min
           Çiya û zozanên bilind
           Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî 
           Guhê şkeft û sere zinaran
           Guhdarên te ne!  
            …
            Nalîna me bigehîne
            Deşta Sirûç û Diyarbekrê;
            Û beriya mêrxasên Berazan;
            Û kalîna berxan
            Tev  şehîna hespan
             Li me vegerînin.
 Beşa duyem bi hişyarî dest pê dike. Mirov dibîne ku rengê helbestê diguhere. Raman li kêleka hestê cihê xwe digre. Peyvên pozîtîf cihe xwe dide peyvên negatif: roj diçe ava, stêra êvarê geş dibe, kolosên çiya dibe gewr…Guhertina xwezayê guhertina dema kurda nişan dide. Rojên xwaş xelas dibe, rojên xirab benda kurda ye.
Bilûra min, binêre  û bibihîze!
Roj  çû ava,
Stêra êvarê bû geş,
Kolosên çiya ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne çûn;
Û pêlên ava şevê ên reş
Ketine deşt û newalan
Heta rûyê gir û kepezan.
Li gor hinek kesan  şev aramiye, li gor hineka diya tiştên xirabe, li gor hineka ji hemû tiştên xirab sitar dike. Celadet, şevê hem baş hem ji nebaş dibine. Şev dibe wexta xapandinê. Reşiya şevê rengê xwe bide çi wek xwe dike. Reşiya şevê renge xwe daye avê. Ava reş ketiye nava deşt û newalan, her cih girtiye. Ava reş wek dafek xuya dike. Li aliyê din her çiqas şev wexta fen û fola be jî wexta tevgera mêrxasiyêye jî.  
Di qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapînin
Û bê dengiya şeve de
Pêjna lingên mêrxasan tê.
Helbest di serî de wek helbestek şexsî xuya bike jî di dawiya helbestê de tê dîtin ku helbest ne şexsiye, êşa hevpar e. Ew êş û kul ne tene ya Celadet e, yê hemê kurdan e. Wê çaxê kurd ketine tengasiyê, rojên xirab dîtine. Celadet, ji  şahidê wan rojên xirab bûye. Tu car tu rewşenbîrek nikare li hemberî van bûyeran bêdeng bimîne. Celadet jî li hemberî vana bêdeng nemaye û êşa dilê welatê xwe  bi riya qelema xwe li ser kaxizê rişandiye.
Dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê binehwirîne,
Helbestê de hemû wextên rojê heye: sibeh, êvar û şev. Di nav wan wextan û kurdan de têkilî heye. Sibeh dema kurdan ê xweş e. Di vê demê de kurd serbixwe û bixwedî ne. Êvar nediyari ye. Kurd hatine dawiya rojên xwe yên xweş. Şev tengasiye. Kurd ketine dewrek reş ku pêşiya xwe nabînin. Le di dawiya helbestê de Celadet kurdan di şevê de nahêle, roj dêrdikeve û bi xwe re dinyayê jî hişyar dike. 
Helbest bi terza serbest hatiye nivîsandin. Hevokên helbestê kurt e. Helbest heft beşe û risteyên helbestê vek hev nîne. Risteyên hinek beşan direjin hinek kurtin. Di helbestê de teşhis heye. Bilûr dibe hevalê bêhevala, bilûr  dibîne û dibihîze, kevir piyê şevgera dixapînin, dinya mina zarokekî dikeve ber şîr. Van taybetiyên ku Celadet bikaraniye taybetiyên aîdê insanaye.         

             Fatoş Uzunca
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir        


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder