8 Ocak 2012 Pazar

'Xewnên Zîvîn' ya Fatma Savci-Tahir Taninha







                                               Xewnên Zîvîn

         Di helbestên Fatma Savci de hestên ji xwe çûyî hene. Rêz bi rêz, peyv bi peyv li pey hev diherikin. Heger welatek bindest be; ziman, çand û hemû tiştên netewî qedexe be, helbestvanê wê welatî jî, hawara xwe digihîne sembolan, hêmayan. Hestên xwe bi zimanekî veşartî, teknikeke tejî gazind û wek barana payîzê peyvên bi hestên awis dibarêne ser rêzikan. Xwe digihine her xiyalan, xwe digihine tercûmaniya ku êşa dilê xwe, êşa welatê xwe.

         Li vî welatî helbest çi zimanî kurdî be çi zimanî tirkî be, yexlev bi vî şiklî hatiye nivîsandin. Çiqas ew rêzikên helbestvanên kurd (çi kurdî çi tirkî) dilê min de bi hemû aliyan cihê xwe bigirte jî; dîsa gazindên min hene. Êş tenê bi peyvên hestbariyê nayên parvekirin. Mirov li helbestên dinyayê yên bi nav û deng binêre ku peyvsaziya wan çiqas ji hestbariyê durê lê çiqas jî nêzikî hestbariyê ye.

         Helbestvanê esîlkurd Cemal Süreyya tenê du rêzikên wisa dinivîse.

“Ernevut mecburin rastiyê bêjin,
 Kurd derew…”

         Heger em bên li ser pirtûka xanima Fatma Savci ya bi navê ‘Xewnên Zîvîn’  jî di deryaya hestbariyê de winda bûye.

“Kengî çavên te bikevin bîra min, rişokên xemeke har, xwe bera ser sînga min a çepê dide.

         Hestirên Beytikan, xwe bi sêdara mijangên min ve dar de dikin..Newroz xwe di nav demsalên min de, dişewitênin.”

         Fatma Savci, kul û derdên xwe hema bêje bi hemû rêyên alavan aniye ziman. Carnan deşta Mêrdinê kiriye hevkarê xwe, carnan Cudî, carnan her ‘Çardil’ ên welat. Şexsiyetên di şoreşê de bûyîn lehengê gelê xwe jî di rêzikên wê de cih girtiye.

Helbest xwineran re axaftineke. Ev axaftin bi xwe re, jiyana helbestkar dide der. Jiyana nivîskara pirtûkê, di her helbestekê de xwe aşkere dike. Belkî ew hestbariya min dişîbandî barana payizê jî ji heyata nivîskar tê.

         “Ku bihar, di nivî deşta Mêrdinê de hat dadan û bejna genim qamekê bilind bû…

         Ku guliyên geliyên Colemêrgê hişîn kirin, di neqşên keçikan de…
         Ku di hinarikên rûyê Diyarbekir de, kûlilkên Nîsanê sor kirin…”

         Carnan nivîskar diweste û bêhal dikeve ji hestên xwe. Ev bêhal ketin kaniya helbestêye. Ji xwe nivîskar peyvên xweş wê demê de diafirîne.

“Bêjim çi êdî? Bi xêr biçe rihê min?”

         Heger netewek bi serhildanan ve ji halê xwe ketî be, helbestkar tê çawa vê rewşê bêne zimên. Elbet ew jî tê ji halê xwe ketî be. Lê dîsa ‘pişta sobê’ yên rûyê xwe bi berfa çiyan ve reş kirin, di dilê xwe de hêvî hewandîbûn.

         “Herçiqas, em koleyê her çaxan û dara şikestî ya dehlên her demê jî bûn, Leyla Qasim hevirtirşê serhildanên veşartî bû, di paşilên me yên nixûmandî de… Wêneyê serkoşeya civata jinên gihiştî bû…lorîka devî her dayikê bû, li ber dergûşan… efsaneya ku bi dizika dihat gotin li pişta sobê…sirê devê tenûrê bû”

         Helbest, dilê me yê bi şewat êmin dike. Ji dilên ku bixwazin peyv sazbikin û derdê xwe birêjinan re û hêjî rêyeke nedîtînan re… “Xebinetê… Gava tu cemidî..gul li dilê min çilmisîn…”


Tahir Taninha

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir

Navdanka Pirtûkê:
Fatma Savci
Xewnên Zîvîn
Weşanxane: Avesta

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder